25 april 2017

Mustafa Karasu ji kurdan ra dibêje xelasiya we di anarşîzmê da ye

Musta Karasu yek ji berpirsiyarên PKKê yê herî xwedî hukim û xwedî biryar e. Karasu di nivîsa xwe ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê da gotiye:
”Êdî dem hatiye dibê meriv dunyayeke bêdewlet, bêpatron, bêaxa, bêjin, bêmêr bifikire. Êdî îdareyeke bêdewlet, jiyaneke ekonomîk ya bêaxa û bêpatron, jiyanek azad ya bêjin û bêmêr mimkûn e.”
Karasu anarşîzma mirî, jiyana hîppîtiyê pêşkêşî kurdên bindest dike, dibêje dev ji serxwebûnê û daxwaza dewletê berdin, ji xwe ra bibin anarşîst, bibin hîppî.
Kurd miletekî misilman e, civateke paşdamayî, gundî ye, têkiliyên eşîrtiyê pir xurt in. Lê Karasuyê me anarşîzmê pêşniyarî vê civata musilman û gundî dike, xelasiya kurdan di anarşîzmê da dibîne.
Meriv matmayî dimîne…
Lê esas derdê Karasu bi dewleta kurd ra ye, dixwaze kurd ji bin destiya dewleta tirk rizgar nebin û nebin xwedî dewlet.
Îcar vê neyartiya xwe ya bi serxwebûn û dewletbûn kurdan ra bi terorî û felesefeya anarşîzimê perde dike.
Karasu bi dijayetiya dewletê ra li dijî muesasa malbatê, zewacê, ”jin” û ”mêr” jî derdikve.
Mêrik civateke berdanberdan, kê kanîbû bi kê, kê kir kê diparêze. Ji 40 milyon kurdên bindest û bêdewlet ra dibêje bibin, anarşîst û hîppî, nezewicin, nebin ”jin” û ”mêrên” hev.
Merivekî wiha berpirsiyarê PKKê ye û li ser qedera kurdan xwedî gotin û giraniyeke pir mezin e.
Ev jî bêtalîhî û trajediya miletê kurd e.
Li ku derê çepekî tirk yê ekstrem, anarşîstekî tirk heye PKKê kiriye serok û berpirsiyarê xwe.
Ji bo kurdên Kurdistana bakur kanibin ji bin destiya tirkan xelas bibin dibê berê ji Karasu û kesên wek wî xelas bibin.
Heta Mustafa Karasu û anarşîstên wek wî serok û berpirsiyarên PKKê bin ne mimkûn e kurd tu mafan bi dest xin….
Keda me ewê tim bibe keda bersîs û bi avê da here…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE