12 april 2017

Ji tirsa gefên Tirkiyê kurd yekîtiya xwe çê dikin

Min di nivîsa xwe ya 3ê nîsanê da û di ya do û pêr da jî got, piştî gefên Tirkiyê, Îranê û Îraqê, lê bi taybetî jî piştî gefên Erdogan, berpirsiyarên YNKê û PDKê bi xwe hesiyan û bi lez û bez hatin ba hev û dest bi xebatên referandûmê û yekîtiyê kirin.
Meriv ji gotinên endamê polîtburoya YNKê Ehmed Sedî Pîre fêm dike ev texmîna min rast bûye.
Kurdan baş fêm kir mesele pir cidî ye, heger gelşên nabên xwe zû çareser nekin û yekîtiya xwe çênekin Tirkiye, Îran û Îraq ewê hemûyan, PDKê jî, YNKê jî Goranê jî û partiyên îslamî jî li hewa bixwin...
Ji bo wan ha PDK, ha YNK, ha Goranqet qet ferq nake….
Lê kurdên başûr ev yek hîn baş fêm nekirine, meriv vê yekê ji axaftina Ehmed Sedî Pîre ya di konferansa Stockholmê da fêm dike.
Tirkiye, Îran û Îraq çiwasî ne li hev bin jî , gelşên nabêna wan çiqasî mezin û kûr bin jî, şîe û suniyên Îraqê çiqasî neyarên hev bin jî gava mesele bibe kurd û Kurdistan ewê  hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û tavilê werin ba hev.
Bi hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê û axaftina li ser referandûmê ev yek careke din îspat bû, hemû diminên kurdan li bende fersenda xwe ne, gava fersendê bibînin ewê bi hev ra êrîşî ser kurdan bikin.
Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre li paytexta Swêdê li Stocholmê di konferansekê da gotiye gefên Tirkiyê, Îranê û Îraqê ew gelkî tirsandin û lema jî ew bi PDKê ra bi lez hatin ba hev û dest bi xabatên referandûmê kirin.
Ehmed Sedî Pîre, li ser bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser avahiyên dewletê yên resmî got:
“Ala Kurdistanê ji berê da li Kerkûkê heye. Ala Kurdistanê piştî şerê DAIŞê ji Xaneqînê heta bi Şengalê hatiye hildan.”



Li ser reaksiyên Tirkiyê û Îranê yên li hemberî bilindkirina ala Kurdistanê jî Ehmed Sedî Pîre got:
“Reaksiyonên Tirkiyê, Îranê û Bexdayê nîşan dane ne rast bûn. Bi rastî me ew reaksiyon ji wan hêvî nedikir. Îran û Tirkiyê dor bi dor gefê li me xwarin. Li Iraqê hevrikiya di navbera şîe û sunneyan da di asta herî zêde da ye. Lê di parlamentoya Iraqê da tavilê li hev hatin bi 168 dengan li hemberî biryara Encûmena Wîlayeta Kerkûkê derketin.


Parlamentoya Îraqê bêyî kurdan tu carî nekanîbûye bi 168 dengan kom bibe. Lê li hemberî me kom bûn. Ji ber vê yekê jî roja 2ê nîsanê polîtbûroya me û ya PDKê kom bûn. ”
Tiştê xerîb Ehmed Sedî Pîre gotiye ”wan reaksiyonên wiha ji Tirkiyê û Îranê nedipan…”
Ecêba giran, gelo li hêviyê bûn Tirkiye û Îran ji wan ra bibêjin ”her bijî” û li çepikan xin?
Maneya xwe YNKê û PDKê hîn dijminên xwe baş nas nekirine, hîn Tiriyê û Îranê ne wek dewletên dijmin, wek du dewletên dost texmîn dikin.
Safiyeke, a-polîtiyeke ji viya mezintir nabe.
Ev herdu dewlet tu carî xêra kurdan naxwazin û roja fersendê bibînin ewê Kurdistana Federe ji ortê rakin.
Hemû dinya serxwebûna Kurdistanê qebûl bike, Tirkiye û hukûmeta AKPê dîsa jî qebûl nake.
Kurdê ji eksê vê bawer dike pir saf e, xeşîm e û tirk qet nas nekiriye…
Lê baş e wa ye bêzirar û zû bi xwe hesiyan. Tedbîr û sîgortaya li hemberî Tirkyê û Îranê yekîtiya kurda ye, ancax yekîtî kane kurdan li başûr biparêze.
Gava yekîtî hebe piştgiriya dinyayê jî çêdibe.
Lema jî musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e, xêra gefên Erdogan kurd ji felaketeke mezin xelas bûn.
Bi hêviya ev şiyarbûn daimî be….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE