05 april 2017

Gefên Erdogan yên li ser başûr pir cidî ne

Gefên Erdogan pir cidî ne, dibê Kurdistana Federe her tedbîrê bigre
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan do Kurdistana Federe bi îşxalê tehdît kir.
Erdogan got ew ”sefseteya(argumentên sexte, gotinên beradayî) Kerkûk ya kurda ye qebûl nakin. Heger hûn bibêjin Kerkûk ya kurda ye ewê bedelê wê pir buha be.
Wan alên xwe tavilê daxin, bi ala Iraqê ya netewî rêya xwe dom bikin. Ya na hûnê mecbûr bibin gavê paş da bavêjin.”
Erdogan her wisa gotiye Mertalê Ferêt ne di çarçeweya Sûriyê tenê da ye, qismê wê yê Îraqê jî heye…”
Yanî ewê wek Cerablûsê ewê Îraqê jî îşxal bikin.
Û ji xwe îşxal kirine jî. Bi dehhezaran leşkerên tirk li Kuristana başûr hene, li Başîkê û gelek derên din bi dehan binkeyên(basên)leşkerî yên tirk hene. Erdogan bi van leşkeran kurdan tehdîd dike. Û di rojên pêş da ewê li hemberî kurdan bi kar bînin jî.
Erdogan got qonaxa duyem ya Mertalê Ferêt Îraq e
”Qonaxa(etab) yekem ya Hereketa Mertalê Ferêt qediya. Qonaxên(etabên) duyem û sêyem jî, hîn nav lê nehatine kirin, lê ewê çê bibin. Mertalê Ferêt ne çarçeweya Sûriyê tenê da ye, qismê vê yê Îraqê jî heye. Li Telaferê, li Mûsilê hemnîjadên me hene. Li wir binkeyên(basên) me hene, leşkerên me xebatên xwe didomînin.”
Di zûtirîn wextê da dibê kurd hemû gelsên nabêna xwe bidin aliyekî û yekîtiya xwe îlan bikin û li hemberî Tirkiyê her tedbîrê bigrin. Alîkaruiyê ji emerîkayê bixwzin.
Tirkiye jiKurdistana başûr û rojava ewê bi rehetî dernekeve, heta ewê bixwaze hin derên din îşxal bike.


XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE