08 april 2017

Erdogan dev ji gefên xwe bernade

Erdogan her roj Ewrûpayê tehdît dike, gefên mezin li ewrûpiyan dixwe. Du roj berê got, ” Ewrûpî ewê bedelekî pir giran bidin….”
Do, yanî roja piştî vê beyana Erdogan bi rojekê, bi rastî jî Swêd bedelekî giran da. Terorîstên îslamî li Stockholmê bi qamyonekê 4 kes pelixandin û 15 kes jî birîndar kirin.
Erdogan demak berê jî dîsa ji ewrûpiyan ra gotibû ”Heger hûn wiha dom bikin yek ewrûpî jî ewê nikanibe bi azadî û di nava ewlekariyê da li kuçan bigere….”
Fena ku terorîstên îslamî emrê wî tînin cî, bi rastî jî îro kuçe û kolanên Stockholmê vik û vala ne, ji tirsa terora faşîstên îslamî merkeza Stockholmê bêînsan e.
Ev terora faşîstên îslamî ji ewrûpiyan bêtir jiyanê li me û li zarokên me, li hemû koçberên misilman dike zindan.
Li gorî medyaya swêdî dinivîse polîs yekî ozbek girtiye. Wekî tu agahî tuneye.

XXX
Berdevkê serokê Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser êrîşa kîmyawî ya ser herêma Îdlibê gotiye, ”heger herêma ewleh hebûya êrîşa kîmyewî nedibû.”
Maneya xwe tiliya Tirkiyê di vê êrîşa hovane da heye û heta ev daxwaza Tirkyê neyê cî êrîşên wiha ewê dom bikin.
Çimkî ji zû da ye Tirkiye dixwaze di bin navê ”herêma ewle da” bi milyonan erb li Kurdistana rojava bi cî bike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE