10 april 2017

Dixwaze her kurd wek wî xulamtiya tirkan qebûl bike

Orhan Mîroglu dixwaze her kurd wek wî bindestî û xulamtiya tirkan û Erdogan qebûl bike, lema jî wiha gotiye:
”Di sala 1916a da kurd çawa li pişt Ataturk sekinîn, di sala 2017a da jî ewê li pişt Recep Tayyip Erdogan bisekinin.”
Di sala 1916a da bi piştgiriya Ataturk kurdan him welatê xwe Kurdistan wenda kirin û him jî bûn bendest û koleyên tirkan. Bi vê piştgiriya bi Ataturk ra kurd bûn miletekî bêdewlet, bêziman û bênasname.
Û di sala 2017a da piştgiriya bi Erdogan ra jî tê maneya berdewamiya îşxala Kurdistyanê û bindestiya kurdan.
Yanî kurdê piştgiriya Erdogan dike û raya xwe didê, dibêje ez ji bindestiya xwe, ji bêwelatiya xwe û ji koleyatiya tirkan razî me. Wek kurd ez dixwazim Kurdistan tunebe û ez jî koleyê tirkan bimînim û kole bimrim…
Orhan Mîroglu wek şexs bindestî û xulamtiya tirkan û Erdogan li dilê xwe dixe, pê pir kêfxweş û serbilind e, lema jî dixwaze her kurd wek wî zilamtî û xulamtiya tirkan û Erdogan qebûl bike…

XXX
Vahdettîn Înce di nivîsa xwe ya rojnameya Starê da li ser gera xwe ya Sêrtê û Diyarbekrê barek derew kiriye, li gorî derewên wî her kes ji jiyana xwe pir memnûn e, gilî û gazinên kesî ji tiştekî tuneye.
Yanî wek şelafekî profesyonel û jêhatî baş pesnê Erdogan û nîmetên îktîdara wî daye û gotiye ”hezar carî erê”!
Wek şelafekî profesyonelê çelziman û zilamê dewletê helbet ewê bibêjî ”hezar carî erê”!
Nanê şelaf li ser şelafiyê ye, mecbûr e pesnê xwediyê xwe bide, ya na ewê ji nanê xwe, ji meqamê xwe yê şelafiyê bibe…
Vahdetîn Înce êdî tu tiştekî jê şerm bike nemaye, lê zarokên wî rojekê ewê ji ber van şelafîyên(şalûziyên)bavê xwe yên ji dijmin ra şerm bikin…

XXX


Kurd li hemberî cahş û xayinên xwe pir bi tolerans in. Lema jî cahş û xayinên me pir in…
Mêrik bi şev di telewîzyona neyar da hevalê dewletê ye, kirin, şîdet û terora dewletê diparêze, pesnê serokê dewletê dide û bi roj jî diçe nava civata kurdên welatparêz bi wan ra sohbet û laqirdiyan dike, li ser welatparêziyê demagojiyê dike. Û kurd jî lê guhdarî dikin, jê ra li çepikan dixe.
Hevaltiya bi cahş û havalbendên neyar ra şermeke mezin e, ne karê kesê welatparêz e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE