17 april 2017

Di referandûmê da piştgiriya Barzanî û PDKê bi Erdogn ra ez matmayî hîştim

Netîceya referandûmê ez matmayî nehîştim, min zanîbû çawa be jî Erdogan ewê bi ser keve.
Yên min taqîp dikin zanin, ez tim dibêjim tu kes nikane bi hilbijartinan, bi riyeke demokratîk îktîdarê ji Erdogan bigre, bi zor, bi hîle ewê tim bi ser keve.
Heta min digot ewê bi ferqeke hîn mezintir qezenc bike. Boykot tunebûya jî ewê netîce ev bûya. Yanî ewê dîsa zafera xwe îlan bikirana.
Dibê her kes fêm bike Erdogan îktîdarê nade, ev îş wiha ye. Hilbijartin formalîteye.
Di referandûmê da tiştê min texmîn ndidikir, heta tiştê ez matmayî hîştim piştgiriya Mesûd Barzanî û PDKê ya ji Erdogan û cepheya ”Erê” ra bû.
Di vê nuxtê da ez şaş derketim.
Piştî reaksiyon û heqaretên Erdogn yên li ser ala Kurdistanê û referandûma serxwebûnê, min qet bawer nedikir Mesûd Barzanî hîn jî piştgiriyê bide Erdogan.
Lê beyana PDKê ya piştgiriya cepheya ”Erê” ya di 15ê nîsanê da û hevpeyvînên nûnerê PDKê yê Tirkiyê Omer Mîranî  ez matmayî hîştim.
PDKê di beyana xwe da eşkere xwest kurd di referandûmê da ji Erdogan ra bibiêjin ”Erê” û ”Xeletiya 7ê Hezîranê nekin."
Yanî di referandûmê da nebêjin ”Na” û wek 7ê hezîranê raya nedin HDPê.
Her kes zane Erdogan çiqasî neyarê kurd û Kurdistanê ye, lê Barzanî dîsa jî dixwaze kurd piştgiriyê bidin Erdogan.
Bi baweriya min eybeke ji viya mezintir tuneye.
Nûnerê PDKê yê Tirkiyê Omer Mîranî jî di hevpeyvînên xwe yên Rûdawê û TRTê da pir vekirî piştgirî da Erdogan û got biserketina ”Na” ewê li Tirkiyê tevliheviyê çêke. Lema jî berjewendiya kurdan di piştgiriya Erdogan û ”Erê” da ye.
Bi dîtina min ev piştgiriya Barzanî bi dîktatorekî wek Erdogan û cepheya faşîst ra skandal e.
Serokê partiyeke kurd dibê nebe piştgirê dîktatorekî diz, îslamîst, pan-turkîst û antî-kurd.
Lê mixabin Barzanî û partiya wî ev piştgiriya xwe ne bi dizî, eşkere da Erdoganê kurdkuj û neyarê miletê kurd.
Min wisa texmîn dikir piştî beyanên Erdogan û Yildirim yên li ser Kerkûkê, ala kurd û serxwebûna Kurdistanê, Mesûd Barzanî ewê ji Erdogan û AKPê dûr ketibûya.
Lê derket ortê ez di vê texmîna xwe da ez şaş bûme, pêwendiyê KDPê û AKP gelkî xurt in, zû bi zû xera nabin.
Li gel dijminatiya Erdogan ya bi wan ra, ya bi kurdên başûr ra jî Barzanî û KDP dev ji hevaltiya Erdogan bernadin.
Ez bi xwe viya wek skandalekê û wek şermeke mezin dibînim…
Barzanî kane li dijî HDPê be, piştgiriya wê û cepheya "Na" rast nebîne, min bi xwe jî boykot parast...
Lê ne rast e piştgiriya serokê dewleta tirk bike, ji kurdan ra bibêje rayên xwe bidin celad û îşxalkarê xwe.
Erdogan heta nuha çi kiribe ji nuha û pê da jî ewê eynî tiştî û heta gelek tiştên xerabtir  bike. Ew û MHPê li hemberî kurdan ewê teroreke hîn mezintir bimeşînin, ewê bi hezaran kurdên din bikujin û bavêjin zindanan.
Yanî ji Erdogan ji bo kurdan hêviyek hêviya tiştekî baş ne karê aqilan e. Tu ferq di nabêna Hesen Rûhanê û Erdogan da tuneye.
Di nabêna Erdogan û Seddam Husên da tu ferq tuneye.
KDPê bi çi aqilî piştgirî da dîktatorekî, wekErdogan, merivekî ku her roj bi kuştina bi hezaran kurdî îftîxar dike meriv fêm nake.
Erdogan ji kurdan ra dibêje ya teslîm bibin ya jî ji vî helatî herin. Lê PDK dîsa jî di piştgiriya Erdogan da şaşiyekê nabîne.
Piştgiriya bi Seddam Husên ra çiqasî şaş û siyaseteke ne netewî bû, piştgiriya bi Erdogan ra jî hewqasî şaş û ne netwî ye.
Dibê kurd bi tu hawî piştgiriya neyarên xwe nekin, nebêjin filan neyar ji yê din baştir e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE