23 april 2017

Berê jiyan xweştir û însan paqijtir bûn

Zaroktî jî, evîn jî, kal û pîrîtî jî berê xweştir û şîrîntir bû.
Hevaltîya berê jî ne wek ya nuha naylon û bi dev bû, bi rastî jî hevaltî bû.
Hevalê te wek şûrê şamê tim li pişta bû.
Berê însaniyet hebû, soz hebû, derew û xapandin şerm bû.
Berê camêrî, merdî şeref û serbilindî bû...
Berê zaroktî xweştir bû.
Meriv bi tiştên gelkî biçûk û basît dilşa û bextewar dibû.
Meriv hewqasî ne çavnebar û çavbirçî bû.
Însan hewqasî ne pûlperest bûn.
Însan pir merd û comerd bûn, hevalên hevalê xwe bûn.
Lê îro tahm û lezeta dinyayê û jiyanê  nemaye,
hertişt bûye berjewendî û pere.
Derew, xapandin û hevaltiya dijmin êdî ne şerm û fehêt e.
Berê zaroktî jî xweştir bû.
Wek zarok, meriv bi kabekî, bi guleyeke cînciqî, bi çend qapaxên xazozan(ew jî cinsekî cacacolaya kurdan bû), bi perçeyek têla zengarî, bi kalosekê-meriv ji kaxetê çêdikir û difirand- şad û bextewar dibû.

Zarokên îro, bi tiştên wiha şad nabin, dibê pisqilêt, kompîtor, game boy û emp3 û telefonên wan yên destan û gelek tiştên din yên ez navên wan nizanim hebin.

Evîn, dildarî jî berê başîtir û xweştir bû, paqijtir û ji dil bû. Meriv di evîna xwe da cidî û ji dil bû.
Ciyê evîneke, yareke din di dilê meriv da tunebû.
Heba tuneba ew bû.
Li dinyyê kes jê wê paktir û şîrîntir tunebû.
Ew sertaca hemû keçan bû…
Neynikeke biçûk, destmaleke destan ya nexşandî, şûşeyek lewante diyariyên dildaran yên herî giranbuha û manîdar bûn.

Çavqurçkirinek, nêrîn û mizicîneke xoşewîstî ya dildarê têra serxweşbûna meriv dikir, meriv wek xort kanîbû bi rojan, bi mehan bi van bîranîn û xatirayên dildarê ra bijîya û pê dilşa bibûya…
Welhasilî kelam, zaroktî jî, diladarî jî û hevaltî jî berê xweştir bû.
Berê dil dili bû, soz soz bû, heval heval bû…
Çimkî berê însan hewqasî ne gemarî û pîs bûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE