30 april 2017

Êrîşa ser Şengalê û Qereçoxê kane bibe destpêka azadbûna kurdên rojava

Bi êrîşa ser Şengalê û Dêrika Hemko Tirkiyê Emerîka wek moza sor azirand.
Êrîşa ser Şengalê û çiyayê Qereçoxê kane bibe destpêka azadbûna kurdên rojava, destpêka demeke nuh. Seddam bi êrîşa Helebçê çawa poşman bû, belkî rojekê tirk jî ji ber vê êrîşa xwe poşman bibin. Ev îhtîmal heye.
Tirk nuha poşman bûne, dibêjin
” meçi kir,
me çi kir,
me bi êrîşa ser Şengalê çiyayê Qereçoxê
xweliya heft gundan li serê xwe kir.”!
Ji bo parastina kurdan, Emerîka bi sedan wasiteyên zirxî û çekên giran ji Kobanê bigre heta bi Dêrika Hemko bi cî kir.
Tirk şeqizîne, ketine panîkê.
Medeyaya tirk dibêje gelo Emerîka ji bo çi hewqas wasiteyên zirxî li ser sînorê me bi cî dike?
Hukûmet bêdeng e.
Kes gefê li Emerîka naxwe.
Erdogan pir stûr bû, ji ber ku çavê wan kurdan dibrre li Şengalê û Dêrika Hemko 30 zarokên kurd bi hovana qetil kirin.
Lê ev êrîşên wan bû sebebê Emerîka derkeve hemberî wan û bibêje ”de werin, heger hûn mêr in werin min jî, heger hûn xurt in nuha guleyekê bera vî alî bidin!
Ancax Emerîka ji heqê van faşîst û nazîstên neyarên qewmê kurd derkeve ...
Lê bi xêra van êrîşan Erdogan Emerîka kir dostê me.
Ev piştgiriya Emerîka bûyereke pir mezin e, destpêka azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ye...
Stûrê, zulm heta û heta ji kesî ra namîne.
Tirkan bela xwedît.
Kurdistan ewê çê be. Dibê her kes êdî li gorî vê haziriyên xwe bike.
Tirkan ev dîtiye lema jî mirina xwe kirina çavên xwe, lema jî bi koranî dajon ser kurdan, PYDê û başûr.
Lê bêfeyde ye, Emerîka, dinayê biryar dane dibê kurd bibin xwedî dewlet...
Spas ji serok Trump ra, mala te ava be….

Nifira diya min qebûl bû


Xanima min û diya min tim li zalimên tirk nifiran dikin û dibêjin Xwedê teala bela van zaliman ji ber nigê wan bide, Xwedê aynê me ji van zaliman ra nehêle. Wa ye nifira wan qebûl bû.
Hey gidî gidî dinyayê hey, kê bawer dikir, kê tesewir û xeyal dikir ji rojan rojekê Emerîka bi van zirpoşên xwe, bi van çek û wasiteyên xwe yên zirxî, bi leşker û ala xwe me kurdan ji êrîşên Tirkiyeya mitefikê xwe û dewleta endamê NATOyê biparêze?
Lê dinya wek siya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî.
Carnan tarîx jî surprîzan çê dike.
Tiştê îro li Kurdistana rojava dibe, piştgiriya Emerîka bi kurdan ra surprîzeke tarîxê ya bêemsal e.
Îro li ser sînorên Kurdistanê hebûna leşkerên Emerîka, meşa leşkerên emerîkî û şervanên kurd ne tenê neyarên me, tirk û ereb dîn û har kirine, ne tenê hiş ji serê wan biriye, ev yek îşareta guherînên pir mezin e jî.
Gerek em kurd vê demê baş fêm bikin û siyaseteke li gorî van rojên tarîxî bimeşînin.
Dev ji neyartiya PYDê berdin, Xwedê van canfîdayên kurd biparêze û hêza wan zêde bike.
Ji me ra bêhemdî li hev hatiye, nifira diya min û xanima min qebûl bûye û Xwedê bela neyarên me daye û şansê azadbûna me zêde bûye.
Gerek em qîmeta şervanên PYDê û Emerîkayê baş bizanibin û dijminatiya PYDê nekin.
Hêza me tunebe, şervanên me tunebin kes me naxe dewsa însên. Qîmeta me, giraniya me bi qasî hêza me ya çekdar e. Îro wiha ye, ev pere dike.
Kêmsiyên PYDê, şaşiyên wê bi dostane bibêjin, lê dijminatiyê nekin.
Dijminatiya bi PYDê ra îro li berjewediya Tirkiyê ye, piştgiriya siyaseta Erdogan ya antî-kurd e.

XXX
Li gorî medyaya tirk hevkarî û piştgiriya Emerîka bi PYDê û kurdan ra "îxanet e" "
Medyaya tirk rismên şervanên kurd û leşkerên emerîkî yên bi hev ra, wasiteyên leşkerî yên Emerîka yên li ser sînorê Kurdistana rojava û bakur kirine manşetên îro. Û hevkariya kurdan û Emerîka bi îxanetê bi nav kirine.
Dîtina van risman ji bo tirkan helbet ji mirinê jî xerabtir e. Wan tu carî bawer û texmîn nedikir Emerîka were vê nuxtê û tercîheke wiha bike. Wan digot em çi bikin jî Emerîka dev ji me bernade û li hemberî me nabe hevalê YPGê. Çimkî em dewlet in.
Lê hesabê wan yê îcar vê gavê şaş derketiye.
Ew dixwazin Emerîka û hemû dinya weke wan dijminatiya kurdan bike.
Gava Emerîka bi leşkerên tirk ra sûretan digrin ne îxanet e, lê gava bi gerîlayên kurd ra be îxanet e.
Hêvî dikim Emerîka vê ”îxaneta” xwe bidomîne û dev ji piştgiriya kurdan bernede.
Gava tirk ji vê tifaqa kurd û Emerîka hewqasî aciz in, maneya xwe kurd, PYD li ser riyeke rast in.
Dibê PYD vê xeta xwe bidomîne û nabêna xwe û Emerîka ebeden xera neke.
Çend numûne ji manşetên rojnameyên tirk:
Posta: Nobeta Îxanetê
Milliyet: Emerîka-YPGê milê wan di hev da
Vatan : Nobeta şermê
Star: Kantona Emerîka
Sozcu: Trump dualî dilîze
Karar: Ev ne karê mitefika ye.


29 april 2017

Erdogan: ”Belkî şevekê ji nişka ve em têkevin Şengalê”


Li gorî Rûdaw dinivîse serokê Tirkiyê Erdogan gotiye ”Belkî şevekê ji nişka ve em têkevin Şengalê.”
Ev axaftina Erdogan ya li ser Şengalê û şehîdkirina 7 peêşmergeyan wiha ye:

"A ji we re Şengal, çi bû? Me bala xwe dayê nabe, tavilê operasyonek, teqrîben me îşê 220 terorîstan li wir qedand. Me li wir li merkezên wan yên herî mehîm xist. Çima ? Ji ber ku kes nikane bi vî miletî bilîze. Her kesê viya bizanibe. Gava wext û zemanê wê hat, em zanin em çi dikin. Şevekê ji nişka ve em kanin têkevin Şengalê…”
Wek tê dîtin Erdogan van gotinan ji Barzanî ra dibêje. Dibêje wan bi zanetî li pêşmergeyên roj xistin û vê yekê jî wek cezakirinekê bi nav dike.
Ji bo her kes bizanibe bi Tirkiyê nayê lîstin, Tirkiye nayê xapandin.
Diyar Barzanî hin soza daye Tirkiyê lê sozên xwe tam bi cih neaniye û lema jî Tirkiyê vê êrîşê ew ceza kir. 

Mesela îşxalê mimkûn e, kanin bikin.
Bi îhtîmaleke mezin haziriyeke vê jî heye,lema Erdogan wiha gotiye.
Çimkî li Kurdistana başûr hevalên Erdogan yên kurd hene.
KDPê heta nuha cerekê jî îşxala Tirkiyê protesto nekiriye, carekê jî li dijî hebûna leşkerên tirk derneketiye. Wek ji PKKê ra dibêje(bira bibêje)carekê jî ji Tirkiyê ra negotiye leşkerên xwe ji welatê me derxin.
Lema jî Tirkiye heger biwêribe kane Şengalê jî wek Cerablûsê îşxal bike.
Ji xwe nuha jî herî kêm li 12 û belkî jî li 19 cihên Kurdistana başûr leşkerên tirk hene.
Beşekî Beşîkê di bin îşxala wan da ye.
Pênc partiyan êrîşê Tirkiyê ser Şengalê protesto kirin, PDKê û Barzanî Tirkiye protesto nekir, ji dêlî wê PKK rexne kirin, gotin sebebê vê êrîşê PKKê ye.
Yanî Barzanî hewqasî dostê Tirkiyêye ev êrîşa Tirkiyê ya hovana jî rexne nekir.
Rica ji dijmin nabe, heger bikanibin, heger biwêribin ewê bikin. Di viya da qet şika min tuneye.
Çimkî Erdogan her roj dibêje ewê nehêlin kurd li tu derê bibin xwedî dewlet.
Gava kurdan li Kerkûkê ala Kurdistanê hildan, Erdogan got ”wî paçikê xwe zû daxin, ya na hûn bedelekî mezin bidin…”
Yê min bi xwe tu şika min tuneye heger Tirkiye bikanibe ewê Şengalê jî, Kobanê jî û Qamîşloyê jî îşxal bike.
Lê heger biwêribe, bikanibe…
Di rewşeke wiha da tiştê kurd bikin parastina welatê xwe ye. Êdî bakur, başûr, rojava pir bêmane dibe, hemû kurd bi hev ra li hemberî vê dewleta nazî hêzên xwe bikin yek û li ber xwe bidin…

XXX

Heger Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd bernede îhtîmal heye leşkerên emerîkî jî bihkujin û ew û Emerîka werin hemberî hev, heta têkevin şer...
Pir zor e, lê hêvî dikim bibe.
Heta bigihîje Emerîkayê jî bi Erdogan ra ne li hev e, di nava teşxeleyê da ye, lê tenê PDK û Barzanî dev ji dostiya Erdogan bernadin.
Di demeke wiha da meriv hîn jî nabe dostê Erdogan.
Erdogan di şerê Sûriyê da li hemberî însaniyetê sûcên pir mezin kiriye, sûcên şer kiriye û armanca wî û MHPê li her dera cîhanê neyartiya kurda ye.

Laleyên kurdperwer li Diyarbekrê hatin îmhakirin


Laleyên ji alî belediya Diyarbekrê ve di refujeyên riyana da(di orta riyan da) hatibûn çandin ji ber ku rengê wan kesk, sor û zer bûne hatin rakirin.
Diyar e walî, leşker, polîs û mamûrên dewleta tirk rengên laleyan şibandine ala Kurdistanê, lema jî emrê îmhakirina wan dane.
Bi baweriya min dibê hukûmet hemû caw û çîçekên kesk, sor û zer û spî li Tirkiyê yasax bikin.
Çi heyf dijminên me pir bêşerf in.
Van mahcirên kafkasî û balkanî ji nîjadperestiyê, faşîstiyê wêdatir paranoyak in û zenofobîk in.
Dewletek çawa kane hewqasî bibe qeşmer meriv fêm nake…

XXX
Emerîka li ser sînorê Kurdistana rojava û bakur leşker û wasiteyên xwe yên zirxî li hemberî êrîşên Tirkiyê ji kurdan ra kirine mertal.
"Birayên" (!) me yên tirk û misilan dixwazin me bixwin, Emerîka emperyalîst û xiristiyan jî xwe ji me ra kiriye mertal, me û zarokên me ji top û bombeyên tirkan diparêze...
Kurdê hîn jî bi AKPê ra ye, hîn jî dost û hevalê AKPê ye êdî ew neyarê qewmê xwe ye, ew hevalê dijmin e...


XXX
Ev nivîsa min ya 5 sal berê Facê nuha bi bîra min xwest. Min xwend. Ji ber ku 5 sal berê min nivîseke wiha nivîsîye ez pir kêxweş bûm. 5 sal berê li ser planên Tirkiyê û tevgera Fetulah Gulen û mektebên Gulen yên li Kuristanê min kiriye gazî û hawar û min gotiye vana xayin in, vana gorra kurdên başûr dikolin, bira haya we ji we hebe. Destûrê nedin mektebên Gulen.
Piştî 5 salan derket ortê Gulen çi xayin bûye, mektebên Gulen ji bo nêtên pir xerab li Kuristanê bûne.
Dema min wiha digot gelek kurdên bi nav û deng diçûn konferansên Gulen, semîner didan merivên Gulen, di telewîzyona Gulen da xwedî kurdî û program bûn û ji kurdan ra gav û saetê pesnê Gulen û xizmetên wî didan.
Ew kes nuha jî ji her kesî bêtir bûne rexnegirên Gulen û tevgera wî. Lê heta dostê Gueln bûn, di xebata telewîzyona Gulen da tu şaşî nedidîtin, di çûna civîn, galayên Gilen ta tu şaşî nedidîtin,
Lê ji bo kurdan ferq nake, do jî ew kes merivên baş bûn, siyasetmedar, ronakbîr û nivîskarên hêja bûn û îro jî.

28 april 2017

Heta tiştê hat serê Îraqê neyê serê Tirkiyê tirk dev ji me bernadin

Erdogan dîsa got ewê destûrê nedin li Sûriyê kurd bibin xwedî dewlet!
”Ev du roj in ji alî Sûriyê da bi rengekî pir cidî Tirkiyê topbaran dikin. Dijminê me diyar e. Ma dibe em vanan bêbersîv bihêlin? Çi lazim be emê wiya bikin. Emê destûrê nedin li ser sînorê me yê başûr korîdoreke terorê were çêkirin. Hin cahil hene li gorî xwe heyeta wezîran ava dikin. Emê viya bêbersîv nehêlin. Li bakurê Sûriyê emê tu carî nehêlin dewleteke wiha(yanî dewleta kurd) ava bibe.”
Ji bo me kurdan ev belayeke pir mezin e, tirk bûne xwîna kera reş û ketine derêriyê me kurdan.
Ji be rem bêkes in çavê wan me dibire, lema jî dibêjin emê nehêlin li Sûriyê kurd ji bindestiya ereban derkevin û bibin xwedî maf.
Dewleta Sûrî, gelê Sûrî, hukûmeta Esed qebûl bikin jî, Erdogan dibêje ewê qebûl nekin; ewê nehêlin kurd li welatekî din jî bibin xwedî mafên netewî.
Ev bela û zorbatiyeke dûr î aqilan e, meriv nikane fêm bike.
Çend sal berê eynî tişt ji bo kurdên başûr jî gotin.
Nuha jî dora Sûriyê ye.
Wa ye Nêçîrvan Barzanî dîsa mîvanê Erdogan e. Camêr mehê jî naxe nabêne, ji heftê carê mîvanê Erdogan e. Diyar dostayî pir pêş da birine. Xwedê muhbeta wan zêde bike.
Bi baweriya min dibê Nêçîrvan Barzanî ji mazûbanê xwe Erdogan ra bibêje ji bo çi tu yê destûrê nedî kurd li welatekî din bibin xwedî dewlet?
Kurd û ereb li Sûriyê çi dikin, çi nakin çi ji te ra, çi îşê te pê ketiye?
Kat u dibêjî em birayên hev in, çima tu naxwazî birayê te li weletekï din ji bindestiya xelkê xelas be û bibe xwedî dewlet?
Çend sal berê te eynî tişt ji bo me kurdên başûr jî digot, ev çima tu hewqasî neyarê me kurda yî?

Cesareta medenî bi ronakbîrên kurd ra tuneye

Cesareta medenî pir piraniya kurdan ra tuneye, di warê beyankirina fikrî da piranî bêzirav, sunepe, tirsonek in.
Bi şikil û şemala xwe, bi şiklê jiyana xwe xwenda, edîb û ronakbîrên kurd feodal û eşîrperest xuya nakin.
Lê belê bi bi kultur û dîtinên xwe, bi şêl, tevger û praktîkên xwe yên li hemberî şexsan, partiyan û bûyeran, heger ne hemûn bin jî piraniya wan oportunîstiyê dikin, li gorî norm û kultura feodal û eşîrtiyê hereket dikin, di dîtin, fikir û baweriyên xwe da xwe sansor dikin.
Ne ya dilê xwe, nej î ya di serê xwe da dibêjin.
Cesareta medenî pir piraniya kurdan ra tuneye, di warê beyankirina fikrî da piranî bêzirav, sunepe, tirsonek in.
Çimkî ji rastiyê ra nabêjin rast û ji şaşiyê ra jî nabêjin şaş.
Ji yê bi heq ra nabêjin tu bi heq î û ji yê neheq ra jî nabêjin tu neheq î.
Li hemberî rastiyê jî, li hembrî şaşiyê jî, li hemberî başiyê jî, li hembrî xerabiyê jî xwe kerr û lal dikin.
Ez qala murîd û pûlperestan nakim…
Çimkî naxwazin dilê kesî ji xwe bihêlin, naxwazin xwe bikin destiyê kêrê…

XXX

Dema yek li ser qapaxa(berga)kitêba xwe "ROMAN" ya jî "ÇÎROK" binivîse ew kitêb nabe roman û çîrok.
Ma meriv ji "TIRPÊ" ra bibêje "SÊV" tirp dibe sêv?

27 april 2017

Emerîkayê êdî baş fêm kiriye Tirkiye tu carî nabe mitefikê wê

Serokê Konseya Têkiliyên Derve yê Emerîkayê Richard Haass: "Tirkiye tu carî nikane bibe ortaxê Emerîkayê"
Serokê Konseya Têkiliyên Derve yê Emerîka (DYA) Richard Haass, piştî êrîşên Tirkiyê ser Şengalê û Dêrika Hemko û şehîdkirina 7 pêşmerge û 20 gerîlla li hemberî Tirkiyê reaksiyeoneke pir sert nîşan da û got, ”Tirkiye nîşan dide ew tu carî nikane bibe ortaxê me.
Tirkiye li Sûriyê bi tevgerên xwe yên leşkerî yên li hemberî kurdan nîşan dide Tirkiye belkî kane bibe mitefikê Emerîkayê, lê belê tu carî nikane bibe ortaxê wê. Êdî wext hatiye Emerîka siyaseta xwe di warê stratejîk da careke din binirxîne, hesabekî nuh bike.
Serokkomar Erdogan, banga(dawetnameya) kongreya Potusê ji bo ku li Sûriyê êrîşî YPGê bike bi kar tîne. Û bi yekê jî zirarê dide şerê li hemberî Daîşê. Heger Tirkiye van hereketên xwe bidomîne dibê ziyareta Erdogan ya meha gulanê were îptal kirin.”
(Çavkanî Sputnîk)
Ev gotinên Haass nîşan dide Qesra Spî baş fêm kiriye Tirkiye ebeden guh nade berjewendiyên Emerîkayê, hukûmeta AKPê ji bo xwe çi rast bibîne wer hereket dike, qurişekî xwe jî di rica û daxwazên Emerîkayê nade.
Bihîstina van gotinan ji devê berpirsiyarekî muhîm yê Qesra Spî bêguman ji bo me kurdan pir muhîm e.
Ev gotinên Haass jî nîşan dide dijayetiyên nabêna Emerîka û Tirkiyê pir cidî ne û kûr in.
Lê belê Emerîka û Xerb ji Tirkiyê ra çi bibêjin jî, çi rexneyê lê pirgrin jî, heta Tirkiyê ji NATOyê jî derxin, bi baweriya min Tirkiye ewê dîsa jî guh nede wan û siyaseta xwe ya antî-kurd neguherîne.
Lê Emerîka û Xerb kanin dev ji piştgiriya kurdan berdin û daxwazên Tirkiyê qebûl bikin.
Îhtîmala Emerîka û xerb pozîsyona Tirkiyê qebûl bikin ji ya Tirkiye xwe biguherîne û dev ji neyartiya kurdan berde gelkî zêdetir e.
Tirkiye bi van partiyan, bi van serokan tu carî siyaseta xwe ya antî-kurd naterikîne.
Çimkî ne AKP û Erdogan tenê, MHP û CHP jî, Bahçelî û Kiliçdaroglu jî bi qasî AKPê û Erdogan antî-kurd in.
Û piştgiriya vê siyaseta antî-kurd ya gelêrî jî di nava civata tirk da pir xurt e.
Gelê tirk bi piraniyeke pir mezin dixwaze Tirkiye li her derê şerê kurdan bike, nehêle kurd ne li Îraqê û ne jî li Sûriyê bibin xwedî dewlet.
Û bi taybetî jî li Sûriyê, ji bo kurd nebin xwedî maf, xwedî otonomî û federasyon çi xerabî ji destê Tirkiyê were ewê bike.
Çimkî îro roj partiya, hêza li dijî vê siyaseta Erdogan û AKPê ya antî-kurd tuneye, hemû partiyên tirk di şer û neyartiya kurdan da hemfikir in.
Lema jî ez dibêjim Emerîka di warê dîplomatîk da çi bike jî Tirkiye ewê dev ji siyaseta xwe ya li dijî kurdan bernede.
Tenê tiştek kane Tirkiyê rawestîne, ew jî zor e, gerek Emerîka lêxe, devê tivingê nîşan bide. Dibê him ji NATOyê derxin û him jî lêxin. Û ev jî ne ku ne mimkûn e, lê pir û pir zor e. Ez bawer nakim Emerîka ji bo kurdan tiştekî wiha bike.
Heta rewş negihîje vê nuxtê Tirkiye dev ji hevaltiya Daîşê, Nusrayê û neyartiya kurdan bernade.
Ji bo dev jê berde wek min got dibê zorê, ço bibîne. Ya na pir zahmet e. Çimkî hemû partî irqçî, faşîst in, di dereceya paranoyayê da neyarên kurdan ne, gelê tirk jî wisa ye…
Lê Emerîka alîkariya ji ser kurdan qut neke, wek nuha piştgiriya xwe bidomîne ewê jî pir baş e…


Em kurd sêwiyên dinyayê ne

Birano, xulamên faris, ereb û tirkano, xulamtîya neyar ne çare ye, ne ruhê we û ne jî mal û milkê we yê we ye.
Dibê hûn jî wek faris, ereb û tirk bibin xwediyê dewleta xwe ye.
Wekî din xelasiya me ji vî halê rezîl tuneye.
Diya baş û xerab tuneye.
Ya herî xerab sêwîtî ye, bêdewletbûn e.
Her wisa welatê baş û xerab jî tuneye.
Ya herî xerab bindestî, mahcirî û bêwelatbûn e.
Em kurd îro wek zarokê sêwî, miletekî sêwî ne, miletekî bêwelat û bêdewlet in.
Bi milyonan kurd bindestên ereb, ecem û tirk in.
Weke her miletî gerek em kurdî jî bibin xwedî dewlet û welat. Dibê em ji vî halê zelîl xelas bin.
Heta em nebin xwedî welat û dewlet li vê dunyayê ewê tu carî rehetiya me tunebe.
Geh li Kobanê û Efrînê, geh li Şengal û Qendîlê, geh li Dêrika Hemko balafirên tirk ewê tim bedenên zarokên me perçeperçeyî bikin…
Xwedê tu zarokî sêwî û tu miletî jî bêwelat nehêle….
Wek kurd azadiyê, serxwebûnê, dewletê bixwazin, yên dewletê û serxwebûnê naxwazin biricimînin, nekin serok û berpirsiyarên xwe.
Ji havêlên neyaran hez nekin, wan nekim mezin û berdevkën xwe.
Birano, xulamên faris, ereb û tirkano, xulamtîya neyar ne çare ye, ne ruhê we û ne jî mal û milkê we yê we ye…
Bira nalet li meqam, mal û milkê jiyaneke bindest were…


26 april 2017

Ji bo Tirkiyê pêşmerge jî û gerîlla jî neyar û terorîst e


Ordiya tirk: Me li Şengalê û li herêma Qereçoxê 70 terorîst kuştin.
Serfermandarê Ordiya Tirk di beyana xwe ya li ser êrîşên ser Şengalê û Dêrika rojava, herêma çiyayê Qereçoxê gotiye:
”Me li Şengalê û li herêma Qereçoxê 70 terorîst kuştin.”
Wek tê dîtin ji bo ordiya(artêşa) tirk ferqa pêşmerge û gerîla tuneye, ji bo wan pêşmerge jî gerîla jî terorîst in û lema jî kuştin heq kirine.
Yanî Tirkiye ji kurdên başûr ra dibêje ji bo me hûn hemû terorîst in û zêde pêş da necin, dev ji referandûmê û serxwebûn merxwebûnê berdin, ya na bersîva me ewê tim ev be.
Tirkiye viya pir vekirî dibêje.
Lê kurd xwe li nezaniyê datîn, dibêjin na, qesda êrîşê, beyana serfermandar û gotinên Erdogan ne ev e, Tirkiye ne li dijî me ye…
Lê hin kurd dîsa jî naxwazin Tirkyê û hukûmeta AKPê wek dijminê pêşmerge qebûl bikin.
Dibêjin na lo, qesta wan ne pêşmerge ye, Tirkiye pêşmerge dijminê xwe nabîne û lema jî nakuje
Li gorî van kurdan Tirkiye û bi taybetî jî Recep Tayyip Erdogan dostê PDKê, pêşmerge û kurdên başûr e.
Bûyera Şengalê jî qey bi şaşî bûye.
Wa ye Erdogan jî ji xwe got, me berê xeber da wan ji bo ku xwe bidin alî…
Li gorî wan Tirkiye tenê li dijî PKKê û PYDê ye û ew jî îşê me pê tuneye, Tirkiye wan dikuje, dihêle em îşê xwe jê naynin.
Ji bo me ya muhîm Tirkiye dijminatiya Kurdistana Federe û PDKê neke û ji xwe nake jî.
Birêz Erdogan carnan hin gotinên ne xweş û li dijî kurdên başûr bibêje jî dibê meriv zêde mezin neke, ew siyaset e.
Ewrdogan dostê kurdên başûr e, lê hûn(yanî kesên dibêjin Erdogan û Tirkiye ne dost in) ya viya nabînin ya jî fêm nakin.
Bi kurtî dîtin û argumentên dostên erdogan û Tirkyê ev in.
Fam nakin neyarê bavan nabin dostên lawan…
Êrîşa Tirkiyê li Şengalê ser meqerê hêzên pêşmerge ne bi nezanî ye, bersîva hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê û biryara kurdan ya referandûma ji bo serxwebûnê ye.
Lê wer xuya ye PDK û hin kurd naxwazin vê mesaja Tirkiyê rast bixwînin. Ji dêlî li dijî vê êrîşakariya Tirkiyê derkevin, sûc dixin hustuyê PKKê, dibêjin ne PKK be Tirkiye bela xwe di me da.
Lê ev îdîa ne rast e. Di reaksiyana Tirkiyê ya li hemberî ala Kurdistanê û biyara kurdan ya referandûma serxwebûnê da derket ortê Tirkiye ne dostê kurdên başûr e, bi qasî li dijî PKKê ye hewqasî jî li dijî serxwebûna kurdên başûr e. Erdogan ev yek pir vekirî got.
Lê Kurdên başûr, bi taybetî jî Mesûd Barzanî û heval û dilxwazên wî hîn fêm nekirine heta Tirkiye dev ji dijminatî û şerê PKKê û PYDê bernede, heta mafê kurdên xwe nede tu carî nabe dilxwaz, xêrxwaz û dostê Barzanî û Kurdên başûr…


XXX
CHPê bi dil û can piştgirî da êrîşên Tirkiyê yên ser Sengalê û çiyayê Qereçoxê
Cîgirê serokê CHPê Ozturk Yilmaz, bi êrîşa balafirên Tirkiyê ser Şengalê û qetilkirina 5 û birîndarkirian 9 peêssmergeyan pir kêfxweş bûye û gotiye:
”Pir normal e, dereng maye. Em pir baş dibînin.”
Gotineke pêşiyên çîniyan heye, dibêjin, ”Bi hev ra ewtîna/reyîna hemû kûçikên taxê ne tesadufî ye.”
Rast e, metaforeke pir xwes e, bi rastî jî hemû kûccikên tirkan bi hev ra diccin kurdan, bi hev ra bi kurdan da diewtin.
Dibê em kurd vê rastiyê êdî bibînin û qebûl bikin, tirk bi kusstina gerîla jî û pêşmerge jî pir kêfxwes dibin.
Ji bo tirkan bi qasî misqalekî jî ferq nake navê yê hatiye kuştin ”pêşmerge” ye ya jî ”gerîla” ye.
Ji bo tirkan ya muhîm dibê kurd were kusstin. Ev xeber her tirkî pir kêfxwess dike…
Lê bi hezaran kurdên totikvala û ji şiûrên netewî bêpar hîn jî ev rastî fêm nekirine û naxwazin fêm jî bikin.
Li gorî wan Tirkiye bi hin kurdan ra dost e û bi hin kurdan ra jî dijmin e.
Gava zanîna dîrokî kêm, şiûrê netewî zeîf û totik jî hinekî vala be meriv wiha difikire…
Ev jî trajediya me kurda ye....


Birîndarên Şengalê ji bo dermankirinê birin Tirkiya qatilê wan

Sosireta giran, birîndarên Şengalê ji bo dermankirinê dişîninTirkiyê, yanî ba qatilên wan
Li gorî Rûdaw dinivîse pêşmergeyên li Şengalê di êrîşa balafirên tirk da birîndar bûbûn ji bo dermankirinê ewê bişînin Tirkiyê.
Yanî ewê bişînin ba qatilên wan…
Bi baweriya min ev yek li hemberî ruhê pêşmergeyên şehîd bêhurmetî û heqaret e.
Skandaleke mezin e.
Meriv wan birîndaran li mal jî derman bike, meriv dîsa jî naşîne nexweşxaneyên vê dewleta qatil.
Balafirên Erdogan îro bi hovîtî bedena 23 xortên kurd bi bombeyan perçeperçe kirin, lê yên me hîn jî bi çavê dost li Tirkiyê û tirkan dinêrin û lema jî birîndarên xwe dişînin dewleta qatilê wan.
Vana êdî bûne evîndarên qatilên xwe…

XXX
Hin xwendevan dibêjin ewê birindaran bibin Batmanê, Batman ne Tirkiye ye, Kurdistan e.
Ev demagojî ye. Batman jî û tuxtor jî di bin destên dewleta tirk da ne. Tirkiye ye. Ancax bi îzna dewletê meriv kane birîndarê xwe bibe nexweşxaneyeke Tirkyê.
Ma li Hewlêrê nexweşxane û tixtor tune ne?
Tirkan îro 23 mêr ji me kuştin û 27 heb jî birîndar kirin.
Piştî vê qetlîamê û vê çavsoriyê meriv birîndarên xwe naşîna Tirkiyê, ba van qatilan.
Meriv birîndarên xwe li mal jî derman bike dîsa jî ji bo şandinê destûrê ji van qatilan naxwaze.
Ev tê wê maneyê hukûmeta Kurdistana Federe ji van êrîş û qetlên Tirkiyê aciz nebûye…
Şerm e, dibê meriv hewqasî jî xwe biçûk nexe û bi xurûrê kurdan binpê neke

XXX

PKK serxwebûnê, dewletê, federasyonê, heta otonomiyê jî naxwaze. Lê Tirkiye dîsa jî bi şîdet şerê wê dike.
PYD jî her wisa. PYD navê Kurdistanê jî bi kar nayne. Lê tirkiye dîsa jî bela xwe ji PYDê venake.
Lê li gorî hin kurdan Tirkiye ya dijminê PKK û PYDê ne dijminê PDKê ye, heta ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye jî…
Ev xwe xapandin e, xeyaleke bêbingeh e.
Dibê em şaş nebin, Tirkiye dijminê Kurdistanê ye, PKK filan hincet e, kî
Ev Tirkiye çima ewê bibe dostê Barzanîyê serxwebûnê diparêze?
Kurdistanê, serxwebûnê, dewletê bixwaze Tirkiye li dij e.
Tirkiye ne dostê PDKê û kurdên başûr.
Do gava kurdan li Kerkûkê ala Kurdistanê hildan Erdogan got, ”wî paçikî daxînin, ya na hûnê poşman bibin û bedelekî giran bidin.”
Ma li Kerkûkê PKKê al hilda bû?
Tirkiye bi şîdet li hemberî biryara kurdna ya referndûmêye jî.
Ma PKK dike referandûmêçêke?
Yanî PKK bahane ye, PKK tunebe jî Tirkiye dev ji kurdên başûr bernade. Îspata wê numûneya Kerkûkê û hildana ala Kurdistanê ye.
Ya din bi hezaran leşkerên tirk li Kurdsitanê ne, îşxal kirine. Dibê hukûmet derketina wan jî bixwaze.

25 april 2017

Tirkiyê îro Kurdistan kir gola xwînê

Balafirên şer ên Tirkiyê îro hin herêmên Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encama êrîşê da 6 pêşmerge kuştin û 7 jî birîndar kirin.
Ez vê êrîşa Tirkiyê ya qahp û hovane bi şîdet protesto dikim. Bi vê êrîşa namerdane Tirkiyê careke din nîşan da ew neyarê qewmê kurd e, tirk mar in, qeleş û bêbext in.
Emerîka, Rûsya xwe li wan diboqîne nikanin tiştekî bikin, çavên wan tenê me kurdan dibirre.
Dibê hukûmeta Kurdistana Federe û hemû kurd bi xurtî li dijî vê çavsoriya Tirkiyê derkevin.
Ya na Tirkiyê ewê êrîşên wiha her roj bidomîne…
Ji xwe Erdogan û Bînalî Yildirim gotibûn ewê êrîşî Şengalê biki
Bombebarankirina hêzên pêşmerge ne bi şaşî ye, bi zanetî li pêşmergeyan dan û xwestin çend heban bikujin. Belkî bi vî hawî PDKê û PKKê, hêzên kurd bînin hemberî hev.
Dibê kurd vê zindîqiya tirkan bibînin.
Ya din Tirkiye êdî pir vekirî piştgiriya Daîşê û Nusrayê û hemû çeteyên îslamî dike û bi êrîşên wiha heyfa çeteyên Daîşê ji kurdan digrin.
Dibê hukûmeta Kurdistanê vê plana tirkiyê bibîne û ji hêzên hevpeyman alîkariyê bixwaze. Dibê Emerîka û hêzên hevpeyman nehêlin tirk her roj
pêşmerge û gerîla bikijin.


Pênc partiyên kurd îro(25/4), Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi tundî bombebarana balafirên Tirkiyê yên li Çiyayê Şengalê şermezar kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestin li hemberî vê êrîşa Tirkiyê ya hovane bêdeng nemînin.
Lê tiştê ecêb û sosiret PDK ne di nava van partiyan da ye. Yanî PDKê ev êrîşa Tirkiyê ya hovane bi 5 partiyên kurd ra protesto nekiriye. Diyar e Tirkiye çi bike jî Barzanî û PDK ewê dengê xw eneke.  Meriv şerm dike.




XXX
Li gorî Îran êrîşa kîmyayî ya li Îdlibê karê Tirkiye û Nûsrayê ye.
Çavkaniyeke ji heyata Îranî ya serdana Yûnanîstanê kir ji Spûtnîkê ra gotiye ”li gorî nêrînekê êrîşa kîmyayî ya li Sûriyê provokasyona Tirkiyê û Nûsrayê ye.”
Eynî çavkaniyê ji Sputnîkê ra gotiye Îran dixwaze li ser bûyerê lêkolîneke navnetewî were kirin.
Wek tê zanîn li gorî îdîa Tirkiyê, Emerîka û hin welatên Ewrûpa artêşa Sûriyê li Îdlibê çekên kîmyayî bi kar anî. Lê belê heta nuha nehat îsbatkirin Sûriye ye. Artêşa Sûriyê jî bi israr dibêje çekên wan ên kîmyayî tuneye.
Esas wek Rûsan û Îranê, Emerîka û Xerb jî zane yê bikar anîye Nusra û Tirkiye ye, lê nabêjin. Cara berê jî Tirkiyê bi Nusrayê da bikaranîn. Husnî Mahallî ev yek bi delîl bi cî û war kir.

XXX
Tirkiyê bi êrîşa ser Şengalê û qetilkirina 5 pêşmeregeyan heyfa Kerkûkê û ala Kurdistanê ji kurdan girt.
Çend roj berê gava kurdan li Kerkûkê ala Kurdistanê li ser dahîreyên resmî hildan Erdogan vekirî got:
”Wî paçikê xwe daxînin, ya na hûnê poşman bibin û bedelekî mezin bidin.”
Balafirên tirk îro li Şengelê bi qetilkirina 5 pêşmergeyan ev gefa Erdogan bi cî anîn…

Bi rastî jî mêrikan medelekî mezin bi kurdan dan dayin.

XXX

Tirkiyê îro Kurdistan kir gola xwînê. Li Şengalê 5 pêşmerge û li Dirêkê li çiyayê Qereçoxê jî 20 gerîlayên YPGê qetil kirin.
Di êrîşa balafirên tirk da li Şengalê 5 pêşmerge şehîd ketin û 9 jî birîndar bûn.
Û di êrîşa li çiyayê Qereçoxê jî li gorî berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, 20 gerîlayên YPGê bi namerdî qetil kirin û 18 jî birîndar in.
Heyfa çeteyên xwe Daîşê ji kurdan digrin.
Ev herbeke mezin e.
Ji destê kurdan jî çi tê dibê bikin. Wekî din çare tuneye.
Dibê kurd xwe biparêzin.

Mustafa Karasu ji kurdan ra dibêje xelasiya we di anarşîzmê da ye

Musta Karasu yek ji berpirsiyarên PKKê yê herî xwedî hukim û xwedî biryar e. Karasu di nivîsa xwe ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê da gotiye:
”Êdî dem hatiye dibê meriv dunyayeke bêdewlet, bêpatron, bêaxa, bêjin, bêmêr bifikire. Êdî îdareyeke bêdewlet, jiyaneke ekonomîk ya bêaxa û bêpatron, jiyanek azad ya bêjin û bêmêr mimkûn e.”
Karasu anarşîzma mirî, jiyana hîppîtiyê pêşkêşî kurdên bindest dike, dibêje dev ji serxwebûnê û daxwaza dewletê berdin, ji xwe ra bibin anarşîst, bibin hîppî.
Kurd miletekî misilman e, civateke paşdamayî, gundî ye, têkiliyên eşîrtiyê pir xurt in. Lê Karasuyê me anarşîzmê pêşniyarî vê civata musilman û gundî dike, xelasiya kurdan di anarşîzmê da dibîne.
Meriv matmayî dimîne…
Lê esas derdê Karasu bi dewleta kurd ra ye, dixwaze kurd ji bin destiya dewleta tirk rizgar nebin û nebin xwedî dewlet.
Îcar vê neyartiya xwe ya bi serxwebûn û dewletbûn kurdan ra bi terorî û felesefeya anarşîzimê perde dike.
Karasu bi dijayetiya dewletê ra li dijî muesasa malbatê, zewacê, ”jin” û ”mêr” jî derdikve.
Mêrik civateke berdanberdan, kê kanîbû bi kê, kê kir kê diparêze. Ji 40 milyon kurdên bindest û bêdewlet ra dibêje bibin, anarşîst û hîppî, nezewicin, nebin ”jin” û ”mêrên” hev.
Merivekî wiha berpirsiyarê PKKê ye û li ser qedera kurdan xwedî gotin û giraniyeke pir mezin e.
Ev jî bêtalîhî û trajediya miletê kurd e.
Li ku derê çepekî tirk yê ekstrem, anarşîstekî tirk heye PKKê kiriye serok û berpirsiyarê xwe.
Ji bo kurdên Kurdistana bakur kanibin ji bin destiya tirkan xelas bibin dibê berê ji Karasu û kesên wek wî xelas bibin.
Heta Mustafa Karasu û anarşîstên wek wî serok û berpirsiyarên PKKê bin ne mimkûn e kurd tu mafan bi dest xin….
Keda me ewê tim bibe keda bersîs û bi avê da here…

24 april 2017

Abûqatên Reza Zerrab bi dizî bi Erdogan ra civiyane

Du abûqatên Reza Zerrab di meha sibatê da bi dizî bi Erdogan ra hevdîtin kirine.
Reza Zerrab Îranî ye, lê hemwelatiyê Tirkiyê ye jî. Zerrab ev zêdeyî salekêye li Emerîkayê girtî ye.
Mahkima wî dom dike.
Reza Zerrab bi sûcên ”spîkirina perê reş, sextekarî, firildaq, tîcareta reş ya bi Îranê ra û tehdîdkirina ewlekariya Emerîkayê” tê îthamkirin.
A abûqatên vî sextekar û mafîayê mezin bi Erdogan ra di meha sibatê bi Erdogan ra rûniştine û mesela Zerrab peyivîne.
Zerrab li Tirkiyê bi milyaran bertîl daye wezîrên hukûmeta AKPê. Li gorî hin îdîa hin kesan Zerrab loqê herî mezin daye Erdogan û malbata wî. Yanî Erdogan jî di nava karê Zerrab da ye.
Li Emerîkayê gelek abûqatên Zerab hene.
Lê ji van abûqatan du navên pir muhîm hene. Yek serokê belediya New Yorkê yê bi nav û deng Rudy Giulianî û yê din jî wezîrê edaletê yê kevn yê Emerîkayê Mîchael Muskasey e.
Ev herdu abûqatên Reza Zerrab di meha sibatê da bi dizî hatine Tirkiyê û bi serokkomar Erdogan ra hevdîtin kirine.
Meriv matmayî dimîne !
Çi îşê wan bi Erdogan ra heye?
Erdogan serokkomarê Tirkiyê ye û ew jî abûqatên merivekî sextekar û mafîayekî mezin in…
Abûqatên merivekî wek Zerab, merivekî ji sextekariyê, ji firildaqên mezin, ji spîkirina perê reş, ji tîcareta reş û ji hezar û yek karên tarî tê mahkimekirin çima ewê bi serokkomarê welatekî ra bipeyivin?
Erdogan ne dozger e, serokkomarê welatekî ye, heger di nabêna wî û Zerab da peywendiyek tunebe, ji bo çi ewê abûqatên Zerab qebûl bike û bi wan ra bipeyive?
Gelo bi abûqatan ra çi peyivî û abûqatan jê ra çi gotin û jê çi xwestin?
Em viya nizanin.
Esas dibê ya Erdogan ya jî berdevkê wî naveroka vê hevdîtna bi abûqatên Zerrab ra eşkere bike.
Gava abûqatên krîmînelekî, sextekarekî beynelmîlel ji wealtekî dûr herin û bi serokkomarê welatekî ra bipeyivin, ev tê wê maneyê di nabêna yê krîmînel û serokkomar da têkiliyek, peywendiyek girêdanek heye.
Abûqat bi serê xwe neçûne ba Erdogan, miheqeq Zerrab hexwestiye ew herin bi Erdogan ra bipeyivin. Bêyî daxwaza Zerrab ne mimkûn e abûqat bixwazin bi Erdgoan ra bipeyivin.
Giulianî û Mukasey bêyî Erdogan li Anqerê bi gelek kesên din ra jî peyivîne û ev yek wek rapor kirine dosyaya Zerrab. Lê Can Atakli di nivîsa xwe da negotiye abûqat bêyî Erdogan bi kê ra peyivîne.
Li gorî Can Atakli di quncikê xwe da dinivîse, di serî da abûqatan ji mahkimê xwestine him çûna wan ya Tirkiyê û him jî rapora wan neyê eşkerekirin, bi dizî bimîne.
Mahkimê berê ev daxwaza abûqatan qebûl qebûl kiriye, lê dû ra red kiriye. Û ev yek jî di malpera wezareta Edaletê da eşkere kiriye.
Bêyî vê, wezîrê edaletê rapora 31 rûpelî ya herdu abûqatan jî di sîteya(malpera) xwe da weşnadiye.
Heta ev rapora abûqatan neketibû dosya Zerrab û di sîteya wezareta edaletê ya Emerîka da nehatibû weşandin li Tirkiyê haya kesî ji serdana abûqatên Zerab, Giulianî û Mukasey ya Tirkiyê û hevdîtina wan ya bi Erdogan ra çênebû.
Yanî bi medyayê jî bi dizî girt.
Bi baweriya min hevdîtina Giulianî û Mukasey ya bi Erdogan ra bûyereke ji skandalê jî mezin tir e.
Lê belê Erdogan ev e û merivê dinya Zerrab e.
Belkî gelek tirk û kurd Erdogan wek merivekî siyasî qebûl dikin lê ne rast e, Erdogan di esasê xwe da serokekî mafîayê ye, di gelek karên qirêj kirine û bi xelkê daye kirin. Lê van karên xwe yên tarî, ne li rê û bêqanûnî di bin per da siyasetê dimeşîne, siyasetê ji karên xwe yên reş û tarî ra dike mertal û perde….
Di nivîsa Cana Atakli ya di rojnemaya Sozcu da li ser vê meselê agahdariyên berfirehtir hene.

23 april 2017

Berê jiyan xweştir û însan paqijtir bûn

Zaroktî jî, evîn jî, kal û pîrîtî jî berê xweştir û şîrîntir bû.
Hevaltîya berê jî ne wek ya nuha naylon û bi dev bû, bi rastî jî hevaltî bû.
Hevalê te wek şûrê şamê tim li pişta bû.
Berê însaniyet hebû, soz hebû, derew û xapandin şerm bû.
Berê camêrî, merdî şeref û serbilindî bû...
Berê zaroktî xweştir bû.
Meriv bi tiştên gelkî biçûk û basît dilşa û bextewar dibû.
Meriv hewqasî ne çavnebar û çavbirçî bû.
Însan hewqasî ne pûlperest bûn.
Însan pir merd û comerd bûn, hevalên hevalê xwe bûn.
Lê îro tahm û lezeta dinyayê û jiyanê  nemaye,
hertişt bûye berjewendî û pere.
Derew, xapandin û hevaltiya dijmin êdî ne şerm û fehêt e.
Berê zaroktî jî xweştir bû.
Wek zarok, meriv bi kabekî, bi guleyeke cînciqî, bi çend qapaxên xazozan(ew jî cinsekî cacacolaya kurdan bû), bi perçeyek têla zengarî, bi kalosekê-meriv ji kaxetê çêdikir û difirand- şad û bextewar dibû.

Zarokên îro, bi tiştên wiha şad nabin, dibê pisqilêt, kompîtor, game boy û emp3 û telefonên wan yên destan û gelek tiştên din yên ez navên wan nizanim hebin.

Evîn, dildarî jî berê başîtir û xweştir bû, paqijtir û ji dil bû. Meriv di evîna xwe da cidî û ji dil bû.
Ciyê evîneke, yareke din di dilê meriv da tunebû.
Heba tuneba ew bû.
Li dinyyê kes jê wê paktir û şîrîntir tunebû.
Ew sertaca hemû keçan bû…
Neynikeke biçûk, destmaleke destan ya nexşandî, şûşeyek lewante diyariyên dildaran yên herî giranbuha û manîdar bûn.

Çavqurçkirinek, nêrîn û mizicîneke xoşewîstî ya dildarê têra serxweşbûna meriv dikir, meriv wek xort kanîbû bi rojan, bi mehan bi van bîranîn û xatirayên dildarê ra bijîya û pê dilşa bibûya…
Welhasilî kelam, zaroktî jî, diladarî jî û hevaltî jî berê xweştir bû.
Berê dil dili bû, soz soz bû, heval heval bû…
Çimkî berê însan hewqasî ne gemarî û pîs bûn…

Hukûmet piştî 3 milyon ereb dixwaze 3 milyon afgan jî bîne Kurdistanê

Hukûmeta AKPê piştî erebên Sûriyê,  nuha jî Afganan li Wanê û li Kurdistanê bi cî dike.
Çend roj berê Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak di daxuyaniyekê da got ”3 mîlyon penaberên afganî yên li Îranê dixwazin bên Tirkiyeyê.”
Piştî vê beyana Kaynak weke gava pêşî 150 afgan ji Îranê anîn li Wanê bi cî kirin.
Hukûmeta AKPê ji bo demografiya Kurdistanê biguhere û kurdan li Kurdistanê bike hindikayî di bin ra, bi dizî bi milyonan erebên Sûriyê û nuha jî afganan li Kurdistanê bi cî dike.
Li Ruhayê herî kêm 700 hezar ereb bi cî kirine, Dîlok(entab)hewetinê. Ruha êdî ji  bûye bajarekî ereban.
Lê ne li Ruhayê û Wanê tenê, plana dewletê ew e ku li hemû bajarên kurdayetî lê xurt e û di şerê xendekan bi plan wêran kirin, ereb û afganan li wan bajaran bi cî û war bikin.
Bi îhtîmalek mezin ji bo ku kanibin demografiya Kurdistanê biguherin yanî bi milyonan ereb û afgan li Kurdistnaê bi cî bikin şerê xendekan dan derxistin
Dixwazin ereb û afganan li bajarên wek Cizîrê, Şirnexê, Silopîyê, Farqînê, Diyarbekrê, Wanê, Gewerê, Nisêbînê û gelek bajarên din bi cî bikin.
Li gorî tê gotn xaniyên TOKî yên li van bajaran çê dikin jî ji bo erebên Sûriyê û Afganan in, ewê wan li van bajaran bi cî bikin.
Heger ev plana dewltê here serî ji bo kurdan ewê bibe felaketeke mezin e, Kurdistan ji dest diçe.
Li hemberî vê plana dewletê dibê partiyên siyasî, kesên ronakbîr, hemû hêzên kurd, miletê kurd  ji nuha da dengê xwe derxin û bicîkirina afaganan li Wanê protesto bikin.
Ji  nuha da bi xurtî li dijî vê plana dewletê ya nazîst û wendakirina kurdan rabin. Ya na sibe kane pir dereng be.
Dibê afgan ji Îranê û Afganîstanê neyên Kurdistanê.
Dibê ereb li Kurdistanê neyên belavkirin. Gerek vegerin welatê xwe.

XXX
Milyaketan gava Emerîka xuliqandin biyar dan sê nîmetên(tiştên)dinyayê yên herî baş têxin dergûşa emerîkiyê pêşî were dinyayê û dû ra ev bibe mexsûsê hemû emerîkiyên dû ra werin dinyayê..
Ev hersê nîmet jî ev bûne:.
Her emerîkiyê ji diya xwe bibe ewê durist be, biaqil be û zengîn be.
Lê belê milyaketan Îblîs ji vê yekê xeberdar nekiribûn.
Gava Îblîs ev bihîst pir qeherî. Bi qîrîn got, hersê nîmet jî bi hev ra ewê bi emerîkiyan ra tunebin. Du nîmet tenê besî wan e.
Yên durist û biaqil ewê nikanibin zengîn bibin.
Yên biaqil û zengîn ewê nikanibin durist bin.
Yên durst û zengîn ewê nikanibin biaqil bin.
Û ev yek jî ewê heta û heta dom bike…

22 april 2017

Em miletekî bêşans in

Di van dused salên dawî da li herêma me tu miletekî din bi qasî kurdan ji bo serxwebûna xwe serî hilnedaye.
Lê di her carê da ya rûs, ya alman, ya îngilîz, ya jî fransiz çûna hawara tirk, ereb û farisan û sêrîhildanên kurdan şikandine.
Sûriye, Îraq, Lubnan û 22 dewletên ereban bi şer û liberxwedana ereban çênebûne.
Hemû bi alîkariya ewrûpiyan bûn dewlet.
Îngilîzan Qiral Feysel ji Suûdî anîn danîn ser serê Îraqê.
Li Sûriyê jî eynî tişt kirin.
Îraq, ne bi liberxwedana ereban, bi alîkariya îngilîz û fransizan çê bû. Sûriye jî. Lê nexwestin kurdna ji bindestê tirk û ereban derxin. Bixwestana Kurdistan çê dibû.
Ji ber ku îro kurd bindest in û Kurdistaneke serbixwe tuneye û di ser da Kurdistan çar perçe ye, sebeb ne em in, îngilîz, fransiz, rûs û Emerîka, Neteweyên Yekbûyî ye.
Heger bixwestana kanîbûn yekîtiya kurdan jî çêkin.
Lê di dîrokê da ne rûsan û ne jî ewrûpiyan tu carî ji bu Kurdistan çê bibe piştgirî nedan kurdan, belovacî wê gava osmanî û ecem û ereb zeîf ketine tim çûne alîkariya wan, alîkariyên leşkerî dane wan.
Îro jî yekîtiya kurdan têra xwe heye, kurdên herçar perçên Kurdistanê çûn Hawara Kobanê û Şengalê û xwîna xwe rijandin.
Di nava pêşmerge û gerîla da kurdên ji her çar perçên Kurdistanê, heta kurdên ji Kafkasan, ji Konyayê û Anqerê jî hene û hemû mil bi mil bi hev ra li hemberî hêzên îşxalkar şer dikin, xwîna xwe ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê diherikînin.
Ev jî îspata yekîtiya kurda ye. Lê Ewrûpa, Rûsya, Emerîka, Neteweyên Yekbûyî hîn jî piştgiriyeke ji dil û temam nadin kurdan.
Lema jî tiştê neyaran ji me ra gotine ne rast in. Sebebê bindestiya me ne em in…
Mixabin heta nuha berjewendeyên me û dewletên mezin nebûne yek, lema jî piştgirî nedane me…
Ev nayê wê manê qet kêmasî û şaşiyên pêşiyên me çênebûne.
Helbet wan jî şaşî kirine, lê belê bindestiya me ne ji ber şaşiyên wan in, gelek faktorên din hene…

Yanî ne pêşiyên me nezan bûn û ne jî  em nezani in, şansê me qahp e, dijminên me him pir in û him jî xurt in. Û dinya jî li berjewendiya xwe dinêre… 

Çîroka Satilmiş Dîlbaz û Dursun Salakê tirk


Satilmiş Dîlbaz û Dursun Salakê tirk sohbet dikirin. Satilmiş ji Dursun Salak ra got
“ Gerek meriv zimanekî biyanî bizanibe.
Dursun got:
”Ewê çi feydeyê bigihîne me?
Satilmiş got:
”Turîstek ji me tiştekî bipirse em nikanin bersîvê bidin. Çimkî em bêyî tirkî bi zimanekî din niznin.
Tam di wê esanyê da turîstek ji wir derbas bûye û ji Satilmiş Dîlbaz û Dursun Salak bi îngilizî pirsek kiriye.
Satilmiş û Dursun tiştek fêm nekirine.
Mêrik bi almanî pirsîye.
Dîsa fêm nekirine.
Bi fransî, îspanyolî, îtalî, rûsî, çînî, welhasil bi heft, heyşt zimanan pirsî ye…
Lê Satilmiş Dîlbaz û Dursun Salakê tirk tiştek fêm nekirine. Li ser vê turîstê feqîr dev ji wan berdaye û çûye.
Dursun Salak pel pel li pey mêrik nêrîye û gotiye min dev ji fêrbûna zimekî biyanî berda. Satilmiş gotiye ji bo çi kuro, ziman baş e…
Dursun Salak gotiye:
“Ma tu nabînî mêrik bi 7 zimanan nikanîbû derdê xwe bi me bide fêmkirin, emê bi zimanekî tenê çi xweliyê li serê xwe kin!

XXX
Dibê em kurd bi dengekî bilind ji emerîkiyan, ewrûpiyan û rûsan ra bibêjin we çawa Kurdistan perçe kir û em kirin bindestên ereb, tirk û farisan, dibê nuha jî hûn Kurdistanê çêkin û me ji bindestiyê xelas bikin.
Ewrûpiyan bi destên xwe Kurdistan dan tirkan, ereban û farisan, dibê nuha jî ji wan bistînin. Xwestina viya heqê me ye.
Heger ne alîkariya ewrûpî û rûsan bûya tirk, ereb farisan nikanîbûn welatê me ji me bistinîn û me jî ji xwe ra bikin kole.


XXX
Piştî Heyeta Bilind ya Hilbijartinê(YSK)giliyê CHPê yê li ser sextekariyên referandûmê da red kir, CHPê mesele bir Mahkima Bilind/Daniştiyê.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li ser gilîyê CHPê li Mahkima Bilind(Daniştiy)gotiye:
”Hûn diherin kur herin, hûn li ku gilî dikin bikin. Tu mahkime nikane biryareke di ser îradeya gel ra bide…”
Yanî me hîleya xwe carê kiriye, kes nikane hîle û sextekariya me betal bike. Bi gotineke din mêrik dibêje hîle mîle, sexteakrî mextekarî, hûn çi bikin jî em îktîdarê nadin.
Hewqas…
Viya her kes zane…

Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne

Dibêjin Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne.
Yanî kî layiq û musteheqê çi ye ew tê serî.
Hertim wiha nebe jî lê carnan bi rastî jî wer dibe, kî layiqê çi be ew tê serî.
Erdogan wek serok û Kilçdaroglu, Bahçelî û Gulen jî wek muxalefet ji serê wan û bav û kalê wan zêde ye, hemû tam li gorî wan in.
Yanî beroş digindire, digindire (tot dibe, tot dibe), dawiya dawî qapaxa xwe dibîne…
Bi navê Xwedê tirk tam layiqî yekî wek Erdogan  û vê muxalefetê ne.
Miletekî hewqasî mizûr û nerind, miletekî hewqasî irqçî û ji însaniyetê bêpar ancax layiqî serokekî wek Erdogan û rejîmeke wek ya AKPê be.
Li ruyê dinyayê du milet tenê hîn ji însaniyet û medeniyetê pir dûr û in û naxwazin bibin miletên medenî û civatên demokrat û pêşeketî. Ew jî tirk û ereb in. Ez bawer nakim bêyî tirk û erevan tu miletekî din xwedî fikir, bawerî  û îdeolojiyên hewqasî prîmîtîv û hov bin.
Hela bala xwe bidinê piştî hewqas serpêhatî û tecrûbe, hewqaz qetlîam, 35 sal şerekî bi xwîn, wêrankirna Kurdistanê alternatîfa Erdogan û rejîma wî hîn jî înkar û qirkirina kurda ye, hîn jî xwestina rejîmeke kemalîst û piştgiriya fêlbaz, çilmo û kalpazanekî wek Gulen e.
Yanî alternatîfa Erdogan hîn jî du hereket û îdeolojiyên ji Erdogan xerabtir in, hîn jî li ortê alternatîfeke demokratîk û azadîxwaz tuneye.
Muxalefet jî hîn bi qasî îktîdarê neyartiya kurdan dike.
Yanî yek ji yekî xerabtir e.
Heger meriv ji însaniyetê, ji demokrasiyê, ji medenyetê piçekî para xwe girtibe ma qet dibe mirîd û heyranê çilmo(lîço) û sextekarekî wek Gulen?
Li Tirkiyê akademîsyen, întellektuel, nivîskar, alim, siyasetmedar jî di nav da bi sedhezaran însan bûn mirîdê sextekarekî wek Gulen.
Li Tirkiyê hîn jî bi milyonan însan heyranê Ataturk û rejîma kemalîst in.
Hîn jî tirk dixwazin kurd  ne li Tirkiyê tenê bindest bimînin, dixwazin li Sûriyê û li Îraqê jî kurdan bifetisînin, bindest bihêlin.
Viya ne tenê Eerdoga û rejîma wî ya faşîst dixwaze, ji sedî 99ê tirkan jî dixwazin artêşa tirk li Îraqê û li Sûriyê kurdan qetil bike û bêmaf bihêle.
Ji xwe sebebê piştgiriya bi Erdogan ra ev e, ji ber Erdogan dibêje ezê nehêlim kurd li Sûriyê û li Îraqê bibin xwedê dewlet, ezê wan fifetisînim, lema Bahçelî û miletê tirk piştgiriyê didinê.
Akademîsyen û rojnamevanekî wek Alî Bayramoglu jî dijminatiya Tirkyê ya bi kurdên Sûriyê û PYDê ra, ya bi Kurdistana başûr ra neheq nabîne. Dibêje Erdogan di tirs û muxalefeta xwe ya li hemberî PYDê û PKKê da ne beheq e.
Alî Bayramoglu xwedêgiravî yek ji ”demaokratên” tirk e.
De îcar gava demokrat ev mal be, serok ewê Erdogan û muxalefet jî Gulen û kemalîst bin û faşîstekî wek Dewvlet Bahçelî be.
Lê em kurd jî bindestên van hovan in, heger em ne bindest bûna, heger zirara van faşîst û çeteyan negihîşta me, me îşê xwe ji wan nedianî.
Maşalê li ser koka hev rûniştana.
Minê ji kurdên bawermend rica bikira ji bo ku di pênc wext nimêja xwe da nifir li van hovan bikirana, bigotana ya Rebî tu Erdogan ji serê wan kêm neke, heta tu yekî jê xerabtir, yên wek Bahçelî û Gulen bikî serokê wan.
Lê em jî di agirê van hovan da dişewitin,  pîsiya wan di mejî digere…
Hêvî dikim ev zalim û hov û faşîstên herî har bela xwe  ji ber nigê xwe bibînin û zêde zirarê nedim miletê me yê mezlûm…

21 april 2017

Ji Îsraîl û Filîstîn çavdêriyên kurdekî

Zekî Ozmen di maplera "diyarnameyê" da li ser gerr û seyaheta xwe ya Îsraîl û Filistînê nivîseke kin lê înformatÎf û pir xweş nivîsîye.
Ozmen, di nivîsa xwe da bi kinî qala çavdêrî û muşahedeyên xwe, qala tiştên bi çavên xwe dîne kiriye. Zêde neketiye teferûatan lê dîsa jî çend tiştên bakêş gotine.
Em kurdên bakur li ser Îsraîl, li ser mafên filistîniyan yên li Îsraîl hema hema qet tiştekî nizanin, tirk û filistînî çi didin me, em wê wek rastiyeke mitleq qebûl dikin û dikirin.
Lê belê ev înformasyoneke yekalî ye, piraniya wê propagande û dezînformasyona li dijî cuhuyan û Îsraîl e.
Zekî Ozmen di vê nivîsa xwe ya kin da hin agahiyên kurdên bakur nizanin daye. Mesela gotiye:
”Îsraîl welatekî sêzimanî ye. Di meriyetê de(yanî di qanûnan da, di praktîkê da) ev yek rûniştiye. Lewheyên trafîkê, nivîsên agahdarkirin û hişyariyê hemû bi hibrî, erebî û îngilîzî ne. Ji min re gelekî balkêş bû ku ji hişyariyên li ser cixareyan bigirin heta agahdariyên derbarê parqkirinê de jî bi sê zimanan bûn. Dibistan jî bi erebî û hibrî ne.”
Lê kurdên me yên dîndar û îslamîst dîsa jî ji Tirkya hebûna kurdan qebûl nake bêtir li dijî Îsraîl in.
Çimkî Îsraîl nas nakin, nizanin filistînî li Îsraîl xwedî çi maf in.
Lema jî pir rehet ji ereb û filistîniyan bêtir dibin neyarên Îsraîl û cuhûyan.
Ancax ji sedî 1-2ê kurdên bakur ji van tiştên Zekî Ozmen di nivîsa xwe da qal kiriye haydar in, ji sedî 98, 99 bêhay in.
Lema jî ji filistîniyan bêtir neyartiya Îsraîl dikin.
Îsraîl welatekî 3 zimanî ye.
Lê tirk di meclîsa xwe da ji bo zimanê kurdî dibêjin "filan kes bi zîmanekî nayê fêm kirin peyivî."
Li Tirkiyê kurd hîn ji ber navê Kurdistanê dikevin hevsê. Hîn nikanin tîşoretekî bi nivîsa kurdistanê li xwe kin.
Kurdek hîn nikane ji tirkekî ra bibêjie ez ji Kurdistanê me.
Lê li Îsraîl zimanê erebî resmî ye. Di meclîsa Îsraîl da partiyên filistînî hene.
Lê li Tirkiyê kurd hîn nikanin li her derê bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Kurd li Tirkiyê hîn nikanin li her derê, di tr^nê, di otobozê da di telefonê da bi kurdî li halê dê û bavên xwe bipirsin.
Lê kurdên dîndar û îslamîst dîsa jî ji Tirkiyê bêtir li dijî Îsraîla sêzimanî ne.
Wexta we hebe nivîsa Zekî Ozmen bixwînin, hûnê hin rastiyên we nizanîbûn fêr bibin.

20 april 2017

Ji rûvî konetir tuneye lê li mazatê herî zêde postê wî heye...


Gerek em kurd xwe tevî şer û teşxeleyên neyarên xwe nekin. Cinawir birîndar e û birîna wî xedar e...
Erdogan ji tirsa ruhê xwe nîha dê û maka dewleta tirk ya faşîst û antî-kurd, ew perengperengî kir.
Ev dewleta faşîst û antî-kurd çiqasî zeîf bibe, çiqasî ji hev da bikeve, tirkên îslamîst, faşîst, laîk-kemalîst çiqasî têkevin gewriy ahev ji bo me baş e. Heta nuha tim bi hev ra em xwarine, bira nuha jî hinekî hev û du bixwin.
Dibê kurd ebeden nebe terefên yekî jî. Ji bo me kurdan îslamîst jî û laîk û kemalîst jî wek hev in, yek ji yekî ne baştir e.
Dewleta tirk ahtapotekî xedar e, neyarê me kurda ye, nuha hin derb xwarine birîndar e.
Dibê em kurd birînên vî tebayê xedar, vî cinawirî derman nekin, bira birîn lê biazire belkî Xwedê bela xwe bidê û bicahime…
Li Tirkyê nuha dewlet, hukûmet, meclîs mahkime filan û bîvan tuneye, tenê organîzasyonek û hin bindest û zilamên bi emir û fermanên Erdogan hereket dike hene.
Erdogan, ji bo ku kanibe xwe biparêze hemû dezgehên dewletê, hukûmet, meclîs, mahkima Qanûna Bingehî, Heyeta Bilind ya Hilbijartinê, (YSK, Yargitay, Sayistay)welhasilî kelam hemû dezgehên dewletê bêmane kirine.
Bi qasî misqalekî jî baweriya kesî bi tu dzgeheke dewleta tirk nemaye, her kes zane dewlet Erdogan e, Erdogan dewlet e.
Hemû dezgehên dewletê, hemû berpirsiyar û birêvebirên dewletê ji tirsa ewê werin girtin û ji kar werin avêtin li devê Erdogan dinêrin. Erdogan çi bibêje her kes bêqeyd û şert wî bi cî tîne.
Derket ortê di referandûmê da sextekariyên pir mezin, lê hewqasî jî vekirî û beloq kirine.
Yanî meriv kani bibêje bi zor qezenc kirine.
Lê YSK newêre sextekariyê qebûl bike.
Mahkime filan û bîvan newêrin tiştekî bikin.
Ez bawer nakim kes kanibe referandûmê îptal bike.
Ev rewş ewê dom bike, krîz ewê kûr bibe, şerê nabêna îslamîst, faşîst û laîk û kemalîstan ewê dom bike.
dibê em kurd xwe tevî van îslamîstên irqçî, faşîst û laîk û kemalîstan nekin, çiqasî zeîf bibibn ji me ra baş e…

XXX
Ji rûvî konetir tuneye lê li mazatê herî zêde postê wî heye...
Erdogan ji bo ku jiyana xwe bigre garantiyê û neyê mahkimekirin qanûna bingehî bi zor, hezar û yek hîle û xurdeyê guhert.
Lê wek nêçîvanê di kemîna xwe wer be, di sala 2019a da ewê neyê hilbijartin.
Netîceyên referandûmê ji nuha da îşaretên vê yekê da. Û gava neyê hilbijartin malik lê viritî, ewê wî wek mirîşka kelandî pûrt bikin, birûçikînin.
Ez bawer dikim piştî referandûmê bi guhertina qanûna bingehîn gelkî poşman e. Nuha li ser taliya xwe kûr, kûr difikire. Nuha dibêje, min çi kir, min çi kir, min xwelî li serê xwe kir!
Ji rûvî konetir tuneye, lê li mazatê(bazarê)herî zêde postê wî tê firotin…
Helbet ewê bixwaze konetiyeke din bike, hîleyeke din çêke, ji bo xelasiya ruhê xwe dek û dolebeke din bigrîne.
Hîleyên rûvî pir in…
Lê ew çi bike jî ew careke din nikane bibe serokkomar, diz û xwediyê malê bi hev hesiyan.
Lê ez ji nuha da bibêjim, xelasiya wî tuneye…

19 april 2017

Tiştê meriv jê hez neke meriv fêr nabe

Tiştê meriv jê hez neke meriv fêr nabe.
Sedûyek sal here jî meriv fêr nabe.
Çimkî hezkirin tuneye.
Hezkirin bi meraqê dest pê dike, meraq dibe rêber û mamosteyê hezkirinê.
Ha carnan zor û mecbûrîyet jî tiştan bi meriv dide fêrkirin.
Lê meriv baş fêr nabe.
Fêrbûna bi zor, ji mecbûrî wek zewaca bêdil e, dilê meriv raneke pêdarê.
Fêrbûna bi hezkirin, ji dil tiştekî din e.
Hin kes hene ev nêzî 50 salî ye di nava tevgera kurd da ne, heta berpirsiyar û serokên partiyên kurd yên dereceya yekê ne.
Lê di nava van 50 salan da 50 gotinên kurdî fêr nebûne.
Çimkî di dilên wan da hezkirina kurdî tuneye, eşkq û evîna fêrbûna kurdî tuneye, daxwaz tuneye.
Û kes wan mecbûrî fêrbûnê jî nake.
Lema jî di 50 salî da 50 gotinên kurdî fêr nebûn.
Lê di ser da wan hezaran, bi dehhezaran keç û lawên kurd yên canfîda asîmîle kirin…

XXX
Minaqaşeya li ser bikaranîna rayên bêmohr yanî rayên sexte berdewam e.
Li gorî belgeyên derketine ortê li dora 3 milyon rayên sexte li Kurdistanê bi kar anîne.
Kurdistan ji bo dewleta tirk tim xana zemo ye, partiyên îktîdarê û serokeşîr di her hilbijartinê da vê sextekariyê dikin. Axa, merivê dewletê li gund li malekê rûdûne û sandoqê dadigre.
Li Kurdistanê rayên sexte(rayên bêmohr)herî bêtir li Mêrdînê, Betlîsê, Wanê, Mûşê, Elezîzê(Xarpêtê), Ruhayê û li Çewligê(Bîngolê)bikaranîne.
Ev karê Erdogan û cimata wî ye, di sextekariyê da kes nikane pê ra kaban bavêje.
Çimkî jiyana wî bi xwe sexte ye, dîploma wî sexte ye.
Erê camêr di vî warî da pir hoste ye, lê belê hosteyî heta derekê ye.
Dawiya derewan û sextekariyê hatiye.
Ew jî viya dibîne.
Çira virekan tu carî heta sibê vêketî namîne.
Qazyaxiya çira wî hêdî hêdî kêm dibe, fitîlê dest bi şewatê kiriye…
Ez tim dibêjim taliya efendî ewê pir xerab be…


XXX
Dibê meriv tim bide dû dilê xwe, tu carî dilê dil ji xwe nehêle.
Lema jî yên derdê dilan dîtine di temî û wesiyên xwe da gotine:
Bira dilê min dil be
bira tûrê parsê li mil be
û ew jî ji heft ciyan qul be
bira doşega min erd be
orxana min ezman be
balgiyê ber serê min kevir be...

18 april 2017

Pisî pisî xalê kûsî...

Li Ewrûpa dewlet, civat giraniyeke mezin dide edebiyata zarokan. Li her welatê Ewrûpa bi sedan nivîskarên edebiyata zarokan hene.
Bêguman em kurd wek miletekî bindest ji îmkanên wiha bêpar in.
Lê li gel vê jî di nava edebiyata gelêrî da, di zargotina kurdî ya devikî da gelek lîstok, stran, tiştanok û zûgotinên zarokan hene. Dibê hinek topkirina wan ji xwe ra bike kar.
Çimkî tiştên wiha bi piranî kal û pîr zanin. Û kal û pîr jî roj bi roj diçin rahmetê û vê kultura bêhempa bi xwe ra dibin gorrê. Lema jî dibê top bike û wek kitêb biweşîne. Heger ev jî nebe dibê meriv çi bi dest xist dibê kovar û rojnameyên kurdî da biweşîne. Gava werin weşandin ji mirinê xelas dibin.
Çend dost û hevalan îro çend numûne di quncikê min da weşandin. Min jî çend heb li wan êde kir.
Ez wan pêşkêşî we dikim

Yek û yek
Teyrê belek
Saza bilbil ...
Dermanê dil
Şekir û şima
Wa li ber çema
Çem çikîya
Av têd nema
Çi zîwana li nav genima
Çi fincana li dest hakima
Ez kuncî
Tu kuncî
Li ser textikê firincî
Ez firîyam tu ma li cî..

XXX
Pisî pisî
Xalê kûsî
nan garisî
pê fetisî

XXX
 ADAR E
DEW LI DAR E
NE LI VIR
LI MUSIL U SINCAR E
NİSAN E
DEW LI DERİ HEMİ PİSAN E.

XXX
Hêkilo mêkilo
Çarim çêklo
Hestîyê kewê
Li bin kewê
Mamo gûrrî
Çav kizirî
Ji vî derket
Kete vî

XXX
Eklê meklê
Çarim çiqlê
Gulîstanê
Ezîzanê
Gula çepo
Çepil mişo
Totik eynî
Şam û şeyne
Gul hineye
Bîst li te ye

XXX

Çîv çîv çîvano
Hêlik reşo mer'ano
Navê jina te çîye ?
Navê jina min hingê
Agir girta delingê
Agirê zomê çi xweş e
Ne'le li dê -bavê keş e
Keşe bavê Raba yê
Savarê dixwe lê nayê
İnta detê gû nayê 

XXX

Xalê bekir çavê xwe vekir

eynik dani, li xwe mêze kir

serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir

xuriniya xwe kir bi şîr û şekir

şal û şapik li bejna xwe kir

ne guh da min, ne bi peyva te kir

rabû bi rê ket, çû diyarbekir

ax bêaqil xalê bekir.

XXX
Havîn hat tişt û mişt

payîz hat li ser rûnişt

zivistané got ka

te ji min ra çi hişt

XXX
Rovî rovî rovî bi rindik

serê dûvê rovî kincik

rovî çûye mala xala

li rovî kirin barê dara

bihijmere nehijmere

jimera rovî bist û çar e.

XXX
Suwar bû kerê

çû bêderê

avê vexwar

neda kerê

dar û de,

mişk û maran

arvanê karan

îca dora te.

XXX
Çîrokê virvîrokê
Rûnê rokê
Berda cokê
Co miçiqî
Rûn biriqî
Golika salê
Li garanê
Şengo mengo
Mi çiqas xweş go
* * *
Rovî roviyê mendika
Çerez dike dendika
Çavên wî li dîk û varika.
XXX
 QULING
Quling quling rêzo,
A paşin tew rêzo,
Meta mina zînê,
Kêrê hildikşînê,
Kêra ser bi zengil e,
Kuta serê dil e,
Xwîn firiya Musil e,
Musil bavê şêr e,
Herba da bi nêr e,
Herba ser şikestî,
Herîr pê da bestî,
Herîro xaso,
Pê dirû keraso,
Kerasê kê ye,
Ê Fatma Nebiya ne,
Çekire ser ciya ne


XXX
DU NIKIL
Silêmanê dunikil,
Çû ser darê tirek kir,
Hat bin darê fisek kir,
Çû mehkemê deng nekir,
Hate malê fedî kir.


XXX
Libka tirî
li hev gindirî
sosin bezî
evdil gezî
mir xatûn e
ez û tu xweş

Ji ber navê Kurdistanê ket zindanê

Tîşortê bi teksta ”Kurdistanê” bû sûç û sebebê girtina Hakan T.
Li Tirkiyê navê Kurdistanê hîn sûc e.
Xwedêgiravî di dema ziyareta Mesûd Barzanî da Tirkiyê ala Kurdistanê hildabû û gelek kurd jî bi vê taktîka tirkan xapiya bûn...
Tirk û dewlta wan û hukûmeta AKPê hîn jî neyarên kurd, Kurdistanê û ala kurd in
Gava tirk navê Kurdistanê û ala kurd dibînin har dibin, dibin wek boxeyê çav li rengê sor keve.
Do(18/4) li Înegola Bûrsayê xortekî kurd bi navê Hakan T. ji ber ku tîşortekî bi nivîsa Kurdistanê lê bû ji alî polîsên tirk va hat girtin û mahkima tirk jî ew tewqîf kir.
Li gorî mahkime û edaleta tirk jî lixwekirina tîşertekî bi nivîsa Kurdistanê sûcekî mezin e.
Tu kanî tîşortê Filistînê, Qibrisê, Azerbeycanê, Turkmenîstanê, Kazakîstanê, Belûcîstanê, Qirgizîstanê, Îraqê, Îranê, Sûriyê û heta yê Ugandayê, Sirîlankayê û Hindistanê jî li xwe kî, lê tîşortê Kurdîstan nabe.
Çimkî navê Kurdistanê xurê dixe canê tirkan û dewleta wan. Gava çav li navê Kurdistanê dikevin xurrek ecêb tirkan digre û dixwazin xwe perçe bikin.
Lema jî polîs Hakan T. girtiye û mahkima(!) tirk jî ew tewqîf kiriye…
Lê heger tu ji kurdên dewletê û dostên Erdogan bipirsî ewê xortê kurd Hakan T. neheq bikin. Ewê bibêjin bira tîşortê Kurdistanê li xwe neke. Çimkî birayên me yên bi navê Kurdistanê tahrîk dibin.
Lema jî dibê meriv birayên xwe yên tirk tahrîk neke, lixwekirina tîşortê Kurdistanê provakasyon e, dînamîtkirina biratiya tirk û kurda ye.
Dibê meriv wek kurd biaqil be û bi tîşort mîşortên Kurdistanê birayên xwe yên tirk aciz û har neke.
Dibê meriv siyasî bifikire.
Hukûemta AKPê û birêz serok Recep Tayyip Erdogan ji bo me kurdan û bi taybetî jî ji bo Kurdistana Federe pir baş in, dibê meriv qedir û qîmeta wan bizanibe .
Îktîdara AKPê û serokatiya birêz Recep Tayyip Erdogan hezar qatÎ ji kemalîstan baştir e.
Kemalîst pîs in, dijminê kurdan in.
Lê AKP û birêz erdogan ji bo kurdan û bi taybetî jî ji Kurdistana başûr dost û mitefikî pir baş e, gerek em viya tim teqdîr bikin…

17 april 2017

Di referandûmê da piştgiriya Barzanî û PDKê bi Erdogn ra ez matmayî hîştim

Netîceya referandûmê ez matmayî nehîştim, min zanîbû çawa be jî Erdogan ewê bi ser keve.
Yên min taqîp dikin zanin, ez tim dibêjim tu kes nikane bi hilbijartinan, bi riyeke demokratîk îktîdarê ji Erdogan bigre, bi zor, bi hîle ewê tim bi ser keve.
Heta min digot ewê bi ferqeke hîn mezintir qezenc bike. Boykot tunebûya jî ewê netîce ev bûya. Yanî ewê dîsa zafera xwe îlan bikirana.
Dibê her kes fêm bike Erdogan îktîdarê nade, ev îş wiha ye. Hilbijartin formalîteye.
Di referandûmê da tiştê min texmîn ndidikir, heta tiştê ez matmayî hîştim piştgiriya Mesûd Barzanî û PDKê ya ji Erdogan û cepheya ”Erê” ra bû.
Di vê nuxtê da ez şaş derketim.
Piştî reaksiyon û heqaretên Erdogn yên li ser ala Kurdistanê û referandûma serxwebûnê, min qet bawer nedikir Mesûd Barzanî hîn jî piştgiriyê bide Erdogan.
Lê beyana PDKê ya piştgiriya cepheya ”Erê” ya di 15ê nîsanê da û hevpeyvînên nûnerê PDKê yê Tirkiyê Omer Mîranî  ez matmayî hîştim.
PDKê di beyana xwe da eşkere xwest kurd di referandûmê da ji Erdogan ra bibiêjin ”Erê” û ”Xeletiya 7ê Hezîranê nekin."
Yanî di referandûmê da nebêjin ”Na” û wek 7ê hezîranê raya nedin HDPê.
Her kes zane Erdogan çiqasî neyarê kurd û Kurdistanê ye, lê Barzanî dîsa jî dixwaze kurd piştgiriyê bidin Erdogan.
Bi baweriya min eybeke ji viya mezintir tuneye.
Nûnerê PDKê yê Tirkiyê Omer Mîranî jî di hevpeyvînên xwe yên Rûdawê û TRTê da pir vekirî piştgirî da Erdogan û got biserketina ”Na” ewê li Tirkiyê tevliheviyê çêke. Lema jî berjewendiya kurdan di piştgiriya Erdogan û ”Erê” da ye.
Bi dîtina min ev piştgiriya Barzanî bi dîktatorekî wek Erdogan û cepheya faşîst ra skandal e.
Serokê partiyeke kurd dibê nebe piştgirê dîktatorekî diz, îslamîst, pan-turkîst û antî-kurd.
Lê mixabin Barzanî û partiya wî ev piştgiriya xwe ne bi dizî, eşkere da Erdoganê kurdkuj û neyarê miletê kurd.
Min wisa texmîn dikir piştî beyanên Erdogan û Yildirim yên li ser Kerkûkê, ala kurd û serxwebûna Kurdistanê, Mesûd Barzanî ewê ji Erdogan û AKPê dûr ketibûya.
Lê derket ortê ez di vê texmîna xwe da ez şaş bûme, pêwendiyê KDPê û AKP gelkî xurt in, zû bi zû xera nabin.
Li gel dijminatiya Erdogan ya bi wan ra, ya bi kurdên başûr ra jî Barzanî û KDP dev ji hevaltiya Erdogan bernadin.
Ez bi xwe viya wek skandalekê û wek şermeke mezin dibînim…
Barzanî kane li dijî HDPê be, piştgiriya wê û cepheya "Na" rast nebîne, min bi xwe jî boykot parast...
Lê ne rast e piştgiriya serokê dewleta tirk bike, ji kurdan ra bibêje rayên xwe bidin celad û îşxalkarê xwe.
Erdogan heta nuha çi kiribe ji nuha û pê da jî ewê eynî tiştî û heta gelek tiştên xerabtir  bike. Ew û MHPê li hemberî kurdan ewê teroreke hîn mezintir bimeşînin, ewê bi hezaran kurdên din bikujin û bavêjin zindanan.
Yanî ji Erdogan ji bo kurdan hêviyek hêviya tiştekî baş ne karê aqilan e. Tu ferq di nabêna Hesen Rûhanê û Erdogan da tuneye.
Di nabêna Erdogan û Seddam Husên da tu ferq tuneye.
KDPê bi çi aqilî piştgirî da dîktatorekî, wekErdogan, merivekî ku her roj bi kuştina bi hezaran kurdî îftîxar dike meriv fêm nake.
Erdogan ji kurdan ra dibêje ya teslîm bibin ya jî ji vî helatî herin. Lê PDK dîsa jî di piştgiriya Erdogan da şaşiyekê nabîne.
Piştgiriya bi Seddam Husên ra çiqasî şaş û siyaseteke ne netewî bû, piştgiriya bi Erdogan ra jî hewqasî şaş û ne netwî ye.
Dibê kurd bi tu hawî piştgiriya neyarên xwe nekin, nebêjin filan neyar ji yê din baştir e.



Ev netîce ji bo kurdan baştir e


Li gorî netîceya dawî ya referandûmê ”Erê” bi rêjeya ji %51.30î li pêş e. Rêjeya ”Na” jî ji %48.70 ye. Di saetên pêş da çend nuxte kane kêm û zêde bibe.
Lê netîce meriv kane bibêje ”Erê” ji %51 û ”Na” jî ji % 49 e. Di nabênê da tenê prosentek heye.
HDP û CHP dibêjin di dengdanê da sextekarî hatiye kirin, li dora 1,5,- 2, 5 milyon rayên bêmohr hatine bikaranîn.
Heyete Bilind ya Hilbijartinê bikaranîna rayên bêmohr înkar nake lê îdîayên sextekariyê red dike, dibêje ferq nake.
Bi bawriya min îdîeyên sextekarîyê sedîsed rast in, hukûmetê bi kêmanî 3-4 prosent di lehê xwe da sextekarî kir.
Lê bi gilî milî kes nikane tu netîceyê biguhere. Erdogan îktîdarê nade kesî, bi rehetî, bi hilbijartana kes nikane îktîdarê ji Erdogan bigre.
Lê ev serketina Erdogan wek Zafera Pîrsûs e, zirara wê ji kara wê pir bêtir e.
Bi dîtina min ev netîce ji bo kurdan ji bo dema dirêj ji biserketina ”Na” yê baştir e.
Ev netîce ewê bêîstîkrariya dewleta tirk kûrtir bike, şer û teşxeleya nabêna îslamîst, faşîst û laîqên tirk û kemalîstan ewê gurrtir bike. Ev jî di lehê kurdan da ye.
Piştî vê netîceyê li Tirkiyê her tişt ewê xerabtir bibe, ekonomî ewê serobinî hev bibe.
Tirkiye li derve ewê pir îzole bibe.
Têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê bi îhtîmaleke mezin ewê qut bibin, endametiya Tirkiyê ewê were cemidandin.
Têkiliya Tirkiyê bi Emerîka ra jî ewê xerabtir bibe.
Bi kurtî him li der û him jî li hundur Tirkiye ewê têkeve nava kaoseke mezin.
Ev yek ewê Erdogan bêtir har bike û netîceya vê jî têkçûna wî ye.
Êdî hemû Ewrûpa bi çavê dîktatorekî pir mezin û pir tahlûke li Erdogan dinêre.
Lema jî li derve ewê piştgirya bi kurdan ra zêde bibe û cepheya li dijî Erdogan jî ewê roj bi roj firehtir û dijwartir bibe.
Ji nuha da hemû medyaya Ewrûpa Erdogan wek dîktatorekî jî Pûtîn jî xerabtir bi nav dike…
Yanî bi vê netîceya referandûmê dijminên dijminê me pir zêde bûn. Ev jî ji bo me îmkaneke baş e.
Lema jî bi dîtina min ev netîce ji bo kurdan baş e, îmkanên viya dide kurdan biserketina "Na" nedida.
Di rojên pêş da dostên me ewê pir û dijminên Erdogan jî ewê pir û pir zêde bibin.


16 april 2017

Ev netîce ewê li Tirkiyê kaosê kûrtir bike

Li gorî xeberên heta nuha cepheya ”Erê” bi %51-52 li pêş e.
Lê rayên derve û li hundur jî çend prosentên mayî hîn heye. Hinek qala ferqa milyonek ray dikin. Yanî ferq pir hindike e.
Hindikbûna ferqê pir baş e. Heger "Erê" 10-20 prosenta li pêş bûya xerab bû, lê nuha rewş di eleyhê Erdogna da ye.
Ev tê wê maneyê serketina Erdogan 1-2 prosent e û gava meriv îmkanên îktîdarê û dewletê û para sextekariyê jî bigesibîne ev ferqeke ne mezin e. Bi ferqeke hewqasî biçûk meriv qanûna bingehî naguhere.
Lê netîce çi be jî, kîjan alî qezenc bike jî li Tirkiyê ewê tevlihevî, şer û teşxele berdewam be. Kaosa Tirkiyê her ku here ewê kûrtir û berfirehtir bibe.
Ev "zafera" Erdgoan ji zafera Pîrus jî xerabtir e.
Ji xwe ez tim dibîjim heta Recep Tayyip Erdogan li ser hukim be li Tirkiyê rehetî, armamî ne mimkûn e. Erdogan bi xwe teşxele Recep e, dera ew lê aramî lê ne mimkûn e.
Dibê kurd xwe zêde neqeherînin û xemgîn nekin. Şerê îslamîstan û tirkên din ewê dom bike. Ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne...
Li derve jî îşê Erdogan ewê gelkî zahmet em Têkiliyên Yekîtiya Ewrûpa û Emerîka bi Tirkiyê ra ewê pir xera bibe...
Ji referandûmê na jî derketa(bi baweriya min ev ne mimkûn bû, Erdogan destûr nedida viya)di bin îktîdara Erdogan da ewê ferq nekira. Çimkî zafera ”NA” Erdogn ji ser hukim da nedixist. Heta AKP û Erdogan li ser hukim bin rewş kêm zêde ewê ev be.
Û Erdogan jî bi hilbijartinan, bi rayan îktîdarê nade, heta nuha tu dîktatorî nedaye û ewê jî nede. Kes nikana bi hilbijartinan îktîdarê ji Erdogan bistîne, ev xeyal e.

XXX
Ji vî welatê bi navê Tirkiyê tu jahr, tu gû çênabe, heta îro çi gû bû, sibe jî ewê eynî gû be…
Ji xiyarê helisî cacixeke xweş û ji hesinê xerab jî şûrekî baş çênabe…
Tirkiye li herêmê welatekî bela ye, tenê nerindî û xerabî jê sadir dibe, karê vê dewletê fesadî, gelacî, zulm û qetle.
Sebebê vê jî bindestiya kurda ye.
Ji bo ku kanibin kurdan bindest bihêlin bûne neyarên însaniyetê û faşîstên herî har.
Heta kurd bindest bin Tirkiye ewê tim embar û çavkaniya xerabiyê, irqçîtiyê, faşîzmê be. Şer, teşxele û tevlihevî ewê tu carî li Tirkiyê neqede…
Nesîheta herî baş, dibê meriv bibe numûneyek baş
///Malcolm X

Dixwazî guleyê bavêjî
dixwazin pûsla rayê,
dibê însan baş nîşanê bigre.
Dibê meriv ne li qûqlayê
li qûqlebazan bide
///Malcolm X

Erdogan dîsa ji kurdan ra got ya teslîm bibin ya jî ji vî welatî koç bikin

Di mitînga Stenbolê ya Kartalê da Erdogan careke din kurd bi kuştin û koçberiyê tehdît kir. Got ya hûnê teslîm bibin, ya werin kuştin ya jî vî welatî biterikînin.
Yanî kurdê teslîm nebe, nebe AKP gerek gund û bajarê xwe, male xwe biterikîne û bi çolan keve.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan:
 ”Di nava van 20 mehên dawî da me nêzî 11 hezar terorîst kuştin. Emê hîn jî dom bikin. Ya ewê sîlehên xwe binax bikin ya jî ewê bi xwe binax bibin. Ya jî ewê vî welatî terk bikin û herin….”
Û bi hezaran kurdên xwefiroş ji van gotinên Erdogan ra li çepikan xistin. Her şev di telewîzyona dewletê da kurdên bûne xayinên qewmê xwe pesnê vî serokê xwe yê neyarê qewmê kurd didin.

XXX

Gopal jî di destê serok da ye, def jî…
Qereçî ji ber şert û mercên jiyanî him pir zîrek in û him jî zanin xweş şelafiyê bikin.
Di mitînga Erdogan ya navçeya Stenbolê ya Kartalê da qereçiyek(aşiq, çîngene)derketiye sahnê û defek diyarî Erdogan kiriye û gotiye:
”Serokkomarê me bi qanûnan navê ”çîngenetiyê ji ser me rakir. Lema jî emê jê ra bibêjin erê, ev erêgotin deynê hustuyê me ye. Wek Komela Muzîkjenên Kasimpaşayê em vê defê diyarî serokkomarê xwe dikin. Ferqa me tuneye. Def jî di destê serok da ye, gopal jî…”
Mêrik him pir xweş kiriye û him jî pir xweş gotiye. Û diyariyeke pir xweş jî dayê.
Lê ji xwe ji berê da ye def di hustu da û gopal jî di destan da ye, dilê wî kîjan meqamî bixwaze wî meqamî lêdixe.

15 april 2017

Li gorî Erdogan çareseriya mesela kurd teslîmîyet e

Li ser çareseriya mesela kurd Erdogan efendî gotiye çare dibê teslîm bibin, dibê sîlehên xwe binax bikin û bi edres û koordînatên wan ra ciyê wan ji me ra bibêjin, filan û bîvan..
Yanî serokê vê delwta çete û faşîst wek hertim dîs çirandiye, dîsa k´ji kurdan teslîmiyet xwestiye.
Ev dewleta çete li serê kurdan û dinyayê bûye belayek mezin, heta wek osmaniyan pozê wn neyê firikandin ev gurûhên devbixwîn rehet nasekinin û bela xwe ji kurdan venakin.
Efendim timê wek ETAyê sîlehan deynin!
Baş e te çi daye kurdan ji bo ku PKK sîlehan deyne?
Hela hûn bala xwe bidin van quretî û gefên efendî:
”Wek tê zanîn ji bo yekîtiya netewî hevalên me di vî warî da hin gava avêtin. Lê ew dewr êdî derbas bû. Hin xeber tên guhê me, dibêjin werin em rûnin, werin em bipeyivin. Ew dewran derbas bû, êdî tiştekî wiha nabe. Ji xwe hinek bi biryarên mahkiman hatin topkirin, nuha di hundur da ne. Ji nuha û pê da jî yên têkevin hundur ewê hebin. ETAyê çawa çawa sîlehên xwe binax kir, dibê hûn jî sîlehên xwe binax bikin, bi edres û koordinatên wan ra ji me ra bibêjin, piştî wê emê gavên hewce bavêjin. Mêrik di destan da sîleh heye dibêje were em bipeyivin, tiştekî wiha nabe. Em bi biyar in. Di nava 20 mehan da 10 hezar terorîst ji ortê hat rakirin…!”
Wek tê dîtin mêrik biryara girtna çend hezarên din jî daye, dibêje ”hinek hatin topkirin” û hinekên din jî ewê werin topkirin.
Êdî ji êsîrgirtina kurdan ra dibêje ”topkirin”, wek nîsk û nokan top ke.
Dibêje di nava 20 mehan da 10 hezar kurd kuştin. Bi viya pesnê dewleta xwe ya faşîst dide. Dixwaze bi kuştina kurdan rayên we zêde bike.
Çimkî ew zane kêfa tirkan ji xeberên wiha ra tê, ew kurdan çiqasî zêde bikujin ewê rayên wan di nava tirkan da hewqasî zêde bibe.
Lê ne tirk tenê, hinek kurd cahş û xulamên dewletê jî bi xeberên wiha, bi kuştina gerîlla kêfxweş dibin. Û ji xwe lema jî di nava AKPê da ne û ji van beyanên Erdogan ra li çepikan dixin.

14 april 2017

Leşkerên Tirk dibistana Kurdî bi kepçeyan hulşandin!


Xwedêgiravî hukûmetê kurdî serbet kiribû. Dawiya derewan hat, maske ket û ruyê rastîn derket ortê.
Leşkerên Tirk li Licê li gundê Kerwasê dibistana perwerdehiya bi kurdî dida dida zarokan bi kepçeyan xera kirin.
Dibistana 4 qatî sê sal berê(2014) ji aliyê KURDÎ-DERê ve ji bo zarokên gundê Kerwasê û yên derdorê bi Kurdî perwerdehiyê bibînin hat avakirin. Lê hukûmeta AKPê îro ev dibistana bi darê zorê xera kir.
Leşkerên tirk bi sîlehên giran destê sibehê bi kepçeyên bi xwe ra anîbûn dibistan hulşandin.
Lê hin kurdên bêxîret û xulamên Erdogan û dewletê hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin, di telewîzyona TRTê da hîn jî pesnê Erdogan û AKPê didin û dixwazin kurd rayên xwe bidin Erdogan.
Kurdên hîn jî bi Erdogan ra ne tu ferqa wan ji wî û ji leşker û polîsên dewletê tuneye.
Ew jî piştgiriyê didin hulşandina dibistana kurdî.
Heger ne bi vê siyasetê ra bûna ewê îtîraz bikirana.
Lê em zanin bira îtîraz li wir be jê ra li çepikan dixin…

XXX
Îro roja bîranîna ENFALA REŞ e !
Parlamentoya Kurdistanê 14ê nîsanê weke roja bibîranîna Enfala Reş qebûl kiriye.
Di navbera salên 1986-1989a de rejîma Bees a Iraqê li seranserê Başûrê Kurdistanê bi navê ”Enfalê” li hemberî kurdan jenosîdek mezin kir. Di jenosîda Enfalê da bi sedhezaran kurd êsîr girtin û bi rengekî hovane, bi saxî gorr kirin. Bi hezaran gundên kurdan wêran kirin.
Kurd li başrê Kurdistanê her sal 14ê nîsa wek roja bibîranîna şehîdên Enfalê bibîr tînin.


Şehîdên Kurdistanê Xalid begê Cibrî, û Yûsif Ziya beg nemir in

Xalid begê Cibrî, Yûsif Ziya beg û hevalên wan di 92 saliya şehadeta wan da bi hurmet bibîr tînim.
Serokê rêxistina Azadî(Rêxistina Azadiya Kurdistanê) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û sê havalên wan di 14-ê nîsana 1925-an da ji alî rejîma kemalîst ve li Bedlîsê hatin îdamkirn.
Xalid Beg di 20-ê meha çileya pêşîn da(20/11-25) li Erzeromê hate girtin û di 14-ê nîsanê da jî hate îdamkirin. Îdama Xalid Beg darbeyek mezin li xebatên Azadiyê xist û moralê kurdan xera kir.
Dewleta tirk û hemû dîroknasên kemalîst dixwazin rol û pêşengiya rêxistina Azadiyê di Serîhildana Şêx Seîd da bincil bikin, vê serîhildana kurdan ya netewî wek serîhildaneke ”dînî” û ji bo paşdeanînê şerîetê nîşan bidin. Lê rastî ne wiha, dibê kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin û van derewên dijmin eşkere bikin.
Çi heyf ku hîn jî piraniya kurdan Xalid Begê Cibrî, Ziya Beg û rêberên wek wan nas nakin, di Serîhildana Şêx Seîd da hîn haya piraniya kurdan ji rol û pêşengiya rêxistina Azadyê nîne. Tenê navê Serîhildana Şêx Seîd bihîstine hew. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û dîroknasên kurd, dîroka kurdan bi cîlîn nuh bide nasîn û şiûrên wan yê dîrokê xurt bike. Ev yek berpirsiyariyeke netewî ye.
Xalid Begê Cibrî, di sala 1882-an da li Wartoyê(Gumgumê) hate dinê û di 14-ê nîsana 1925-an da ew, Yûsûf Ziya Beg û sê hevalên xwe ji alî rejîma kemalîst ya nîjadperest va li Bedlîsê hatin bidardekirn.
Xalid Begê Cibrî kurdperwerekî mezin û serokê rêxistina Azadiyê bû, canê xwe di riya serxwebûna Kurdistanê da feda kir. Divê em tu carî van şehîdên xwe ji bîr nekin, tim bibîr bînin.
Xalid Beg, li Stenbolê Mekteba Eşîretan qedand. Piştî qedandina wê, ket Mekteba Herbiyê ya Yildizê û ji wir wek zabit mezûn bû. Bi rutbeya Yuzbaşî tevî artêşê Osmanî bû û di çepha Filîstîn da û li hember rûsan şer ker. Ji ber qehremanîya di van şeran da nîşan da bû mîralay.
Ruhê wan şad û gorra wan buhuşt be!


13 april 2017

Dewletê got panzêr teqiya, PKKê got na me teqand

Do ne pêr(11/4)li Diyarbekrê li navçeya Rezan di merkeza polîsên çewîk da teqîneke pr mezin çê bû.
Waliyê Diyarberkrê Huseyin Aksoy û wezîrê karên hundur Suleyman Soylu gotin di dema tamîrê da panzêr teqiyaye.
Vireke zarokên 3-4 sal jî jê bawer nake.
Panzêr nateqe.
Panzêr bi bombeyê nayê tamîrkirin.
Lê ev derewa beradayî  ji bo me baş bû nikanîbûn cî bidana sûcê xwe, nikanîbûn dereweke berbiaqil ji sûcê xwe ra bibînin.
Bi îhtîmaleke mezin bombe di dema çêkirinê da di destê wan da teqiya.
Dewlet cirmeşût yanî di ser sûc da hatibû girtin.
Û him jî sûcekî pir mezin.
Dera bombe lê teqiya ne fabrîqa bomba û teqemeniyê ye, merkeza polîs e.
Çi îşî bombeyeke hewqasî bi tesîr li merkeza polîsên çevîk heye?
Bi teqînê derket ortê polîs bombeyan çê dike.
Ji bo ku pê kurdan bikujin.
Gelê Diyarbekrê ji qetlîamek emezin xelas bû.
Dewleta tirk wek bûyera Sûsûrlukê dîsa cirmeşût hatibû girtin. Li der û li hundur sicîla wê ya sûc hinekî din xera dibû.
Lê PKK dîsa çû hawara wan, do bûyer girt ser xwe. Got me kiriye.
Li ser vê,  berpirsiyarên dewletê jî dev guhertin, wan jî got êrîşeke terorîstî ye û PKKê kiriye. Xwedêgiravî PKKê tuneleke di binê merkeza polîsan da kolaye û di  wê tunelê da ev teqîn kiriye.
Bi vê beyana PKKê dewleta tirk ji berpirsiyariya sûcekî mezin  xelas bû.
Ez bi xwe bawer nakim PKK be.
Heger bi rastî PKK bûya walî û wezîrê karên hundur çima ev yek di serî da negotin, çima gotin panzêr teqiya?
Walî li ciyê bûyerê bû, çima ew derew kir?
Sebebekî berbiaqil tuneye.
Heger PKK bûya ewê di serî da ev yek bigotana.
Lê ji ber ku teqîn li der, di hundur da çêbûbû, lema jî nikanîbûn cî bidana îdîeya xwe û bigotana PKK ye.
Dewlet ket panîkê, nizanîbû çi derewê bike. Çimkî bûyer pir cidî bû û dewlet dixist bin sûcekî pir mezin.
Lê PKKê bi girtina ser xwe dewlet ji berpirsiyariya vî sûcê mezin xelas kir.
Ez bawer nakim PKKê kiribe. Lê em ferz bikin bi rastî jî PKKê kir. Baş e ma mecbûr e bigre ser xwe?
Bi girtina ser xwe kara wê çi ye?
Heger PKKê kiribe jî dibê negota ez im, bigota dewlete. Bigota polîs bomba çê dike û pê gelê me dide kuştin. Û ev jî îspata wê ye.
Bi vî rengî him derbek mezin li dewletê xistibû û him jî sûcekî mezin dikir hustutê dewletê.
Lê PKKê ev nekir, belovacî wê dewlet ji bin barekî pir giran xelas kir.
Heger PKKê bûyer negirta ser xwe, dewletê xwe biçiranda jî kesî jê bawer nedikir.
Her kesê bigora polîsan ji bo kuştina kurdan bombe çêdikir lê di destê wan da teqiya.
Lê çi heyf PKKê bi beyana xwe ya do dewlta tirk ya çete ji vê zanê, ji vî sûcê giran xelas kir.
Bi baweriya min bomba wan di destê wan da teqiye

Lêdana li Ferhad Pîrbal ji bo hêzên ewlekariyê şermeke mezin e

Erîşkarên li Ferhad Pîrbal xistin û serê wî şikandin polîs bûne...
Min nizanîbû herdu kesên li Hewlêrê bi namerdî li Ferhad Pîrbal xistin, ew birîndar kirin û serê wî şikandin polîs in, min digot belkî swîl in.
Wê demê mesele hîn cidî ye.
Ne şert e Ferhad Pîrbal be, hema kî dibe bira bibe, polîs çawa kane li orta cadeyê, li ber çavê gelek kesî bi vî rengî li xelkê xe, vê cesaretê ji ku û ji kê digre?
Ji bo ku careke din tiştekî wiha dubare nebebê dibê ev êrîşa polîs bi şîdet were protestokirin
Di sîstemê da kêmasiyeke mezin heye. Polîs hêzeke ewlekariyê ye, gerek ne hêzeke zorba û êrîşkar be û serê xelkê bişkîne…
Polîsê li ber çavê bi sedan însanî viya bike, gelo nuha li hundur çi zulmê li xelkê dike?
Bi baweriya min ev skandaleke mezin e, rûreşiyeke hêzên ewlekariyê ye. Gerek hesab ji van çeqelên êrîşkar were pirsîn û cezayê misteheq bidin wan…

XXX

Ez êrîşa ser Ferhad Pîrbal bi nefret şermezar dikim.
Çeteyê li Pîrbal dixe û yên li piştî wî dibê werin girtin û çezakirin.
Ev êrîşa ji bo Hewlêrê rûreşiyeke mezin e.
Dibê çeqel û sûtal nikanibin li orta kolanê heqareteke wiha li nivîskar û ronakbîrekî kurd bikin...
Pir xemgîn bûm

12 april 2017

Serdana şêwirmendê Erdogan ya Talabanî ji bo nerindiyê ye

Şêwirmendê serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik îro li Silêmaniyê çûye ziyareta Celal Talabanî.
Li gorî agahdariyên Rûdawê ji medyaya YNKê girtiye Îlnûr Çewîk silavên Erdogan ji Talabanî ra biriye.
Hela hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik!
Îcar Erdogan ji Talaban ra ”silav” Şandiye?
Tu derewa xwe bike, lê em zanin Erdogan di heqê Talabanî da çi difikire…
Ez gotina dawî di serî da bibêjim.
Ev ziyareta Îlnûr Çevîk ne ji xêrê ra ye, ne ziyareteke dostane ye.
Çimkî Îlnûr ne dostê kurda û Talabanî ye, ew neyarê kurda ye.
Miheqeq Îlnûr Çevîk ji alî Erdogan ve bi wezîfeyekê, ji bo fêsadieyekê, ji bo planekê hatiye şandin.
Piştî beyan û gefên Erdogan yên van Kerkûkê û hildana ala Kurdistanê,  bi îhtîmaleke mezin Mesûd Barzanî ji Erdogan gelkî aciz bû, veciniqî.
Ez diêjim wan hewqas jî texmîn nedikir.
Erdogan zane Mesûd Barzanî ji beyanên wî yên li ser ala Kurdistanê, referandûmê û Kerkûkê aciz bûye. Yanî terk li ”dostanî” û têkiliyê wan ket û cebara wê jî zehmet e.
Îcar dixwaze nabêna xwe bi YNKê ra xweş bike û belkî kanibe di nabêna YNKê û PDKê ra fêsadiyekê bike.
Ya jî planeke din heye.
Lê plan çi be jî di eleyhê kurda da ye, dixwazin referandûmê sabote bikin û rê li ber serxwebûna kurdan bigrin.
Celal Talabanî îro nexweş neketiye, ev çend sal in nexweş e. Çevîk heta nuha neçû ziyareta wî  lê îro dihere.
Mesele çi ye?
Bi baweriya min ev ziyareta Çevîk ji bo fêsadiyê û nerindiyê ye. Bi wezîfeyekê hatiye şandin.
Dibê hevalên YNKê bizanin Îlnûr Çevîk ne dostê Talabanî û kurda ye, dijminekî pir kone ye.
Ji xwe mêrik şêwirmendê Erdogan e, ma şêwirmendê Erdogan ewê çawa bibe dostê Talabanî?
Tiştekî wiha ne minkûn e....
Îlnûr Çevîk merivekî durû û  sextekar e û heta hûn bixwazin neyarê kurda ye, neyarê Talabanî ye.
Dibê meriv guh ji şelafiyên wî qet bawer neke…
Çevîk merivekî  durû ye, şelaf û pan-turkîstekî gelkî antî kurd e. Lema jî bi rû xwe dostê Talabanî nîşan dide, lê derew e, di hundurê xwe da bi qasî Devlet Bahçelî neyarê kurda û Talabanî ye.
Di nivîsên wî yên van salaên dawî da meriv vê neyartiya wî pir rehet dibîne.
Îlnûr Çewîk gelek caran li ser sifra Talabanî zikê xwe têr kiriye. Kurd pê li zikê wî kin ewê bi sedkîloyan xwarinên sifra Mam Celal di zar û bîvila wî ra were.
Lê ne xwarin û vexwarin tenê.
Îlnûr Çevîk bi saya şelafiya xwe ya ji Mam Celal û kurdan ra bû milyarder.
Lê nuha jî ji merivên Erdogan yên herî bêtir li dijî kurda ye, herî bêtir neyartiya kurdan dike ew e.
Lema jî dibê berpirsiyarên YNKê bi tu gotin û sozên vî şelafê antî kurd bawer nekin, ew ne ji xêrê ra, bi planekê, bi wezîfeyekê çûye sedana Mam Celal. Ziyareta Mam Celal bahane ye, sebebê çûna wî ya Silêmaniyê tiştekî din e, dibê YNK bi gotinên vî zidîqî, vî Yanûsê durû  nexape…

Ji tirsa gefên Tirkiyê kurd yekîtiya xwe çê dikin



Min di nivîsa xwe ya 3ê nîsanê da û di ya do û pêr da jî got, piştî gefên Tirkiyê, Îranê û Îraqê, lê bi taybetî jî piştî gefên Erdogan, berpirsiyarên YNKê û PDKê bi xwe hesiyan û bi lez û bez hatin ba hev û dest bi xebatên referandûmê û yekîtiyê kirin.
Meriv ji gotinên endamê polîtburoya YNKê Ehmed Sedî Pîre fêm dike ev texmîna min rast bûye.
Kurdan baş fêm kir mesele pir cidî ye, heger gelşên nabên xwe zû çareser nekin û yekîtiya xwe çênekin Tirkiye, Îran û Îraq ewê hemûyan, PDKê jî, YNKê jî Goranê jî û partiyên îslamî jî li hewa bixwin...
Ji bo wan ha PDK, ha YNK, ha Goranqet qet ferq nake….
Lê kurdên başûr ev yek hîn baş fêm nekirine, meriv vê yekê ji axaftina Ehmed Sedî Pîre ya di konferansa Stockholmê da fêm dike.
Tirkiye, Îran û Îraq çiwasî ne li hev bin jî , gelşên nabêna wan çiqasî mezin û kûr bin jî, şîe û suniyên Îraqê çiqasî neyarên hev bin jî gava mesele bibe kurd û Kurdistan ewê  hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û tavilê werin ba hev.
Bi hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê û axaftina li ser referandûmê ev yek careke din îspat bû, hemû diminên kurdan li bende fersenda xwe ne, gava fersendê bibînin ewê bi hev ra êrîşî ser kurdan bikin.
Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre li paytexta Swêdê li Stocholmê di konferansekê da gotiye gefên Tirkiyê, Îranê û Îraqê ew gelkî tirsandin û lema jî ew bi PDKê ra bi lez hatin ba hev û dest bi xabatên referandûmê kirin.
Ehmed Sedî Pîre, li ser bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser avahiyên dewletê yên resmî got:
“Ala Kurdistanê ji berê da li Kerkûkê heye. Ala Kurdistanê piştî şerê DAIŞê ji Xaneqînê heta bi Şengalê hatiye hildan.”


Li ser reaksiyên Tirkiyê û Îranê yên li hemberî bilindkirina ala Kurdistanê jî Ehmed Sedî Pîre got:
“Reaksiyonên Tirkiyê, Îranê û Bexdayê nîşan dane ne rast bûn. Bi rastî me ew reaksiyon ji wan hêvî nedikir. Îran û Tirkiyê dor bi dor gefê li me xwarin. Li Iraqê hevrikiya di navbera şîe û sunneyan da di asta herî zêde da ye. Lê di parlamentoya Iraqê da tavilê li hev hatin bi 168 dengan li hemberî biryara Encûmena Wîlayeta Kerkûkê derketin.

Parlamentoya Îraqê bêyî kurdan tu carî nekanîbûye bi 168 dengan kom bibe. Lê li hemberî me kom bûn. Ji ber vê yekê jî roja 2ê nîsanê polîtbûroya me û ya PDKê kom bûn. ”
Tiştê xerîb Ehmed Sedî Pîre gotiye ”wan reaksiyonên wiha ji Tirkiyê û Îranê nedipan…”
Ecêba giran, gelo li hêviyê bûn Tirkiye û Îran ji wan ra bibêjin ”her bijî” û li çepikan xin?
Maneya xwe YNKê û PDKê hîn dijminên xwe baş nas nekirine, hîn Tiriyê û Îranê ne wek dewletên dijmin, wek du dewletên dost texmîn dikin.
Safiyeke, a-polîtiyeke ji viya mezintir nabe.
Ev herdu dewlet tu carî xêra kurdan naxwazin û roja fersendê bibînin ewê Kurdistana Federe ji ortê rakin.
Hemû dinya serxwebûna Kurdistanê qebûl bike, Tirkiye û hukûmeta AKPê dîsa jî qebûl nake.
Kurdê ji eksê vê bawer dike pir saf e, xeşîm e û tirk qet nas nekiriye…
Lê baş e wa ye bêzirar û zû bi xwe hesiyan. Tedbîr û sîgortaya li hemberî Tirkyê û Îranê yekîtiya kurda ye, ancax yekîtî kane kurdan li başûr biparêze.
Gava yekîtî hebe piştgiriya dinyayê jî çêdibe.
Lema jî musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e, xêra gefên Erdogan kurd ji felaketeke mezin xelas bûn.
Bi hêviya ev şiyarbûn daimî be….

11 april 2017

Fazil Mîranî: Ji bo referandûmê em ji kesî îcazetê nagirin


Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û berdevkö Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin.
Fazil Mîranî got, “ji bo referandumê ji bilî miletê xwe, em ji tu kesî û tu aliyekî nagirin”
Dewleta netewî ne dewleta şoven û faşîst e. Dibê kurd ji bo dewlea xwe bixebitin, ne ji bo berjewendiyên şexsî. Ev meseleyeke welatparêzî ye û dibê her kes viya wer fêm bike. Ji bo referandûmê emê îcazetê ji kesî negirin. Em îcazeta xwe ji partiyên siyasî, ji aîdîyetên me yên cuda û ji gelê Kurdistanê digrin. Ev mafekî me yê herî rewa ye. Li Emerîkayê ji bo vekirina xumarxaneyekê referandûm tê çêkirin, çima emê nikanibin li welatê xwe çêkin, çima emê nikanibin qedera xwe bi destê xwe tayin bikin?”
Tirkiye bi gefên xwe kurd mecbûrî yekîtiyê kirin. Spas ji bo Erdogan. Heger ne ew gef û gotinên wî yên neyarane bûya belkî PDK nuha nehata vê nuxtê. Lê diyar e Tirkiyê PDK baş veciniqand û ji Tirkiyê dûr xist. û rwa ye Mîranî Tikiye bêminet kiriye. Pêşketineke pir baş e.
Bi qasî xuya dike kurd, PDK û YNK îcar cidî ne û ewê referandûmê çêkin.
Dane ser riya rast û dibê vê xeta netewî bidomînin. Di rojên pêş da ji 7 partiyan ewê komîteyeke referandûmê av bikin.
Bi van gavên van rojên dawî û bi van beyanan meriv dibîne PDK ji Tirkiyê dûr ket û êdî fêm kir ku Tirkiye çi xayin e...

XXX

Ji teref PDKê û YNKê ve biryarên dîrokî
Piştî civîna PDKê û YNKê beyanek mişterek hat bealvkirin.
Di beyana mişterek da referandûm û serxwebûna Kurdistanê wek mafekî kurdan yê rewa tê dîtin û li ser biryarên hatine girtin jî ev agahdarî hatiye dayin.
PDK û YNK ji bo referandûma serxwebûnê ewê bi hev ra hereket bikin û ji bo avakirina komîsyoneke berfireh ewê bi hemû partî, hêz û grûban ra têkiliyên deynin.
YNK û PDK dixwazin xebatên ji bo referandûmê û serxwebûnê di nava yekîtiyê da û di çarçeweya diyaloga bi Bexdayê ra were domandin.
YNK û PDK li ser wext û prosudura referandûma serxwebûnê û hevkariya bi mînorîteyên din ra hemfikir in.
Heyetên PDKê û YNKê di civînê da li ser hildana ala Kurdistanê li Hewlêrê û reaksiyên li hemberî wê jî sekinîne.
Li gorî dîtina PDKê û YNKê li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê karekî qanûnî ye û ji ber ku Bexdayê heta nuha Madeya 140î bi cî neaniya hukûmeta Îraqê destûr îhlal kiriye.
Bi van gav û biryarên xwe yên van rojên dawî YNK û PDK li ser riyeke rast in û dibê vê riya xwe bidomînin.
Ez ji nuha da di vê xebata netewî da ji berpisiyarên herdu partiyan ra jî serketinê dixwazim.

Bombeya wan di destê wan da teqiya!


Li Diyarbekrê li navçeya Rezan di tamîrxaneya polîsên çewîk da teqîn çê bûye.
Îhtîmal e bomba wan di dema çêkirinê da di destê wan da teqiya ye...
Li gorî medya tirk dinivîse teqîn di dema tamîrkirina panzerekê da çêbûye. Pênc kes birîndar in û yek jî mirî ye.
Teqîn çawa di dema tamîrê da çê dibe?
Çi têkiliya bombê û panzerê hev heye?
Ma panzer bi bombeyê tamîr dibe?
Rim di çewêl hilnayê.
Teqîna panzêrê dereweke pir mezin e, nikanin cî bidinê, vireke pir ecemî kirine…
dibê baroya Diyarbekrê bi dû vê meselê keve.
Bûyereke pir cidî ye. Polîs bombeyan çê dike..
Diyar e ji bo li derekê biteqînin bombe hazir dikirin, lê bombe di dema çêkirinê da teqiyaye. Geleê Diyarbekrê ji qetlîamek mezin xelas bû.
Yanî Xwedê li heqiyê ye, Xwedê bela wan dayê...

XXX
Li Tirkiyê li bajarê Denizlîyê ekîba folklorê(govendê) ya Diyarbekrê ya zarokên 12 û 14 salî di pêşbirka(musabeqeya) lîstikên gelêrî da bûye yekem.
Li gorî malpera IMP News dinivîse, ji ber vê serketina ekîba Diyarbekrê, tirkan zarokên kurd, ekîba folklorê ya Diyarbekrê bi ”yûh” û herqaretan protesto kirine.
Yanî wek her tim dikin neyartiya xwe nîşan dane.
Mêrikan viya tim dikin. Çûkên wan jî mezinên wan jî dijminatiya xwe venaşêrin.
Esas vir e, tu lîstik mîstikên tirkan yên gelêrî tuneye, hemû lîstikên dilîzin yên kurdan, Kafkasan û Balkanan in.
Ev yûhkirina zarokên kurd kîn û nefreta tirkan ya li hemberî kurdan nîşan dide.
Tirk ne tenê dijminên kurdên welatparêz in, ew neyarên zarokên kurd in jî. Zarokên tirkan jî bi qasî dê û bavên xwe neyarên kurdan in.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li ser referandûma 16ê nîsanê da di telewîzyona Haberturkê da gotiye:
”Em tirsa serokkomar(Erdogan) ya ewê were mahkimekirin ji ortê radikin.”
A îcar mêrik qet çiv nedaye xwe, rast peivîye. Tirsa di dilê xwe û Erdogan da pir vekirî daye der.
Ji xwe sebebê bingehîn yê guhertina qanûna esasî ev tirs û xofa di dilê Erdogan da ye.
Erdogan sûcên pir mezin, sûcên li dijî însdanieyê kirine. Ew zane roja ew ji ser hukim da bikeve ciyê wî zindan e, cezayê wî yê herî sivik jî muebet e. Lema jî dixwaze bi destûra nuh jiyana xwe û malbata xwe bigre garantiyê.
Koka meselê ev e, yanî dixwazin bi referandûma 16ê nîsanê tirsa Erdogan ya ewê were girtin, mahkimekirin û di zindanê da birize ji ortê rakin.
Hemû sebebên din yên ji bo guhertina makezagonê tên nîşandan demagojî ye, xîlafî heqîqet e.
Makezagon(qanûna esasî)tenê ji bo Erdogan neyê mahkimekirin tê guhertin.
Û Bînalî Yildirim jî ev rastî îtîraf kiriye…
Lê ew çi bikin jî ew nikanin wê tirsê ji dilê Erdogan derxin; zû dereng Erdogan ewê bedelê van kirin û sûcên xwe bide….

10 april 2017

11 partiên tirkmen piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê

11 partiyên tirkmen li Hewlêrê piştgirîya xwe bi serxwebûna Kurdistanê ra eşkere kirin û gotin Kekûk jî bajarekî Kurdistanê ye û lema jî dibê bi Kurdistanê ve were girêdan.
Nuha tirk di şokê da ne.
Heyeta YNKê û PDKê ji bo serxwebûna Kurdisistanê û vegera Kerkûkê ser herêma Kurdistanê, piştî partiyên kurd îro jî li Hewlêrê bi partiyên tirkmen ra civiya û ji partiyên tirkmen ji bo referandûmê û serxwebûna Kurdistanê piştgirî xwest.
Piştî civînê li ser navê heyta kurd Ednan Muftî û nûnerên 11 partiyên tirkmen bi hev ra konfranseke rojnamevanî  çêkirin.
Di konferansê da 11 partiyên tirkmen piştgiriya xwe him ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê û him jî  ji bo vegera Kerkûkê ser herêma Kurdistanê eşkere kirin. Gotin Kerkûk bajarekî Kuristanê ye û ew ne li dijî bilndkirina ala kurd û serxwebûna Kurdistanê ne.
Wek kurdan ew jî dixwazin kurd serxwebûnê îlan bikin û Kerkûk jî vegere ser Kurdistanê.
Ev civîna îro civîneke tarîxî ye, kurdan dijinê xwe yê herî xedar, dewleta tirk îro naqawt kirin.
Girtina piştgiriya 11 partiyên tirkmen ji bo kurdan serketineke pir mezin û hêjayî teqdîrê ye.
Ji bo vê serketinê ez YNKê û PDKê ji dil û can pîroz dikim. Bi vê hevkarî û piştgiriya 11 partiyên tirkmen, kurdan qozên Tirkiyê yên fîtne û xerabiyê ji dest girtin.
Dijîtiya Cepheya Tirkmen zêde ne muhîm e, ji sedî 90 tirkmenan bi kurdan ra ne. Ev gelkî muhîm e.
Berpirsiyarên hukûmeta AKPê û dewleta tirk nuha di şokê da ne.
Belkî jî rawestandina petrolê bersîva vê tifaqa kurd û tirkmenan e.
Ednan Muftî jî di civînê da axivî û got, partiyên tirkmen piştgiriya xwe ji bo referandumê û serxwebûna Kurdistanê diyar kirine.
Ednan Muftî got:
“Me mijarên referandumê û hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê ji birayên xwe yên tirkmen ra behs kir. Wan jî got ew  piştgirîyê didin bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê û çêkirina referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê kirin.”
Dîsa li gorî beyana Ednan Muftî, nûnerên tirkmenan gotine li menfaeta wan e bi Kurdistanê ra bin û Kerkûk jî vegere ser Kuridistanê. Heger Kurdistan çê bibe tirkmen jî ewê bibin netewa duyem.”
Lê gava bi Îraqê ra bin tu mafekî wan tuneye. Çimkî kurd naxwazin hebûna kesî înkar bikin. Gava Kurdistan çê bibe tirkmen jî ewê bigihîjin mafê xwe.
Ez careke din ji bo vê serketinê YNKê û PDKê pîroz dikim.  


XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji alîkariya Emerîka û Rûsyayê bi YPGê û bi kurdan ra pir nerehet û xeyidî ye, eferndî gotiye, Amerîka û Rûsya li ser YPGê bi hev ra ketine pêşbaziyê.
Çavuşoglu li Alanyayê di civîna medyaya herêmî da bersîva rojnamevan daye û li ser têkliyên Emerîka û Rûsyayê yên bi PYDê ra bi zimanekî xeydok gotiye,
”Rûsya û Amerîka ji bo ku YPGê ji hev ra nehêlin ketine pêşbaziyê/pêşbirkê. Pêşbaziya li ser rêxistina terorê nayê qebûlkirine. Ev nîşanên tengazariyê ne.”
Çavuşoglu dixwaze Emerîka û Rûsya wek Tirkiyê neyartiya kurdan bike, ne PYDê tenê, hemû partiyên kurd terorîst qebûl bikin.
Lê werxuya ye Çavuşoglu ewê kortika hustuyê xwe bixrîne, Emerîka û Rûsya ji bin da guh nadin vir û demagojiyên Tirkiyê….