28 mars 2017

Yekîtiyê li Kerkûkê fêkiyê xwe da

Encumena Kerkûkê îro biryareke dîrokî girt !
Ala Kurdistanê li Kerkûkê êdî ewê li ser hemû sazî û dezgehên dewletê li ba bibe
Ev serketina kurdan li Kerkûkê fêkîyê tifaq û yekîtiyê ye...
Hezar carî pîroz be !
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser hemû dexgehên dewletê qebîl kir.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro(28ê/3) bi rojeva hildana Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên dewletê civiya û biryara hildana alê qebûl kir.
Li gorî Rûdaw dinivîse tirkmen û ereban ji bo civîn çê nebe gelek hewil dane û hinekên wan civîn boykot kirin.
Lê belê encumenê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser ser hemû dezgehên resmî bi piraniya dengan qebûl kir..
Biryareke dîrokî ye û pîroz dikim.
Esas dibê ev biryar ji zû da hatibûya girtin. Çimkî berî her tişî Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye, piraniya nufûsa Kerkûkê kurd in û yên Kerkûkê diparêzin û xwîna xwe ji bo wê dirjînin jî kurd in.
De îcar çima ewê ala Kurdistanê bi ala Îraqê ra neyê hildin?
Muxalefeta ereban ez fêm dikim, mêrikan naxwazin Kerkûkê ji destê xwe derxin, cebga li ser Kerkûkê bi ereban ra ne nuh e.
Lê sebebê dijayetiya tirkmenan Tirkiye ye, Tirkiye tirkmenan li dijî kurdan pîj dike. Yanî sebeb dijminatiya Tirkiyê ye….
Yekîtiya kurdan ew birin zaferê.
24 endamên meclîsa Kerkûkê hene. Di dengdanê da hemû hêzên kurd bi hev ra hereket kirin, lema jî kanîbû piraniyê bigrin destê xwe. Gava yekîtî hebe netîce ev e. Yanî yekîtiya kurdan ew brin zaferê, ya na ewê tirkmen û ereb bi ser ketana...
Li gorî Rûdawê nivîsîye erebekî tenê bi kurdan ra hereket kiriye.

XXX


Wezîrekî tirk heye, ne tu meriv e, qaşikê xiyarekê tahl jî nake.
Faşîstekî pir erzan e, şelafekî Erdogan e.
Ev demeke pir diewte, bêsebeb diewt e, ne li serê çiyan, li meydanan, di nava koma polîsan da dike ewteewt…
Ji wî wetnê mêrxasiyê dike.
Lê qet pê nakeve.
Ne di wê kalîbrê/çapê da ye…
Bira mêrxasî li wir bimîne, nagihîje şekala pêxwasan jî..
Cewrike hîn nebûye kûçik.
Lê li ba xwediyê xwe, xwe li şêr û şepalan radikşîne…
Kûçik ya dema hêrs bibe, ya dema kêf bike, ya jî dema bitirse diewte…
Ez dibêji ev seg ji tirsê hewqasî dike ewteewt…
Kûçik ji kê bitirse bi wî da diewt e...
Dixwaze xwediyê wî şekirekî têxe dev û destê xwe di serî bide…
Kûçik ji eferimê hez dike, çimkî bi qasî heywanekî sadiq e, hewqasî şelaf/şalûz e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE