08 mars 2017

"Ku" ya bûye jokêr

Xwişka Nure Şane di rojnameya Ria Taza da pirsek kiriye, gotiye, ”ez li kîjan stirana dengbêjên me guhdarî dikim, tê da peyva “ku” tuneye. Lê nivîskarên me dest pê kirine bêy “ku” nizanin binivîsin. Gelo ev ji ber çi ye?
Rast e, vê yekê ji zû da ye bala min jî kişandiye. Baş bû we qala vê meselê kir.
Gava ez nivîsekê dixwînim ez dibînim gelek "ku" yên bêmane û ne hewce hene. Tunebin xweştir û rasttir e.
Ev "ku" ya we qal kiriye û kurdan ji xwe ra kirine ”jokêr” ne di stranan da tenê, di axaftina rojane da jî tuneye.
Li Wêranşar û Qerejdaxê ji xwe ”ku” tuneye, em dibêjin ”gi”.
-Gi ez hatim ezê bi xwe ra bînim.
-Gi ez rabin ezê nîşanî te bidim.
Gi Xwedê bibêje erê ezê sibe bibim mîvanê te…
Lê ji bo tevlihevî çênebe û di zimên da standardek çê bibe ez di nivîsên xwe da ”gi” bi kar naynim, ”ku” bi kar tînim.
Lê heta ji min tê bêmane û di derên ne hewce da bi kar naynim. Lê dîsa jî hin caran meriv bêhay bi kar tîne.
Bi texmîna min sebebekî vê ”ku” jokêr tirkî ye, tercumeyên ji tirkî ne…
Gelek kes bi tirkî difikirin û bi kurmancî dinivîsin.
Gelekê caran hin nivîskar nikanin cumleyeke kurmancî xweşik li hev ragirin. Di rewşên wiha da, dema di cumleyekê da asê dimînin hema ”ku” yekê wek jokêr dixin nabênê. Ji sedî nodê wan ”ku” yan meriv kane rake bêyî ku( a di vir da ev ”ku” lazim e) tesrî li nivîsê bike.
Hûn zanin di lîstika kaxezan(kaxetan) da jokêr dikeve nabêna her jimarê, her kaxezê.
Ji bo gelek kesan ”ku, ko, kû” bûye jokêr, hewce ne hewce li her derê bi kar tînin. Ev yek ji ber nezaniya zimên û tesîra tirkî ye.
Ev texmîna min e.
Belkî hevalên zimanzan îzaheke ilmîtir bînin.
Di nivîsên kesên hakimê kurmancî da ”ku” ya jokêr pir hindik e, tenê ya hewce heye, ew jî pir kêm e.
Ez bi xwe pir li vê yekê miqate me û ji ”ku” ya jokêr jî qet hez nakim…

Ev jînivîsa Baran Rizgar ya li ser mijara "Ku"

Inga kommentarer: