07 mars 2017

Wêrankirina bajarekî kurdan ne sûc e lê çêkirina rismê vî bajarê wêranbûyî sûc e...



Ji bo ku ev rismê Nisêbîna wêran çêkiriye û notên zarokekî 10 salî kiriye xeber û di hesabê twîtta xwe da belav kiriye mahkima tirk 2 sal 10 meh ceza daye Zehra Dogana rojnamevan.
Li gorî hakim û edaleta tirk wêrankirina bajarekî ne sûc e, lê çêkirina rismê wî bajarê wêrankirî sûc e.
Êdî ne faşîst, îslamîst, AKP, MHP, CHP, dîyanet, polîs, leşker tenê, dewleta tirk, civata tirk bi tevayî, bi hemû dezgehên xwe ve ji ber dijminatiya bi kurdan ra ji însaniyetê dûr ketine, bûne xwediyê îdeolojiyeke irqçî û faşst…
Lema jî Tirkiye, civata tirk êdî ne ji bo kurdan tenê, ji bo dinyayê jî tahlûkeyeke pir mezin e. Çimkî netewerestiya(nasyonalîzma) tirk êdî bûye nasyonalîzmeke pir tahlûke, bi zirar û êrîşkar. Nazîzmê jî bi dijminatiya yahûdiyan dest pê kir û dû ra bû bela serê Ewrûpa û hemû dinyayê.
Nasyonalîzma tirk îro nasyonalîzmeke pir tahlûke û pir êrîşkar e, bûye wek segê har…


Yê bi zulmê abad be  axîreta wî berbat e. Yanî Xwedê miheqeq cezayê zaliman dide, dawiya zaliman xerab e.
Helbet ev zulm ji kesên,  ji vê îktîîdara Nisêbîn û 12 bajarên din yên kurdan wêran kirin ra namîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE