21 mars 2017

Tu bi qasî zimanê xwe heye



Xaliyeke yekî ya herîr(hevrîşim)hebû. Xaliyeke antîk û pir giranbuha bû, ji bavê wî jê ra yadîgar mabû.
Rojekê biryar da bifroşe.
Bir mazatê, da destê delalan, rê viya da, rê wiya da lê kesî nekirî. Dawiya dawî bir ba yekî pir zengîn.
Yê zengîn bala xwe da xaliyê û buhayê xaliyê pirsî.
Xwediyê xaliyê got 100 zêr.
Yê zengîn got baş e, min kirî û rabû 100 zêrê wî dayê.
Xwediyê xaliyê ji kêfan firiya. 100 zêr ne perakî hindik bû…
Di vê nabênê da yê zengîn jê pirsî, got:
-Ma tu zanî ev xalî çuqas pere dike?
Mêrik got, na, ez nizanim…
Yê zengîn got:
-Ev xalî herî kêm 3000 zêr dike.
Xwediyê xaliyê matmayî ma, lal bû…
Yê zengîn pirsî:
-Te çima bi 100 zêrî firot?
Mêrik hinekî fikirî û got:
-Ezbenî li qusûra min nenêre, lê belê meblaxê(reqemê) herî mezin ez zanim 100 e.
Yanî reqemeke ji 100î mestir nizanîbû…
Fîlozof, matamatîkçî û zimanzanê avusturî Ludwig Wittgenstein dibêje, ”Sînorê zimanê min sînorê dinya min e.”
Heta zengînîya gotinan, piraniya mefhûm û teşbîhan û kûrahiya di nabêna maneyan da di zimanekî da bi pêş nekeve karê bi wî zimanî were kirin ewê bi sînor be.
Zimanê te çiqasî zengîn be asoya(ufqê) te jî, sînorên fikirandina te jî û xeyalên te jî ewê hewqasî fireh be.
Li gorî texmînan zimanê axaftinê di deqîqeyê da 150-200 kelîme ye.
Lê zimanê fikirandinê di deqîqeyê da li dora 1300-1800 kelîmê ye.
Ji ber vê jî zihnê ji alî gotin, mefhûm/têgehan ve têra xwe ne zengîn û fireh be ewê rastî gelek astengan were, ewê gelek zahmetiyan bikşîne.
Ev jî tê maneya yê bi 150-200 gotin difikire ewê tu carî nikanibe yê bi 2000 gotin difikire fêm neke.
Ji bo meriv ji hev fêm bike dibê meriv ji zimanê hev fêm bike û ew jî girêdayî zanîna gotinan û mefhûman e. Yanî xezîneya(gencîneya)meriv ya zimên çiqasî zengîn be meriv hewqasî ji rehet hev fêm dike…
Lema jî camêrekî gotiye, ”tu bi qasî zimanê xwe heyî…”

Inga kommentarer: