23 mars 2017

Tîşortê Kurdistanê bû sebebê qetla Kemal Kurkut !


Di Newroza Diyarbekrê da sebebê qetla xortê kurd Kemal Kurkut tîşortê Kurdistanê bûye.
Ji ber tîşortekî navê Kurdistanê li ser lê bûye polîsan di nuxta kontrolê da Kemal Kurkut sekinandine.
Tîşortê wî jêkirine û lêxistine. Û dema ji destê wan reviyaye ew ji para bi xwînxwarî gulebaran kirine û kuştine.
Înfazeke pir hovane û pir namerdane ye...
Ji xwe dema berdidinê û dikujin di risman da xweş xuya dike. Tazî ji nava koma polîsan direve. Polîsê ji para berdidê û dikuje jî tê dîtin.
Van qatil û gurûhên faşîst xortekî wek gulekê, wek şitlek rihan kêfî înfaz kirin.
 Û em jî nikanin tiştekî bikin, em tenê kanin rismê xort belav bikin û pê xemgîn bibin.
Û di ser da jî van zaliman gotin terorîst e, di çentê wî da bombe hebûye û bi kêrê êrîş polîs kiriye.
Hemû vir e, eslê wê tuneye, ji ber xwestin kurdekî bikujin ketin xwîna vî xortê kurd.
Xwedê kir rojnamevanekî ev risim kişandin.
Di risman da meriv xweş dibîne xortekî tazî li ber çavê bi sedan însan çawa îfaz dikin.
Ez bawer nakim netîceyekê bide, lê belê dîsa jî dibê malbata wî, baro û hêzên kurd li qatilan gilî bikin, girtin û cezakirina qatilan bixwazin…
Ev bedena tazî , ev reva ji destên hovan û ev sûretê ji ber derba guleya namerdekî  kiriye hawar ewê tu carî ji hafiya kurdan derneve.
Kemal Kurkut şehîdekî kurd û Kurdistanê ye, emê tu carî vî xortê wek tayek rihan ji bîr nekin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE