25 mars 2017

Tirsa ji cûntayeke leşkerî ya nuh Erdogan bizandiye

Erdogan hîn jî ji cûntayeke leşkerî ya nuh ditirse, tirsa ewê wî bixînin û ceza bikin ew ziravqetyayî kiriye. Lema jî der û dora xwe, leşkeran, civatê tehdît dike.
Çend numûne ji gef û tehdîdên Erdogan:
”Heger tiştekî xerab were serê welatê me, emê hemû bi hev ra qiyametê bijîn. Li Sûriyê bajarên şewitî û wêranbûyî hûn dibînin. Hûn êşên li Îraqê taqîb dikin. Dixwazin li Tirkiyê jî eynî tiştan bikin. Li hemberî kesên viya dixwazin sîleha me ya herî mezin yekîtiya me ye.”
Di vir da baş xuya dike Erdogan ji xistin û kuştina xwe pir ditirse, tirsa ewê darbe bibe hîn ji ser xwe neavêtiye.
Lema jî dibêje heger hûn teşebusî darbeyê û xistina min bikin ewê qiyamet rabe, tiştê hat serê Sûriyê û Îraqê ewê were serê Tirkiyê jî.
Ji bo wê jî, heger hûn dixwazin Tirkiye jî nebe Îraq û Sûriye, dibê hûn li hemberî hukmê min ranebin û teşebusî xistina min nekin. Dibê ez heta mirinê li ser hukim bim. Ya na ezê Tirkiyê bikim Sûriye û Îraq.
Ji xwe ji bo heta mirinê li ser hukim bimîne, ji bo ruhê xwe bigre garantiyê serokatiyeke ebedî dixwaze, sebebê guhertina destûrê ev e.
Li alî din bela xwe ji Ewrûpayê jî venake, dev ji tehdîdên xwe bernade.
Ji ber Parlamentoya Ewrûpayê nehîştiye rojnameya AKPê Daily Sabah têkeve hundur avahiya Parlamnetoyê Ewrûpa tehdît kiriye, gotiye:
” Nahêlin Daily Sabah têkeve Parlamentoya Ewrûpayê, yasax kirin. Ka li ba wa azadiya çapemeniyê hebû? Çima we yasax kir?Hûnê hesabê wê bidin. Hûnê rehetiyê nebînin.”
Bi baweriya min dibê ewrûpî gefên Erdogan cidî bigrin. Tiştê Erdgoan dibêje ne blof e, bi rastî jî ewê Ewrûpayê rehet nehêle…
”Heta hûn ji Erdogan ra bibêjin dîktator, Tayyip Erdoganê jî ji we ra bibêje faşîst jî, nazî jî !”
Wek tê dîtin di gefên xwe da mêrik bêperwa ye, dibêje ya hûnê devê xwe bigrin û tu kirineke min rexne nekin, ya jî ezê jî bêbersîv nemînim…

XXX
Rahmetîyê bapirê min digot, rojekê du melaîke ji jorê werin û di bin çengê xwe de mirovekî tirk bi xwe re bînin û ji min re bêjin me ev ji jorê aniye, tu dikarî qinyatê pê bînî, welehî dîsa jî ezê hinekî bifikirim.”
Selman Coşar
Bapîrê Selam Coşar merivekî pir biaqil û pir bi xîret bûye. Dijminê xwe baş nas kiriye û xwestiye neviyên wî jî vî dijminê xedar nas bikin. Lema jî şîreteke pir baş li neviyên xwe kiriye..
Ez rahmetî bi hezkirin û bi hurmeteke mezin bibîr tînim. Gorra wî buhuşt be…



XXX
Bi roj şimamok e bi şev pîrebok e…
Bi şev mîvan, heval û aqildarê dijmin e, bi roj jî ronakbîr û tarîxzanê kurd e…
Mezhebê me pir fireh bûye...
Tu dibî çi bibî dîsa were, deriyê me hertim ji te ra vekirîye..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE