18 mars 2017

Tirkiye li hemberî kurdan Daîşeke nuh ava dike


Tirkiye bela xwe ji kurdan venake. Wa ye di bin navê ”Artêşa Eşîran” da li hemberî kurdn cepheyeke nuh vekiriye.
Li gorî Rûdaw dinivîse, Tirkiyê li Ruhayê gelek serokên eşîrên ereb di konferansekê da anîne ba hev û di konferansê da biryara avakirina artêşeke nuh, bi navê ”Artêşa Eşîrên Cizîrê û Ferêt” girtine.
Ev, li hemberî kurdan û PYDê vekirina cepheyek nuh e.
Daîş û Nusra û hemû çeteyên cîhatçî li Sûriyê li ber qedandinê ne, gelekên wan reviyane Tirkiyê. Di demeke kin da ewê ji Reqayê û gelek derên din werin paqijkirin.
Diyar e Tirkiye ji nuha da, di dewsa Daîşê û Nusrayê da artêşeke nuh ava dike. Ya jî navê wn diguhere, dike ”Artêşa Eşîaran”.
Lê malzeme, hêz û çete eynî ne.
Çeteyên ji Sûriyê û Îraqê direvin ewê îcar di bin navê ”Artêşa Eşîrên Cizîrê û Ferêt” da şerê xwe yê li hemberî kurdan bidomînin.
Yanî reorganîzeya Daîş û Nusrayê ye, nav maske ye.
Çimkî navê Daîşê û Nusrayê û yên din êdî ji bo Tirkiyê bar e, dinyayê mohra terorîstiyê li wan xistiye. Bi van navan nabe.
Lema jî navê wan diguhere û navekî din li çeteyên xwe dike.
Navê nuh kirine ” Artêşa Eşîrên Cizîrê û Ferêt”.
Li gorî di xeberê da hatiye gotin ji nuha da hezar û 800 çekdarên ”Artêşa Eşîrên Cizîrê û Ferêt” heye.
”Nûnerekî konfransa eşîran ji Rûdawê ra gotiye:
”Em ji Ewrûpa û dewletên îslamî û Amerîkayê dixwazin alîkariyê ji ser PYDê qut bikin, ji ber ku wan xelkên gundan koçber kirine. Em ji hikûmeta Tirkiyê û Civaka Navdewletî jî dixwazin alîkariya Şoreşa Sûrî û Artêşa Azad û eşîrên Sûrî bikin, ji bo ku navçeyên xwe ji PYDê rizgar bikin. Ti ferq di navbera PYDê, DAIŞê û rejîmê de nîne…"
Vana gotinên dewleta tirk in, Çavuşoglu, Erdogan, Yildirim van gotinan her roj dubare dikin.
Bi kurtî meriv kane bibêje, Daîş, Nusra û hemû çeteyên cîhatçî li Sûriyê têk biçin jî Tirkiye bela xwe ji kurdan venake. Ewê di bin nav û cepheyên din da şerê kurdan bike.
Nav ”Artêşa Eşîran” be jî, çete ereb in jî hêza li pişt Tirkiye ye. Heger bi rastî “Artêşa Eşîran” çê bibe û şerê kurdan bike, ev Tikriye ye.

XXX


Li gorî AKPê jenosîda Helebçê tenê ”bûyereke xemgîn” e..
HDPê bi pêşniyarekê xwestiye meclîsa Tirkiyê qetlîama Helebçê wek jenosîdê, komkujiyê qebûl bike.
Lê partiyên tirk piştgirî nedane pêşniyara HDPê.
CHPê gotiye ”Qetlîama Helebçê” ne jenosîd e, ne komkujî ye, tenê ”qirkirineke”.
Tiştê ez zanim ”qirkirin” û jenosîd eynî tişt e. Lê li gorî CHPê ne eynî tişt e. Yanî nexwestine piştgiriyê bidin kurdan, nav bahane ye.
Lê di eynî xeberê da tê gotin, cigirê serokê CHPê Engin Altay gotiy haya wan ji pêşniyara HDPê tuneye. Dema ew pêşniyarê bibînin belkî kanibin piştgiriyê bidinê...
AKPê, yanî partiya îslamî û partiya herî bêtir dostê kurdan û Kurdistana başûr jî gotiye, ”bûyereke/hedîseyeke xemgîn ” e , ne jenosîd e, ne komkujî ye…
MHP ji xwe ji kok da li dij e, ew diwaze ew bi xwe eynî tiştî bike…
Yanî tirkên ”bira” û dostên me kurdan naxwazin qetlîama Seddam anî serê kurdan ra bibêjin qetlîam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE