19 mars 2017

Tirkiye li dij derket ala Kurdistanê li Kerkûkê were hildan

Tirkiya xwedîgiravî ”dostê” kurdên başûr bû li hemberî hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê  xwe gelkî aciz kir û got hildana ala Kurdistanê zengîniyên Kerkûkê yên sosyal û kulturî û nasnameya Kerkûkê xera dike…

Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Huseyin Muftuoglu, li ser hildana Ala Kurdistanê li ser sazî û dezgehên fermî yên Kerkûkê  daxuyanîyek da.
Muftuoglu di beyana xwe da got:
”Teger û tesarufên wiha yên yekalî zirarê digihînin xebatên lihevkirinê yên li Îraqê. Teşebusên bi vî rengî zengîniyên Kerkûkê yên sosyal, kulturî û aborî  û nasnameya  Kerkûkê ya pirkulturî laçqe dike…”
Yahaaa, ala Îraqê û erebî zirarê  nade zengîniyên Kerkûkê yên sosyal û kulrturî  û nasnameya Kerkûkê ”laçqe” nake, lê ala Kurdistanê û zimanê kurdî zirarê dide kultura Kerkûkê û nasnameya wê laçq dike…
Do gava hin berdevkên turkmenên Kerkûkê di civîneke çapemeniyê da li hemberî hildana ala Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan, min di nivîsa xwe da got miheqeq tiliya Tiriyê di vê da heye, bêyî daxwaza Tirkiyê tirkmen vê dijminatiya xwe nîşan nadin.
Îro wa ye derket ortê ev texmîna min rast bûye û Tirkiye li pişt vê protestoya tirkmenan e.
Hukûmeta başûr û serokên PDKê baweriya xwe pir bi hukûmeta AKPê dianîn û Tirkiye wek ”dost” didîtin.
Bi vê gava dijayetiya ala Kurdistanê tirkan careke din qîlê xwe nîşanî hemû kurdên başûr, hukûmeta Kurdistana Federe û serokên PDKê dan.
Ji ber ku hukûmeta AKPê wek taktîk destûr da ala Kurdistanê di dema serdanên Barzanî da were hildan, hin kurdên me tavilê dest bi pesnên Erdogan û AKPê kirin, qala guhertinên mezin kirin…
Lê bi vê beyana  Huseyîn Muftuoglu derket ortê Tirkiyê hîn dev ji siyaseta xwe ya berê ya antî-kurd bernedaye, Tirkiyê ji bo Kerkûkê û Îraqê do çi digot, îro jî eynî tiştî dibêje.
Yê nezan û bi silaveke, bi dereweke tirkên irqçî, îslamî û pan-trkîst dixapin kurd in.
Kurdan heta nuha ji bo parastina Kerkûkê bi sedan şehîd dane.
Tirkmen ne li dij in kurd Kerkûkê biparêzin û her roj ji bo wê xweîna xwe  biherikînin.
Lê belê li dij in ala Kurdistanê li kêlek ala Îraqê were hildan…
Lê belê li dij in zimanê kurdî li Kerkûkê bibe zimanê resmî…
Li dij in çimkî Tirkiye li dijî ala Kurdistanê ye û resmîbûna kurdî ye.
Li dij in çimkî Tirkiye naxwaze Kerkûk bibe bajarekî kurdan.
Lema jî tirkmenên girêdayî Tirkiyê emrê patronên xwe bicî tînin.
Mesele ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE