19 mars 2017

Tirkiyê îcar tirkmenên Kerkûkê li hemberî kurdan pîj kir

Tirkmenên Kerkûkê li dijî hildana ala kurd û resmîbûna zimanê kurdî derketin
Hûn dibînin ew jî wek tirkan çi bêbav û neyarên kurdan in?
Ji ala Îraqê û erebî ra îtîraza wan tuneye, lê yê kurdan bi wan tahl e…
Di vê şêla tirkmenan da sedîsed tiliya Tirkiyê heye, li ser daxwaza Tirkiyê tirkmen vê neyartiyê bi kurdan ra dikin.
Ev protestoya tirkmenan ji bo kurdan belayeke nuh e, Tirkiye jî nuha ewê dakev meydanê û piştgiriyê ide tirkmenan.
Kurdên başûr, PDK ewê bibînin Tirkiye çiqasî "dostê" wan e...
Heger heta nuha li Kerkûkê ala kurd bi ser avahiyên dewletê da nehatiye hildan û zimanê kurdî jî nebûye zimanê resmî skandaleke mezin e…
Kurdî li seranserê Îraqê zimanê resmî ye, lê li Kerkûkê heta nuha ne ala kurd hatiye hildan û ne jî kurdî zimanê resmî bûye.
Hema bira ew walî jî ne kurd bûya.
Meriv fêm nake partiyên kurd heta nuh çawa ev yek qebûl kirine?
Li Kerkûkê kurdan heta nuha bi sedan şehîd dane, lê hîn nuh ala kurd lê tê hildan û kurdî dibe zimanê resmî.
Diyar e derdê partiyên me ji alê û ji zimên bêtir, talan û dabeşkirina petrolê bûye, wexta xwe dane şerê li ser petrolê.

XXX
Serok û siysetmedaran siyaset kirine gêrmiya gavana, madê meriv jê digere, dilê meriv jê dixerbile.
Gur û keftaran çarhawêl dora wan girtine, ji dêlî ew li hemberî gur û kefraran hêzên xwe bikin yek, xwe biparêzin, bi hev ketitine, dikin çavên hev derxin.
Xwedê kir Emerîka nahêle xwîna hev birjînin, berî êrîşên gur û keftaran ew hevûdu bixwin. Heger Emerîka bihîşta li Şengalê, li Sûriyê nuha qira hev anîbûn.
Daîş, Tirkiye, Îran, Îraq ne bes e, wa ya tirkmenan jî derketin ortê. Ev hêzeke Tirkiyê ya nuh e, Tirkiye bi tirkmenan li hemberî kurdan cepheyek nuh vekir...
Xwedê aqilekî netewî bide serok û siyasetmedarên kurd...

XXX


Tirkiyê li hemberî kurdan du cepheyên nuh vekir.
Li Sûriyê bi navê ”Artêşa Eşîrên Cizîrê û Ferêt” yanî Daîşek nuh ava dike. Yanî Daîşê, Nusrayê çeteyên din reorganîze dike. Navekî nuh li wan dike.
Û li Îraqê jî tirkmenên Kerkûkê xist hereketê.
Li ser daxwaza Tirkiyê, tirkmen li dijî ala Kurdistanê û zimanê kurdî derdikvin.
Li pişt vê dijminatiya tirkmenan Tirkiye heye.
PDK û kurdên başûr ewê nuha bibînin Tirkiye çi xebîs e, çiqasî "dostê" wan e !
Gur û keftaran dora wan girtine, ji dêlî ew li hemberî keriyên gur û keftaran hêzên xwe bikin yek, xwe biparêzin, bi hev ketitine, dikin çavên hev derxin.
Xwedê aqilekî bide serok û partiyê kurdan..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE