20 mars 2017

Tirkan MAZLUM-DER jî ji kurdan paqij kirin !


Hukûmeta AKPê bi tayinkirina qeyûmê dewletê, yanî mamûrê dewletê dest danî ser MAZLUM-DERê(Komeleya Piştgiriya Mafên Mirovan û Mezlûman) jî.
Tirkên di nava MAZLUM-DERê da do li Anqerê kongreyeke awarte çêkirn û bi biryarekê  him hemû kurd tasfiye kirin û him jî hemû şaxên (şûbeyên) di destê kurdan da bûn girtin û MAZLUM-DER ji kurdan paqij kirin.
MAZLUM-Der (The Association for Human Rights and Solidarity for the Oppressed) ev 26 sal in ji bo mafên mirovan dixebite û her sal raporan belav dike.
Li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê 24 şaxên MAZLUM-DERê hene; jê 16 şax girtin.
Ji 16 şaxên  girtin 12 jê li Kurdisatnê ne û 4ê din jî li Xerbê lê ew jî di destên kurdan da ne.
Yanî 16 şaxên/şûbeyên di destên kurdan da bûn girtin û MAZLUM-DER bi temamî kirin komeleyeke tirkan.
Çawa 90 belediye bi zor ji kurdan girtin, eynî tişt anîn serê MAZLUM-DERê jî.
Bi baweriya min tirk baş dikin.
Dibê em dev ji tirkan berdin û berê we bidin welatê xwe, gelê xwe organîze bikin.
Hukûmetê berê qeyûmek tayinî ser MAZLUM-DERê kir û dû ra jî bi ”kongreyeke awarte” MAZLUM-DER kir komeleyeke tirkan ya di bin emrê Erdogan da.
Tiştek êdî pir eşkere ye, tirk êdî  naxwazin bi kurdan ra bijîn.
Gava kurd ji komeleyeke wek MAZLUM-DERê ne siyasî û tenê ji bo mafên mirovan dixebite, bi vê zorbatiyê werin qewitandin êdî mesele me û tirkan qediya ye.
Tirkên di nava MAZLUM-DERê da naxwazin li dijî zulma dewlet li kurdan dike derkevin û terora dewleta xwe bikin rapor.
Tirk êdî naxwazin di tu platformekê da werin ba kurdan, dixwazin dewleta xwe, sîstema xwe ji kurdan paqij bikin.
Dibê kurd vê rastiyê bibînin, qebûl bikin û êdî di çarçeweya kurd û Kurdistanê da xwe organîze bikin.
Kesên ji xwe ra dibêjin em kurd iin û doza mafê kurdan dikin, dibê êdî dev ji hevaltiya tirkan berdin, ji partî û komeleyên tirkan vekişin û li ser asasê netewî tifaqan û rêxistinan çêkin û di vê çarçewê da xwe organîze bikin.
Dibê êdê em MAZLUM-DERA kurdan û Kurdistanê çêkin, dev ji hevaltiya tirkan berdin.
Serokê Mazlumderê Omer Faruk Unsal ji Rûdawê ra gotiye:
“Hin alî me bi netewperestiya kurdî tobetbar dikin. Lê heta niha ne endamên me û ne jî di asta serokatiyê da me piştgriya tundîyê nekiriye û em nakin jî. Lê ew dixwazin em rastiyan veşêrin. Ew buxtanan li me dikin, bila kerem kin gotinên xwe îsbat bikin.”


 Serokê Şaxa Amedê yê MAZLUMDERê Reha Ruhawî jî gotiye:
”Hinek baskên MAZLUMDERê dixwazin em li dijî mafên kurdan kar bikin.Hûn jî zanin meseleya mafê mirovan zêdetir peywendî bi Kurdistanê heye. Şax û endamên li qadê her tiştî dibînin em in. Em jî dema  raportekê amade dikin, em bang li her aliyî dikin. Em gazî şaxê Stenbol û Îzmîrê jî dikin, lê nêzî salekêye ev heval ne tevlî rapora dibin, ne jî li ser raporan nêrîn û rexneyên xwe parve dikin. Dema rapor derketin jî bi rêya çapemeniyê li dijî raporan daxuyaniyê didin.”
Heger em kurd in û navê welatê me Kurdistan e wê demê dibê em partî û komeleyên xwe ava bikin, kurdan organîze bikin, dev ji xelaskirina tirkan berdin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE