27 mars 2017

Tirk dixwazin kurdan bikin lazên Kurdistanê

Tirkan çawa laz û miletên din kirin tirk, eynî tiştî bînin serê kurdan jî.
Heger tirkan bixwesta kurd wek milet bimînin ewê zimanê kurdî bikirana zimanê resmî û perwerdeya bi kurdî qebûl bikirana.
Lê nêteke wan ya wiha qet tuneye. Armanca dewletê û ya hemû tirkan, ya hemû partiyên wan, ya rast, çep, dîndar û faşîstên wan yek e, helandina kurda ye.
Nêta wan, hedefa wan kurdan bi riya asîmîlasyonê bihelînin û wek lazan bikin tirk.
Di van 30-40 salên dawî da herî kêm 4-5 milyon kurd kirin tirk. Haya kurdan ji vê jenosîda bêdeng û bêxwîn tuneye.
Bi hin manawrayan xapandinê wextê qezenc dikin.
Ji ber nêta wan xerab e, lema jî zimanê kurdî nakin zimanekî resmî û qebûl nakin zarokên kurd bi kurdî bixwînin.
Li gorî wan dibê kurd ji zû da, piştî 2-3 nifşan wek lazan heliyabûna û bûbana tirk.
Heta li gorî Îlber Ortayliyê panturkîst û antî kurd piştî nifşekî şansê mayina zimanekî tuneye...
Lê kurd wek lazan û miletên din neheliyan, kurdan li ber xwe da.
Çimkî rehên zimanê kurdî, kultur, folklor, zargotin, muzîk û edebiyata kurdî pir di kûr da ye, kultura kurdî, folklor û zargotina kurdî ji ya tirkî sed qatî xurttir e, lema jî kurd wek miletên din zû neheliyan.
Folklor û zargotina wan, kilamên wan, edebiyata wan ya devikî helandina wan zahmettir kir.
Lê li hemberî vê teknîk û dinya nuh êdî şansê me tuneye, êdî em bi xwe, ji xwe ber asîmîle dibin.

XXX


Tirk direvin Swêd
Kesên ji Tirkiyê direvin û tên li Swêd îltîca dikin roj bo roj zêde dibin.
Di sala 2016a da li Swêd daxwaza penaberiyê(îltîcayê) ji hemû wealtan kêm bûye, tenê ji Tirkyê zêde bûye.
Him jî ji sedî 200 qat zêde bûye.
Di sala 2015a da ji Tirkiyê 253 kesî li Swêd daxwaza îltîcaya siyasî kiriye. Ev hejmar di sala 2016a da derketiye 738 kesan.
Yanî wek prosent kesên ji Tirkiyê direvin ji yên Sûriyê, Îraqê, Somalî û Erître jî zêdetir e…
Tê texmîn kirin îsal îltîayên ji Tirkiyê ewê du sê qatan zêdetir bibe.
Yanî yê kane ji Tirkiyê berive direve. Çimkî îslamîstên tirk Tirkiye kirin dojeheke bi rastîn, bêyî çend faşît û îslamîstên AKPê kes nikane lê bijî, bîna însên lê diçike.
Tirkiyeya dikira bibûya endamê Yekîtiya Ewrûpa îro bûye zindaneke mezin û her kes dixwaze jê bireve. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE