11 mars 2017

Rewşa Tirkiyê li Ewrûpayê nuha ji bobelatê jî wêdatir e.


Siyasetmedarên tirk bûne wek kesên bi vîrusa Ebolayê, li Ewrûpayê tu kes naxweze van kesên bi vîrusa Ebola bera welatê xwe bide.
Bifikirin wezîrên tirk êdî nikanin li Ewrûpayê civînekê çêkin, li gelek welatan wan diqewitînin û cî nadin wan. Serokên welatan eşkere dibêjin neyên welatên me.
Di medyaya Ewrûpayê da Erdogan wek Drakula û Tirkiye jî wek welatê tirs û xofê, welatê zereya demokrasiyê û mafê însanan lê tuneye û lê her tişt kane were serê meriv tên nîşandan.
Bi baweriya min rewşa Erdogan û îktîdara AKPê pir û pir xerab e, temenê Erdogan û îktîdara wî zêde nemaye.
Îktîdarek, lîderek li dinyayê hewqasî îzole bibe, jê hewqasî were nefretkirin ne mimkûn e kanibe zêde bijî.
Em viya ji rejîma Seddam, Qedafî, Esed û yên wek wan zanin.
Dîktatorên wiha zû dereng pir xerab têk diçin.
Ez dibêjim dawiya Erdogan jî xerab e…
Bi riyên demokratîk xelasbûna ji Erdogan halîhazir mimkûn xuya nake.
Bi texmîna min tirk ewê bi hawakî Erdogan ji ortê rakin, miheqeq ewê îşekî bînin serî.
Çimkî Tirkiye bat dibe, her tirk viya dibîne.
Piştî referandûma 16ê nîsanê heger ji referandûmê ”erê” derkeve rewşa Tirkiyê ya aborî û siyasî ewê gelkî xerabtir bibe.
”Na” derkeve jî zêde ferq nake, dîsa teşxele, şer û pevçûn ewê dom bike.
Sermiyanê xerîb ewê bi tevayî Tirkiyê biterikîne.
Nêzîkbûna Erdogan ya Rûsyayê ewê rewşa wî hîn xerabtir bike, ji bo NATO û Ewrûpayê ev yek îspata Tirkiye ne mutefikekî saxlem e, meriv nikane bi Tirkiyê baweriya xwe bîne.
Tirkiye di her warî da, heta di warê turîzmê da jî ewê serserî here, ewê perîşan bibe. Turîzim ewê dakeve sifirê.
Li gorî anketên şîrketên turîzmê yên alman ji sedî 50yê almanan dibêjin ”ji nuha û pê da ez tu carî naçim Tirkiyê.”
Îptalên rezerwasyonên berê hatine kirin ji sedî 60 derbas kiriye.
Li Almanyayê serokê şîrketa turîzmê ya herî mezin li hemberî Tirkiyê kampanya boykotê dimeşîne.
Li Swêd çûna Tirkiyê ji -50-60 kêm bûye. Yanî li hemû Ewrûpayê rewş kêm zêde eynî ye, yên cî veqetandine jî êptal dikin.
Ev yek ji bo Tirkiyê felaket e, ewê netîceyên siyasî bi xwe ra bîne.
Ji xwe wa ye ji nuha da ewrûpîyan dev ji çûna Tirkiyê berdane.
Yanî bi kurtî ez dibêjim tirk miheqeq ewê tiştekî bînin serê Erdogan û xwe jê xelas bikin.
Ya na tiştê hat serê Sûriyê û Lîbyayê ewê were serê Tirkiyê jî.
Heta Erdogan li ser hukim be Tirkiye mahkûmî vê qederê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE