16 mars 2017

Rastî bi înkarê ji ortê ranabe

Li welatên Ewrûpa çiqasî heq, huqûq, edalet, wekhevî  û demokrasî hebe jî hin kurdên dîndar dîsa jî naxwazin rastiyê qebûl bikin.
Çimkî di warê îdeolojîk  da li dijî xerbê ne.
Çimkî tenê dînê xwe û îdeolojiya xwe rast dibînin.
Lema jî nexwazin qebûl bikin Xerb, Ewrûpa ji welatên misilman hezar qatî baştir û adiltir in.
Lê bi înkarê rastî nayê veşartin, her tişt li ber çava ye.
Dibê meriv bi ûjdan be, dibê meriv rastgo be, ji ber mulahazeyên îdeolojîk rastiyê înkar neke, belovacî nîşan nede.
Gava meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û di her warî da Almanyayê, Hollandayê, Swêd û heta hemû Ewrûpayê bi hemû welatên musilman ra miqayese bike, merivê bibîne di orta Ewrûpa û welatên musilman da çiya hene…
Bawer bikin di yek warî da jî welatekî musilman ji Ewrûpayê, ji yek welatê Ewrûpayê ne baştir e, ne pêşdatir e, ne adiltir û demokrattir e.
Li yek welatekî musilman însan jî û heywan jî bi qasî Ewrûpayê ne azad e, ne xwedî maf e û ne xwedî heq e.
Lema jî bi milyonan însan ji welatên musilman reviyane Ewrûpayê û hîn jî direvin.
Li Ewrûpa zarokên herî feqîr jî bi qasî zarokên herî zengîn xwedî maf û îmkan in.
Dewlet li Swêd ji bo seqetekî rake deyne, bibe bîne 3, 4 kessan dide ber.
Meaşê dê û bavê dide ji bo li zarokê xwe yê seqet binêre.
Ji bo seqetek li derekê kar bike dewlet kane 200-300 hezar  euro lê mesref bike, jê ra erebeyeke xusûsî bi 30-40 hezar eur bikire, jê ra kompîtoreke xusûsî bide çêkrin.
Viya bêyî ferqîyet û  ji bo her kesî, ji bo seqetekî musilman, îslamîstekî dijminê ”kafiran” û civata Swêd jî dike…
Lê hin dîndarên me hîn jî qal û qîlan dibînîn, hîn jî li dijî Ewrûpa ne û hîn jî wan ”cahnimî” dibînin.
Carê li Ewrûpa dewlet nahêle tu kes rezîl bibe, mecbûrî malbataxwe be, bêxanî û birçî bimîne.
Li Swêd bi dehhezaran xerîb, ereb, somalî, musilman, efrîkî bi salan bêyî rojekê jî bixebtin dewlet li wan dinêre.
Bi hezaran jinên somalî û ereb ev 20-sal in, 30 sal in li vir dijîn, lê hîn çarçefa xwe dananîne. Hîn rojekê jî nexebitîne…
Dibê meriv dev ji tiştên kitabî û îdeolojîk berde, rastiyê qebûl bike.
Ewrûpî, xiristiyan di her warî da ji musilmanan pêşdatir, humanîstir, adiltir û demokrattir in.
Bi hezaran ”kesên” musilman wan ”kafir”  û ”cahnimî” dibînin karên xwe, rehetiya xwe berdidin û diçin Afrîkayê, Sûriyê, Afganîstanê alîkariya feqîran, jinan û zarokan dikin.
Û feqîr û musilman jî ji bo peran wan direvînin, fîdyeyê dixwazin û gava fîdyê negirin dikujin.
Li Ewrûpayê yên li koçberan xwedî derdikevin, wan dibin malên xwe, di dêran da diparêzin kesên çep in, komunîst in, keşe ne.
Dewleta tirk hewqas zulmê li kurdan dike, we qet dîtiye dîndarên tirk, muftî û meleyên tirk hatibin hawara kurdan?
Dibê meriv dev ji dijminatiya miletên din, dînên din, welatên alema xiristiyan, Ewrûpayê  berde, kî zalim be, kî neheq be li dij be û kî adil û xwedî edalet û huqûqnas be biparêze, teqdîr bike…


XXX
Denîz Baykalê pan-tirkîst û antî-kurd di mitînga CHPê ya Trabzonê da qiyamet rakiriye, tirk kirine Rustemê Zal û gotiye ev 100 sal in li ser serê wan wer şer û ceng e, lî dîsa jî kes nikane bi wan, kes nikane cumhûrîyeta wan ji ortê rake.
Hela bala xwe bidin van vir û fortên vala:
”Ev 100 sal in em cumhûrîyetê di şertên herî dijwar da li hemberî 7 duvelan diparêzin û şerekî namûsê, micadeleyeke man û nemanê didin, me ev mucadela bi zaferî tacîdar kiriye. Di şert û mecên herî xerab da em tim li ser nigan tîk mane…” û nizanim çi û çi…
Biçirîne, tirk gava qala Tirkiyê û dewleta xwe dikin, rewşa xwe hewaqasî dramatîze dikin, hewqasî tramatîze dikin, meriv dêbeje belkî hemû dinya li dewleta wan hatiye hev, li ser serê wan wer herb û çeng e, tirk bi bi 77 dewletan ra di herbê da ne, lê dîsa jî kes nikane bi wan.
Bi van gotinên pan-tirkîst û şovenîst hestên tirkan yên irqçî pompe dikin,
Tirk motajê quretiyê ne, hewecedariya wan ji pesnên nasyonalîzmê ra heye, beq nequre û ewê bidirre…

Inga kommentarer: