23 mars 2017

Mirîşka birçî di xewna xwe da xwe di embara garis da dibîne



Xeyala Tirkiyê ya paşdagirtina, yanî îşaxala Kurdistana başûr û rojava ne tiştekî nuh e, her kes viya zane.
Çimkî tirkan tu carî dev ji fikir û emelên xwe yê ”Mîsakî Millî”(sonda netewî, manîfestoya netewî) bernedane.
Ji xwe sebebê îro li 9 ciyên Kurdistana başûr leşkerên tirk hene û bi operasyona Mertala Ferêt hin herêmên Kurdistana rojava îşxal kirine ev xeyal û emelên Tirkiyê ye.
Tirk hîn û hîn Kurdistana başûr û rojava wek Kurdistana bakur malê xwe, erdê xwe dibîne.
Mirîşka birçî di xewna xwe da xwe di embara garis da dibîne...
Sînorekî xeyalan tuneye, her kes her xeyalê bike û di serê xwe da û li ser masan gelek plan û projeyan çêke.
Lê navê wê li ser e, xeyal e, xewn e, tu têkiliya wê bi rastiyê û bi realîteya heyî tuneye.
Xeyala tirkan ya ”Mîsakî Millî” yanî paşdagirtina Kurdistana başûr rojava tenê husnu quruntuyeke tirkên pan-turkîst û faşîst e.
Enver, Cemal û Talat paşa jî wek Erdogan dan dû xeyalên împaratoriyeke pir mezin.
Lê taliya wan pir hazîn bû.
Nayonalîzma tirk nasyonalîzmeke irqşî û faşîst e, pir dirinde ye. Lema jî kane her dînîtiyê bike lê ewê li zirarê derkeve…
Îro li herêmê gelek hûtên mezin hene, Tirkiya Erdogan li ba wan ne mirîşke jî…

XXX
Selahedîn Çelîk, di nivîsa we ya Rûdawê da bal kişandiye ser tiştekî pir muhîm. Qala hejmara taybet ya kovara ”Tirkiyeya Nû/Yenî Turkiye” kiriye.
Kovarê di jimara xwe ya taybet da ”Kurdistana Rojava, Başûr, Kerkûk, Hewlêr û beşekî Kurdistana Rojhilat di nava xerîteya Misakî Mîllîyê da nîşan daye.
Û Recep Tayyip Erdogan jî ji vê kovarê ra pêşgotin nivîsîye. Çelîk gotiye:
”Li Tirkiyê bi navê "Tirkiyeya Nû" kovareke stratejî-çêkirinê derdikeve. Xwedî, kevnewezîr Hasan Celal Guzelê nîjadperest e. Kovarê, bi navê "Misakî Mîllî" hejmareke taybet weşand (Çile-Şibat 2017). Erdogan pêşgotin nivîsandiye. Nexşe/xerîte jî heye. Kurdistana Rojava, Başûr, Kerkûk, Hewlêr û beşekî Kurdistana Rojhilat di nav Misakî Mîllîyê de ye. Ma êdî zêdeyî gotinê ye?”
Lê siyasetmedarên başûr hîn jî dibêjin na lo, ne wiha ye, ne wek hûn dibêjin…

XXX


Melîh Gokçek nuha di kanala Haberturkê da got dewletê wek tedbîr 20 milyon însan çekdar kirine û hemû swîlên di 15ê temûzê da li dijî darbeyê derketin girtine ordiyê, hemû kirine leşker.
Heger ev îdîa Melîh Gokçe rast be, hukûmet hîn jî ji darbeyeke leşkerî ditirse û ji bo xwe biparêze sîleh li hemû endam û alîgirên AKPê, MHPê û partiyên faşîst belav kirine.
Ocaxên Osmaniyan(Osmanli Ocaklari) yek ji orgaanîzasyona AKPê ya paramiliter e.
Bêyî hêzên dewletê yên resmî, polîs, leşker û cendirme hebûna 20 milyon însanê çekdar felaketeke mezin e…
Tirkiye kane ji Îraq û Sûriyê xerabtir bibe…
Û hedef pêşî jî kurd û elewî ne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE