26 mars 2017

Min dev ji teqawîdiyê berda û sibe diçim kar…


Heft meh berê gava min rahîşt gopalê xwe û ez teqawid(emeklî) bûm, min digot belkî ez kokbirr ji swêdiyan û ji Forsakringskassanê(Dahîreya sîgortayê)xelas bûm.
Lê dinya tije surprîz in, meriv nizane kînga ewê kîjan surprîz derkeve hemberî meriv.
Ez zêde dirêj nekim û ji we ra meselê ronî bikim.
Hefta borî roja sêşemiyê xanima şefa min telefonî min kir, got karkirê me nexweş e, heger mimkûn be em dixwazin tu werî hawara me.
Min got weleh ez qet ne li bende pêşniyareke wiha bûm, ji bo min bû surprîzeke mezin e. Lê min zanîbû ewê netîce ev be. Gava min ji we ra digot bêyî min hûnê nikanibin îdare bikin, hûn bi min dikeniyan, wa ye gotina min rast derket. Lê gerek ez hinekî bifikirim.
Gava xanimê û zarokan mesele bihîstin, gelkî kêfa wan hat, gotin weleh ji te ra loto lêket, qebûl bike.
Yanî dixwestin min ji hundur derxin. Xanim dibêje qenekê tu yê ji vê bêxwediya datayê(kompîtorê) xelas bibî, tu pê ve zeliqî ye…
Tabî hesûdî jî heye, ew(xanim) dihere kar, ez li mal dimînim, ev jî pê zor tê. Lema dixwaze min jî ji hundur derxe…
Ez serê we neêşînim roja çarşemiyê min telefon kir û min pêşniyar qebûl kir.
Me heta 30ê hezîranê li hev kir. Xwestin ez hinekî din jî dirêj bikim, min got na, dibê ez hinekî biceribînim…
Ezê sibe(27/3)dest bi kar bikim.
Kar tam kar e, yanî 8 saet û nîv e. Ezê saet 08-00 da dest bi kar bikim û di 16.30î da biqedînim…
Yanî dûzana min careke din xera bû.
Ev çend meh bûn ez fêrî rehetiyê bûbûm, ji çûn û hatinê û qelebalixa trafîkê xelas bûbûm. Ji nuh ve dibê ez xwe fêrî bikim.
Ez hêvî dikim tesîreke zêde li karê minê nivîsandinê neke. Hela ka em binêrin ewê çawa be…

XXX
Bersîva xwendevanên nivîs şirove kiribûn.


Mala we hemûyan ava be, we ez pir kêfxweş kirim…
Lê belê we ji xanimê jî xerabtir kir, kes nabêje tu kalekî 67 salî ye(di vê nabênê da min temenê xwe jî eşkere kir)te guneh e, tu êdî ne yê kar mara yî…
Him 8, 5 kar, saet û nîvek rê û him jî şerê tirk, faris û ereban !
Ma ez bûm Rustemê Zal ?
Lê ez ji we ra bibêjim, bi Xwedê ez qurişekî xwe jî di sal malan nadim, dilê min û mejuyên hîn wek yê xortekî 20 salî ye…
Berxwedan jiyan e, hêz û enerjî eşq û evîna Kurdistan e…

XXX

Merheba ji we hemûyan ra!
Şikir ji Xwedê ra piştî gelek keft û left faca min çê bû. Hinekî serî li min gerand, lê dawiya dawî ez bi ser ketim.
Gava wexta min çê bibe ezê çend rêzan binivîsim.
Ev roja pêşî ye, zaliman ji min ra gelek kar xistine ser hev. Kes nabêje ev mêrik kal e, guneh e. Dibê ez berê ji wan xelas bibim.
Dû ra Xwedê mezin e, hela ez binêrim roj ewê çi surprîzan derxe pêş min…
Haaa, dibê ez vê jî îtîraf bikim, di vê nabênê da bi minasebeta ”xêrahtinê” min çend horî jî himêz kirin…
Kara min ya îro ev e…


1 kommentar:

Anonym sa...

Welleh mamoste kar bash e, bi ya min direj bike le ne 8 seet, 4 yan ji 6 seetan kar bike bashtir e.