01 mars 2017

Miletê bêdewlet wek malbateke bêmal e

Alîya Îzzetbegovîçê boşnak li ser bêdewletiyê wiha gotiye:

”Em dewleta xwe dixwazin, ji ber ku miletekî bêdewlet wek malbeteke bêmal e. Xwedê teala mensûbiyeta miletekî bêdewlet yasax kiriye. Bi îzna Xwedê emê dewleta xwe ava bikin û bibin xwedî maleke me ji hemû ba û bahozan biparêze. Di vî warî da em bi biryar in. Çi ji destê we hat we kir û we di vê riyê da micadele kir. Bi îzna Xwedê serketin(zafer)ewê ya me be. Bi şiklekî layiqî me emê di dewleta xwe da bijîn. Tu kes wek berê ewê nikanibe ji me ra bibêje emê çawa bijîn.”
///Alîya Îzzetbegovîç

Hemû serokên wek Alîya Îzzetbegovîç ji xwe û ji doza xwe bawer zû dereng bi ser ketine, gelê xwe ji bindestiyê rizgar kirine û bûne xwedî dewleteke serbixwe.
Di dîroka me ya nêz da kurd jî bûn xwedî lîderên wiha mezin û ji xwe bawer. Lê belê dijminên me yên hov bi qeleşî, bi dek û dolabên namerdane, bi alîkariya kurdan ew ji ortê rakirin.
Heta kurd jî nebin xwedî lîderên wek Nelson Mandela, Alîya Îzzetbegovîç rizgarbûna me ya ji bindestiyê, dîtina Kurdistaneke azad zor e. Bi hêviya ji nava me jî siyasetmedarên wek Alîya Îzzetbegovîç derkevin û em kurd jî bibin xwedî lîderên wek Alîya Îzzetbegovîç…

XXX
Xwezî bi dilê wî kurdî îro ne siyasetmedar e û ji siyasetê dûr e. Îro siyaseta kurdên bakur, başûr û rojava heta hûn bixwzin qirêj û pîs bûye. Hema hema hemû jî bi dijmin ra di nava têkiliyên qirêj da ne.
Tiştê ez dibînim tu kes ne li pey yekîtî û azadiya kurda ye, her kes li pey berjewendî û kursiya xwe ye. Û ji bo vê jî her derewê, her firldaqê dikin.  Hinek tam ketine bi çengên Tirkiyê û bi dîrektîfên Tirkiyê hereket dikin, hinek ketine bin çengên Îranê.
Meriv nizane kîjan têkiliyên qirêj rexne bike û kîjanê neke. Her roj tiştên ez dibînim û dixwînim, hinekî din madê min ji siyaseta kurdên bakur, başûr û rojava digerîne.
Carnanan ez ji xwe ra dibêjim xwezî ez kor, kerr û lal bûma, min hewqas pîsî û rezalet ne bidîta û ne jî bibihîsta…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE