29 mars 2017

Mêrik dibêje piştî 16ê nîsanê ewê Tirkiyê bike cinet (!)




Li ser pirsa ”piştî 16ê nîsanê ewê çawa bibe ?” Erdogan gotiye ”ewê Tirkiyeke pir xweş hebe. Di warê demokrasiyê da ewê Tirkiyeke hîn xurt hebe. Di warê maf û azadiyan da ewê Tirkiyeke xweş were.”
Yekî nizanibe ewê bibêje ev mêrik ev 15 sal in bi tena serê xwe ne li ser hukim e û nuha jî ne serokê dewletê ye.
Tu dibêjî belkî mêrik serokê CHPê ye, ne serokê dewletê û ne îktîdar e…
Kenê meriv tê…
Min fêm nekir çima piştî 16ê nîsanê ?
Sebebê hîştina piştî 16ê nîsanê çi ye?
Lê ev gotinên berradayî dikeve serê tirkan, miletekî xêv e…
Wisa xuya ye heger ji referandûmê “erê” derkeve ne ev Recep Tayyip Erdogan, Erdoganekî din ewê bibe serokê Tirkiyê…
Lema jî soza Tirkiyeke hîn xweş û hîn demokratîktir dide tirkan…
Lê rojnamevanên tirk jî ne tu rojnamevan in, kes nabêje lawo çima tu nuha van tiştan nakî?
Ma tu ne eynî meriv î ?
Kê bi destê girtiye?
Kî nahêle tu demokrasiyeke hîn baştir bîne Tirkiyê?
Tirk korfahm in. Mêrik bi aqilê wan dikene.
Lê bersîveke wî ya din jî tuneye, ma ewê çi bibêje?
Berî 16ê nîsanê tiştê bêqanûnî û bi zorbatî dike, piştî 16ê nîsanê, heger qezenc bike, ewê bi qanûn bike.
Dîktatoriya wî êdî ewê resmî û qanûnî bibe. Êdî kesê nikanibe bibêje tu nikanî viya bikî, filan û bîvan…
Dilê wî çi bixwaze ewê wiya bika.
Lê herî muhîm, heger qezenc bike, ewê jiyana xwe û malbata xwe heta mirinê bigre garantiyê.
Û ya din jî ewê bi hovîtiyeke pir mezin bajo ser kurdan, ewê teroreke nedîtî bide meşandin.
Ewê hin zindanên din bide lêkirin û ewê hinekî din jî Kurdistanê wêran bike.
Di vî warî da wî û Devlet Bahçeliyê faşîst li hev kirine. Ji xwe ne wisa bûya Bahçelî piştgirî nedidayê.
Bi kurtî meriv kane bibêje Erdgoan îro çi dike, piştî referandûmê jî ewê eynî tiştan bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE