11 mars 2017

Li ser Serîhildana Agirî û qetlîama Geliyê Zîlan semînereke hêja

Lêkolîner  Sedat Ulugana, îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî li ser serîhildana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlan semînereke gelkî balkêş û hêja da.
Sedat Ulugana, di semînera xwe da bi gelek agahiyên hêja û bi bandor ra, ji komkujiyê gelek risim û belgeyên heta nuha nehatibûn weşandin jî nîşan da.
Ji şahidên qetlîamê gelek numûneyên hêja da, qala gelek serpêhatiyên , trajediyên qetlîamê kir.
Ulugana bi kurdiyeke bêqusûr û pir şîrîn, bi zimanekî  fesîh û basît wahşeta dewleta tirk di Serîhildana Agiriyê da, di komkujiya Geliyê Zîlan da kiriye yek bi yek, bi rengekî metodîk raxist ber çacên guhdaran.
Gava Ulugana wahşet û metodên tirkan di Komkujiya Gelîyê Zîlan da li ser kurdan ceribandine yek bi yek rêz kirin, hêsir ji çavên gelek kesan(ez bi xwe yek ji wan bûm) herikî…
Hema hema kurdê Qetlîama Geliyê Zîlan nebihîstiye tuneye.
Me ya di derekê da xwe xwendiye, ya di stranan da ya jî bi devikî li ser Qetlîama Geliyê Zîlan hin tişt bihîstine.
Lê belê guhdarîkirina hovîtiya  Komkujiya Gelîyê Zîlan ji devê lêkolînerekî zane, ji devê kurdekî ji Erdîşê, ji devê kurdekî ji merkeza qetlîam lê bûye û ji eşîr û malbata wî bi xwe jî bi sedan kes di qetlîamê da hatibin kuştin tiştekî din e, hestekî din e.
Wek meriv li şahidekî Qetlîama Geliyê Zîlan dîbe û jiya be guhdarî bike.
Sedat Ulugana îro tesîreke bi vî rengî li min kir.
Kesên ji Serhedê, ji herêma Agiriyê Komkujiya Geliyê Zîlan baş zanin, zanin dewleta tirk çi wahşet aniye serê kurdan. Çimkî ji bav û kalên xwe yên ji qetlîamê xelas bûn serpêhtiyên wan guhdarî kirin, lema jî ew baş zanin dewletê li ku çi qetlîam kiriye.
Lê kurdên herêmên din her çiqas qetlîam bihîstibin û zanibin jî lê ne wek kurdên Agiriyê.
Kurdên herêma serîhildanê di nava agir da bûn û lema jî zanin dewletê çi zulm li bav û kalên wan kiriye.
DiSerîhildanAgiriyê da dewletê 660 gund wêran kirin û herî kêm 15 hezar mal şewitandin û nêzî 15 hezar însan, zar û zêç, jin, kal û pêr jî kuştin.
Tecawizî bi sedan jinên kurd kirin û bi sedan zarok ji xwe ra birin. Hemû mal û milkên kurdan talan kirin. Dest danîn ser gundên kurdan û dan xayinên bûbûn hevalên dewletê û mahcirên ji derve anîn.
Bi hezaran însan surgûnî Edenê, Antalyayê, Samsûnê, Qeyseriyê û gelek derên din kirin.
Qetlîam, bi gotineke din jenosîda kurdan ji 1925a yanî ji Serîhildana Şêx Seîd dest pê kiriye û heta salên 1960î ajotiye. Û nuha jî jenosîd bi riya asîmîlasonê didome.
Semînereke pir hêja û pir baş bû. Xwezî her kurdî bikanîbûya li Sedat Ulugana guhdarî bikira û bidîta vê dewleta zalim û faşîst çi aniye serê kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE