23 mars 2017

Kuro hûn jî herin bi gerîlla ra rismekî xwe bigrin !

Kuro ma çi yê we ji rûsan û emerîkiyan kêmtir e, hûn jî herin bi gerîlayên YPGê yên qehreman ra çend rismên xwe bigrin û ket û mir !
De îcar ev çi qahr e, ev çi protesto ye?
Efendim leşkerên rûs bi gerîlayên YPGê ra risim girtine…
Kuro bira leşkerên we jî herin pê ra rismên xwe bigrin …
Ma kê bi detê we girtiye?
Ji bo girtina rismekî bi gerîlayên YPGê ra xelk ji wî serê dinyayê tên Efrînê û Kobanê…
Hûn cîran in...
Bira leşkerên we jî herin çend rismên xwe bi wan şêr û şepalan ra bigrin.
Û hûn jî wek rûsan belav bikin.
Bira xelk ji we ra jî bibêje eferim, wa ye leşkerên tirk bi gerîlla ra risim girtine..
Lê hûn nakin.
Ma qotike dilê min li we ketiye?
Ma hûn kût in ?
Herin, nêzî we ne, dengê we dihere hev…
Bibêjin em jî dixwazin wek rûsan bi gerîla ra çend rismekî bikşînin...
Efendim ji ber leşkerên rûs li Helebê beşdarî Newrozê bûne, bi gerîlayên YPGê ra govend gerandine, risim kişandine û generalekî rûs arma YPGê bi milê xwe ve kiriye Tirkiye pir aciz û xeyalşikestî bûye...


Û ji ber vê jî berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Huseyin Muftuoglu, di nava du rojan da du caran gazî maslahatguzarê Rûsyayê yê Anqerê Sergey Panov kiriye û nerazîbûna Tirkyê nîşan daye.
Li gorî medyaya tirk û kurd dinivîse Huseyin Muftuoglu ji Sergey Panov ra gotiye, bi dîtina rismên gerîlayên YPGê û leşkerên rûs yên bi hev ra Tirkiye pir xemgîn bûye û ji Rûsyayê xwestiye tiştekî wiha careke din dubera nebe û ew hêvî dikin Rûsya di demeke kin da ofîsa YPGê ya Rûsyayê bigre…
Hema hûn emir bikin efendim…
Yaho bi navê Xwedê tirk kêmaqil in.
Kurro çima hûn xwe diqeherînin, çima rûsan protesto dikin ?
Ma çi yê we ji rûsan kîmtir e?
Tiştê rûsan kiriye hûn jî bikin û xelas !
Di ser qerez û qayişa rûsan ra hûn jî  herin bi gerîla ra çend risman bikşînin!
Bira generalekî we jî arma YPGê bi milê xwe veke!
Bira çend leşkerên we jî ala YPGê li bake…
Xelk ji Emerîkayê, ji Rûsyayê, ji serê dinyayê dihere Efrînê, Kobanê, Kurdistana rojava ji bo bi gerîlayên dilêr, bi wan şêr û şepalan ra çend risman bikşînin.
Hûn cîrani in, nabêna 10-15 deqîqe ye.
Hûn jî herin bi gerîlayên qehreman ra çend risman bikşînin.
Heger qebûl nekirin, rica bikin, bibêjin me kir hûn nekin, me efû bikin.
Ez bawer dikim ewê we efû bikin û bihêlin hûn çend risman bi wan ra bigrin.Ewê ji bo we bibe şeref.
Lê we carê daye ser rêya xerab, hûn titştên bi şeref nakin.
Hûn fêr bûne di qunckên tarî da bi qatil û  terorîstên Daîşê û El Nusrayê ra risman bigrin. Û ev jî rûreşiyeke mezin e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE