22 mars 2017

Keçik ji lawikan zûtir asîmîle dibin

Keçeke bi navê Serdem Kahraman li ser asîmîlasyonê gotiye,
”Ez dibêjim mêr ji jinan bêhtir kurdî xeber didin, dibêjin çima wilo dibêjî. Bijîşk bi xwe kurdî diaxivî û bersiv dida nexwaşan, sekretera ba wî jî timî tirkî diaxivî.”
Çavdêriyeke pir balkêş û muhîm e.
Ev îdîa Serdem Kahraman xanimê min ji gelek kesên din jî bihîstiye û hinekî jî ez bi xwe bûme şahid.
Ji xwe sebebê piraniya zarokên kurd îro bi kurdî nizanin û li kuçe û kolanan bi hev ra bi tirkî dipeyivin dayik in. Heger dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyiviyana zarok ewê neketana vî halî, ewê bi hev ra bi kurdî bipeyiviyana.
Em bi kurdî zanin çimkî dayikên me bi me ra bi kurdî peyivîne…
Dema em zarok bûn em bi hev ra bi kurdî dipeyivîn çikî zimanê me yê malê, yê dayikê kurdî bû.
Dema zimanê malê bû tirkî û dayikan dest pêkirin bi zarokên xwe ra bi tirkî peyivin kurdî jî qediya.
Dayikan, gundiyan kurdî anîn heta vir, nehîştin bimre, pê kilam û dûlik gotin, pê şîn û şahî kirin lema jî kurdî nemir.
Feqet dayik êdî bi lez dev ji kurdî berdidin, lema jî kurdî mahkûmî mirinê ye. Heger kurd li Kurdistana bakur di demeke nêz da nebin xwedî desthilat û zimanê kurdî nebe zimanê perwerdê şansê kurdî tuneye, wek min berê jî got, emê jî bibin lazên Kurdistanê…
Yanî îdîa mêr ji jinan bêtir bi kurdî dipeyivin û dinivîsin rast e.
Kesên bi kurdî dinivîsin piraniya wan mêr in.
Çend blogerên jin yên xurî bi kurdî dinivîin hene?
Di medyaya sosyal da çend jinên tenê bi kurdî dinivîsin hene?
Ev gelkî muhîm e.
Dibê yek xêra xwe di vî warî da lêkolînkê bike.
Bi kurtî asîmîlasyon di nava keçikan da bêtir serketî ye…
Di vê netîceyê da bêguman rola siyaseta dewletê pir e, ji bo keçikan asîmîle bikin dewlet gelek metodan bi kar tîne…
Lê ev sebeb yek netîceyê naguhere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE