20 mars 2017

Internetê û medyaya sosyal kurd bêtir kirin dijminên hev



Vê internetê, medyaya sosyal malik li kurdan viritand, kurdan, bi taybetî jî kurdên terefdarên Ocalan û PKKê û kurdên dilxwaz û terefadarên PDKê û Barzanî hevûdu perîşan kirin…
Û bi şerê xwe yê partîzan jî zirareke mezin didin tevgera kurd ya netewî, rê li ber yekîtiya kurdan digrin.
Yanî zirara medyaya sosyal daye kurdan û didê heger ji kara wê ne zêdetir be, ne kîmtir e ...
Tabî yên li ser navê PKKê û PDKê, Ocalan û Barzanî di medyaya sosyal da şerê hev dikin hemû jî ne alîgirên rastî ne, gelekên wan ajan provakatorên dewleta tirk in, li ser navê vî alî û wî alî kurdan bera hev didin.
Geh xeberekê li dijî vî alî, geh li dijî wî alî belav dikin.
Geh beyana berpirsiyarekî PKKê, PYDê tahrîf dikin, geh ya bepirsiyarekî PDKê û Barzanî tahrîf dikin.
Û bi vî hawî ji herdu alîyan jî bi hezaran însan pir rehet tên lîstika van ajanên dewletê û neyarên kurdan…
Gelek caran kesên welatparêz û xwedî tecrûbe jî tên vê lîstikê û pir rehet van xeber û beyanên vir, ya jî tahrîfkirî belav dikin.
Ez çend caran bûme şahidê vê yekê…
Berê, gava tora internetê û medyayên wek facebook û twitterê û nizanim çi quzelqurtê tunebûn kurdan nikanîbûn zirar bidana hev.
Çimkî wasiteyek, platformeke lê şerê hev bikirana tunebû, bixwestana jî nikanîbûn têketana gewriya hev.
Lê bi peydabûna vê teknîka nuh û medyaya sosyal her kes kane di mala xwe da bi kurdekî wî serê dinyayê ra têkeve minaqeşê û dilê hev bihêlin.
Bêguman gelek feydeyên tora internetê û medyaya sosyal gihîştiye me kurdan jî, lê di warê siyasî da zirara daye civata kurd jî pir mezin e.
Hin lêkolîner, civaknas dibê vê mijarê tetkîk bikin, li ser kar û zirarên tora înternetê û medyaya sosyal daye civata kurd derxin ortê.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE