19 mars 2017

Internetê û medyaya sosyal kurd berra hev dan û bêtir kirin dijminên hev


Vê internetê, medyaya sosyal malik li kurdan viritand, kurdan, bi taybetî jî kurdên terefdarên Ocalan û PKKê û kurdên dilxwaz û terefadarên PDKê û Barzanî hevûdu perîşan kirin…
Û bi şerê xwe yê partîzan jî zirareke mezin didin tevgera kurd ya netewî, rê li ber yekîtiya kurdan digrin.
Yanî zirara medyaya sosyal daye kurdan û didê heger ji kara wê ne zêdetir be, ne kîmtir e ...
Tabî yên li ser navê PKKê û PDKê, Ocalan û Barzanî di medyaya sosyal da şerê hev dikin hemû jî ne alîgirên rastî ne, gelekên wan ajan provakatorên dewleta tirk in, li ser navê vî alî û wî alî kurdan bera hev didin.
Geh xeberekê li dijî vî alî, geh li dijî wî alî belav dikin.
Geh beyana berpirsiyarekî PKKê, PYDê tahrîf dikin, geh ya bepirsiyarekî PDKê û Barzanî tahrîf dikin.
Û bi vî hawî ji herdu alîyan jî bi hezaran însan pir rehet tên lîstika van ajanên dewletê û neyarên kurdan…
Gelek caran kesên welatparêz û xwedî tecrûbe jî tên vê lîstikê û pir rehet van xeber û beyanên vir, ya jî tahrîfkirî belav dikin.
Ez çend caran bûme şahidê vê yekê…
Berê, gava tora internetê û medyayên wek facebook û twitterê û nizanim çi quzelqurtê tunebûn kurdan nikanîbûn zirar bidana hev.
Çimkî wasiteyek, platformeke lê şerê hev bikirana tunebû, bixwestana jî nikanîbûn têketana gewriya hev.
Lê bi peydabûna vê teknîka nuh û medyaya sosyal her kes kane di mala xwe da bi kurdekî wî serê dinyayê ra têkeve minaqeşê û dilê hev bihêlin.
Bêguman gelek feydeyên tora internetê û medyaya sosyal gihîştiye me kurdan jî, lê di warê siyasî da zirara daye civata kurd jî pir mezin e.
Hin lêkolîner, civaknas dibê vê mijarê tetkîk bikin, li ser kar û zirarên tora înternetê û medyaya sosyal daye civata kurd derxin ortê.

XXX


Heta Kurdistan çê nebe li herêmê aramî ne mimkûn e...
Fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy gotiye pêwîstiya cîhanî bi Kurdistaneke serbixwe heye.
Fîlozof Bernard Henri Levy, bi eslê xwe cihû ye û dostekî kurda ye. Ev cara pêşî ye wiha dibêje.
Dinyayê êdî fêm kirine hewcedariya dinyayê bi Kurdistanê ye. Heya li herêmê Kurdistan çênebe û kurd nebin xwedî dewlet rehetî ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE