20 mars 2017

Îcar jî Rûsyayê Tirkiye ŞOK kir !

Tirkiye dîsa ŞOK bû !
Emerîka yê çend caran Tirkiye ŞOK kir !
Almanyayê çend caran Tirkiye ŞOK kir !
Hollandayê Tirkiye ŞOK kir !
Ewrûpa her roj ŞOK dike !
Îcar dora Rûsyayê ye.
Rûsya mabû, wa ye Rûsyayê jî Tirkiye ŞOK kiriye !
Û him jî pir mezin ŞOK kiriye…
Yaho her kes van tirkan ŞOK dike !
Ez nizanim ev dinya ji tirkan çi dixwaze ?
Li gorî medyaya tirk dinivîse Rûsyayê bi PYDê ra peymanek leşkerî çêkiriye.
Li gorî peymanê, Rûsya ji bo şerê li dijî terorê(yanî şerê li dijî zarokên Tirkiyê)ewê li Efrînê binkeyeke(şargeheke)leşkerî ava bike.
Serokên hukûmeta AKPê bi vê xeberê ŞOKEK mezin derbas kirine.
Hêdî hêdî, bi Xwedê hûnê hîn gelek ŞOKAN derbas bikin.
Ji nuha û pê da Tirkiye ewê ji ŞOKAN xelas nebe.
Heta hûûn neyên îmanê, heta hûn dev ji neyartiya kurdan berdin,a mfên kurdan nedin û Kurdistana serbixwe qebûl nekin, hûnê hîn gelek ŞOKÊN wiha derbas bikin…
Û gava ŞOK li pey hev werin aqil diçelqe, dev xwar dibe û bunye felc dibe…
Ji xwe ji nuha jî kes bi çavekî normal li Tirkan nanêre, her kes muamela merivên dîn û har û ji bo Ewrûpayê pir tahlûke bi tirkan ra dike…

 XXX
Herî kêm ji Serîhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî û vir da ye kurdan dest bi xebat û micadela avakirina Kurdistaneke serxwebixwe kirine...
Û di vê riya azadiyê da gelek ezîyet û cefa kişandin, marûzî gelek qetlîaman bûn, li ser her buhostek axa Kurdistanê xwîna xwe herikandin...
Lê li gel van zor û zahmetiyan jî kurdan tu carî dev ji hedef û îdîala xwe ya mezin, Kurdistaneke serbixwe bernedan.
Û ewê tu carî bernedin jî...
Kurd carê ketinê rê, miheqeq ewê vê micadelê bibin serî û biqedînin. Astengiyên li ser rê tên derxistin, bendên li vir û li wir tên lêkirin kefteleftên beyhûde ne...
Rê hinekî dirêj bibe jî karwan roj bi roj nêzî hedefa xwe dibe…
Îrada miletê kurd ji planên neyar û xayinan gelkî saxlemtir û xurttir e.
Tarîx şahidê vê ye.
Ew çi bikin jî ev ezm û îradeya ji polayê jî serttir ewê neşikê, netewe…

XXX


Îro roja pêşî ya buharê ye. Ronahiyê zora tarîtiyê bir, me sala kevn li pey xwe hîşt û em ketin saleke taze.
Ji îro pê da rojên dirêjtir û ronahîtir li pêş me ne...
Ez hêvî dikim ev buhara û ev sala nuh û rojên ronî qeder û pêşroja me kurdan jî ronîtir bike, tifaqa me xurttir bike û îcar azadî û serxwebûnê bike nesîbê me...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE