10 mars 2017

Hollanda û Almanyayê Tirkiye rezîl kirin


Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, li ser ziyareta Çavuşolu ya Hollandayê gotiye:
”Mesele ne hatina Çavuşoglu ya Hollandayê ye. Ji bo dîtina Muzeya Maurithuis û heger di vê mewsîmê da vekiribe, ji bo dîtina laleyan kane were. Lê belê em naxwain civînên siyasî bike. Ji bo tiştekî wiha tu berpirsiyarekî mehelî ewê destûrê nedê.
Em zanin wezîrê karên derve yê mutefikekî NATOyê dike di dawiya heftê da were Hollandayê. Em dibêjin neyê. Lê heger dîsa jî bibêje ezê werim, dibê bizanibe emê pêşwaziyeke resmî lê nekin, erebeyekê nexin binî û pê ra refaqet nekin. Ev jî ji bo Tirkiyê bersîveke herî baş e.
Hin kes dibêjin wî(Çavuşoglu) li Schipholê (balafirxana Hollandayê) tewqîf bikin, lê belê emê meselê negihînin wê nuxtê. Lê emê nehêlin mitîngê çêke…”
Mintînga Çacuşoglu ya Rotterdamê ji alî belediyê ve hat yasaxkirin.

Almanan jî wek Hollandayê, him jî bi biryara mahkima bilind Almanya li merivên Erdogan yasax kirin.
Mahkima Qanûna Bingehîn ya Almanyayê, li Almanyayê civînên siyasî li siyasetmedarên tirk yasax kir.
Li gorî biryara mahkimê, mafê siyasetmedarên tirk tuneye li Almanyayê jî wek Tirkiyê xebatên siyasî bikin.
Yanî ji nuha û pê da siyasetmedarên tirk ewê nikanibin Almanyayê jî ji bo fikrên xwe yên faşîzan bikin qada xebatê.
Gotinên serokwezîrê Hollandayê, biryara Mahkima Bilind ya Almanyayê û weşanên di medyaya Ewrûpayê da li ser Tirkiyê û tirkan derdikevin, ji bo îktîdara AKPê û siyasetmedarên tirk rûreşiyeke mezin e, hemû welatên Ewrûpayê deriyên xwe li tirkan girtine û bi biçûkxistneke mezin wan ji welatên xwe diqewitînin, dibêjin neyên  welatên me, em naxwazin we bibînin.
Siyasetmedarên tirk bûne wek nexweşên bi kolerayê ketibin, her kes ji wan direve, tu welat naxwaze van nexweşên tahlûke bera welatên xwe bidin…
Li gorî fortên Erdogan, 2 meh berê gerek wîze ji tirkan ra rabûye û hemû tirk bêyî wîze, bi serbestî li hemû Ewrûpayê bigeriyana.
Lê wa ye serokwezîr û wezîrên wan jî nikanin herin Ewrûpayê.
Lê ev nîna ye, tirnîna hîn maye…
Dewleteke wiha hebe çi ye, tunebe çi ye. Serok, wezîr û birêvebirên vê dewletê bimrin jî ji vî halî çêtir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE