14 mars 2017

Heta Erdogan tirsê nebîne ewê Ewrûpayê rehet nehêle

Tirk wek xerzê kulî ne, wek bizrê pirparê ne, li her welatî hene.
Tirk bi qasî li Ewrûpayê hene, li Afrîkayê û li hemû welatên erab jî hene.
Lê Erdogan ji bo propagandeya referandûmê zilamên xwe naşîne Suûdî û Qeterê û welatên ereb û Afrîkayê, tenê dişîne Ewrûpayê; Hollandayê, Almanyayê, Swêd û Danîmarkayê…
Li Erebîstana Suûdî bi kêmanî 100 hezar tirk hene.
Nufûsa tirkan li Swêd 60. hezar û li Danîmarkayê jî li dora 60 hezarî ye…
Lê Erdogan zilamên xwe naşîne Suûdî, dişîne Danîmarkê, Swêd û Hollandayê.
Çima ne Suûdî, Qeter û Kuwêt?
Çima Hollanda, Almanya, Danîmarka û Swêd?
Ma tirkên Suûdî sexte ne, ne tirk in?
Ma rayên tirkên Suûdî û Qeterê ne ray in?
Dibê hinek vê pirsê ji Bînalî Yildirim, Çavuşoglu û Erdogan bike?
Ew zanin li Suûdî û Qeterê A azadiyê jî tuneye, kes nikane devê xwe veke. Lema jî riya xwe bi wan welatan naxin…

XXX
Ew çi şelafiyê bikin jî vala ye, tirk ewê ji wan ra nebêjin eferim, ewê li wan neyên rahmê, ewê ji xezeba Erdogan û Bahçelî xelas nebin…
Tiştê ji wan ra kar bimîne tenê ev şalûzî ye…
Leşker û polîsên tirk nehîştin parlamenter û wezîrên HDPê bi rojan herin bajarên xwe, herin malên xwe.
Yên me hîn jî Hollandayê û ewrûpiyan ji ber neheqî li tirkan kirine şermezar dikin...
Dema aqil par bû vana negihîştin ser...

XXX



AKP, gelşa di nabêna Hollandayê û Tirkiyê da wek şerekî di nabêna musilmanan û xiristiyanan da dibîne û di afîşeke xwe da jî ev yek eşkere gotiye.
”Ev pevçûn, pevçûna Hîlalê û Xaçê ye. Di binê Hîlalê da bi yek bin! Emê pir qelebalix bibin. Hûnê bibînin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE