15 mars 2017

Gava bi însên ra hestên şermê nemîne însan kane her derewê

Erdogan ji hollaniyan ra ra gotiye:
”Em zanin cibîlîyeta wan, qerekterê wan çiqasî xerabe ye. Em zanin wan 8 hezar boşnak çawa kuştin. Em vana hemûyan baş zanin. Bira kes dersa medeniyetê û medenîbûnê nede me. Enîya vî miletî spî ye, lê belê enîya wan wek qîrê rewş e.”
Pir ne dûr, par 13 bajarên kurdan tep û dûz kirin. Di van bajaran da bi gotina wan 4 hezar îndan kuştin. Di du zêrzemiyên Şirnexê tenê da 200 kes înfaz kirin.
650 hezar însan bera çolan dan.
Lê hîn jî enîya wî û dewleta wî wek spî boz e…
Hestiyê zimên tuneye, gava ûjdan tunebe û bi însên ra hestên şermê jî nemabe însan kane her derewê, her bêbextitê bike...

XXX

Başçawîşê tirk yê qereqolê ji muxtarê gund ra got, ”muxtar, weleh tu merivekî pir baş î, pir rind î, lê belê birayê te yê dêqahp merivekî pir bênamûs û bêşeref e, ew bi destê min keve ezê kera bikşînim ser diya wî…”


Erdogan, berpirsiyarên hukûmeta AKPê, bi hezaran tirk û medya tirk her roj ji kurdan ra eynî tiştî dibêjin, ji kurdên dewletê, kurdên zilamên xwe ra, ji kurdên ”maqûl” ra dibêjin ”hûn pir baş in, hûn pir maqûl in”, lê belê PKK, PYD û HDP terorîst in, ”dêqahp” in, gerek em bi hev ra şerê wan bikin û bi dinyayê bidin îspat kirin ew terorîst in.


Û yên me jî ji dêlî bibêjin terorîst û ”dêqhpê” herî mezin hûn in, we welatê me îşxal kiriye û zulmeke mezin li me dikin, hebûna me qebûl nakin, di studyoyên telewîzyonan da serê xwe li ba dikin û dibêjin rast e, bi rastî jî vana merivên pir nerehet in, terorîstên har in, dibê koka wan were qelandin…

Ew ji bîr dikin eynî dewlet û eynî kes sibe gava dor were wan, ewê eynî tiştî ji wan ra jî bibêjin. Çimkî tir û dewleta wan ji kes û partiyan bêtir li djî Kurdistanê e, li dijî serxwebûn azadiya kurdan e. Îro PYD û PKK hinekî xurt in ji wan ra dibêjin "terorîst",lê sibe ewê ji wan a jî bibêjin.
Ma heta çend sal berê tiştên vê dewletê û vê hukûmetê ji Barzanî û Talabanê ra digotin me ji bîr kir?
Dijminên bav û kalan tu carî nabin dostên lawan...



XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE