30 mars 2017

Ez zanim Kurdistanê çêbe…


Çêbûna Kurdistana serbixwe êdî ne tenê xewn û xeyaleke di dil û serê kurdan da ye.
Êdî ew heqîqeteke, munkûniyeke li ber derê me ye…
Tiş tê ji me tê xwestin avakirian wê ye.
Ne em kurd tenê, êdî dinya jî ji bo kurdan Kurdistanê, dewletekê dixwaze…
Ev pir û pir muhîm e, heta bêyî viya çêbûna Kurdistana serbixwe ne mimkûn e.
Yanî şertên der baş kemilî ne…
Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa û Rûsya jî di nav da, îro li dinyayê bêyî neyarên me tu dewleta nexwaze Kurdistan çê bibe tuneye, hemû dewletên mezin piştgiriyê didin daxwaza kurdan ya serxwebûnê.
Di tarîxa me da di tu wext û zemanî da, tu carî piştgitriyeke navnetewî ya bi vê xurtiyê ji me ra çênebûye.
Hegger hêzên kurd li başûr û rojava di warê leşkerî û siyasî da yekîtiya xwe çêkin Kurdistan ewê çêbe.
Dibê meriv di vê qonaxê da fikir û dîtinên li dijî serxwebûnê red û mahkûm bike, fikir û dîtinên wiha ji teref kê were dibê em bizanibin ew ne dost e.
Û ji xwe strana Krdistanê jî hazir e:
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyreqa wê be
ez zanim Kurdistanê çêbe
Lawê kurd egîdê wê be..
îro be yan sibê be..
Ew kesên nizanin Kurdistan li kû ye,
çi ye û çawa ye..
ji xwe ne îro û ne jî sibe nabin egîdên ti deran...
Ez zanim Kurdistanê çêbe
çavê alemê lê be...
///Eskerê Boyîk

XXX
Kurdê Kurdistanake serbixwe, dewleteke kurd nexwze û ala Kurdistanê wek ala welatê xwe û miletê û ya xwe nebîne, navê wî û maqamê wî çi be jî ew kurdekî qelp e, kelekekî kurmî ye.
Bi kurtî bi baweriya min siyasetmedarê, ronakbîrê, kurdê Kurdistaneke serbixwe nexwaze, viya wek mafekî kurdan yê rewa nebbîne ya jî bi hin demagojiyên beradayî li dijî serxwebûna kurdan be û ala Kurdistanê wek ala xwe nebîne ew ne merivekî kurdperwer e, heta ne dostê kurda ye jî.

XXX


Bînalî Yildirimê xwedêgiravî "serokwezîr" gotiye, operasyona "Mertala Ferêt qediya." !
Îcar qediya ha !
Kurro fedî neke, rastiyê bibêje, Traump, Pûtîn û YPGê hûn qewitandin...
Traump û Pûtîn wek Xoce Nesredîn hûn paşpê li kerê we siwar kirin û paş da şandin Anqerê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE