24 mars 2017

Ev karê munafiqan e

Kurdê ev bandrol bi darde kiriye, kurdê vê sloganê diparêze merivekî namerd û xwefiroş e
Ev hukûmet û kurdên ji Erdogan û Bînalî Yildirim ra xulamtiyê dikin merivên pir bêrû û pir bêheya ne, bi wan ra ar û fedî nemaye.
Ev slogana jêr li Diyarbekrê bi darde kirine:
”Her ERÊ ji ruhê Şêx Seîd û hevalên wî ra fatîheyeke”!
Însan ancax kane hewqaî bêheya û bêar bibe. Kurdê ev bandrol li Diyarbekrê bi darde kiriye, kurdê vê sloganê biparêze kurdekî xwefiroş û namerde, cahş e, xayinê qewmê xwe ye…
Û bi qasî misqalekî jî hurmeta wî ji Şêş Seîd ra tuneye…
Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi hovane îdam kirin û ev 92 sal in jî gorra wî û hevalên wî nîşanî malbatên wan û kurdan nadin.
Malbta Şêx Seîd çi kir jî vê hukûmetê ciyê garra wî nîşan neda.
Di hemû kitêbên dîrokê yên tirkan da Serîhildana Şêx Seîd wek şerîhildinake xayinan, paşverû û provaksyoneke îngilîzan ya li hemberî rejîma kemalîst û cemhûrîyetê nîşan didin.
Hîn 3 meh berê aqilmendê Erdogan Prof. Burhan Kuzu ji bo Şêx Seîd û havlên wî got ”Namerd”.
Lê nuha jî rabûne li Diyarbekrê bandrola ”Her ERÊ fatîheyeke ji ruhê Şêx Seîd û hevalên wî ra” bi darde dikin.
Qeyûmê Erdogan û Bînalî Yildirim çer dest da ser belediyê navê Meydana Şêx Seîd guhert, lê li ser navê Şêx Seîd rayên kurdan jî dixwqzin. Ev munafiqîyê jî wêdatir e.
Bêguman Erdogan û Bînalî Yildirim bi çavekî baş li Şêx Seîd nanêrin û navê wî tu carî bi başî nagrin devê xwe.
Ew jî wek Burhan Kuzu difikirin û ji bo Şêx Seîd û havalên wî eynî tiştî dibêjin, eynî heqaretan dikin.
Lê cahş û xayinên me yên AKPê ji bo çend rayan bi namerdî navê Şêx Seîd îstîsmar dikin.
Yên ev pankart nivîsîne ne AKP û tirk in, hebe tunebe hin namerd û cahşên kurd in, ew ji Erdogan û Bînalî hezar carî xerabtir in.

XXX


Bi baweriya min yê li Diyarbekrê slogana ”Her ERÊ ji ruhê Şêx Seîd û hevalên wî ra fatîheyeke” daye bidardekirin serokê AKPê yê Diyarbekrê Muhammed Akar e, ew li pişt vê sloganê ye.
Sloganek, îstîsmarek hewqasî xayinane ancax were bîra munafiqekî wek wî.
Ez Muhammed Akar ji TRT6ê, berî bibe AKP nas dikim. Ji roja min ew dîtiye û nas kiriye întîbyeke pir xerab li ser min hîştiye.
Bi baweriya min bêyî wî tu kurdekî din ne mimkûn e Şêx Seîd bi vê namerdiyê îstîsmar bike, ancax ew bike.

XXX
AKPê got tu têkliyeke wan bi pankartên Şêx Seîd ra tuneye
AKPê got têkiliya wan bi pankarta Şêx Seîd ya bi nivîsa ” Her ERÊ ji ruhê Şêx Seîd û hevalên wî ra fatîheyeke” tuneye, ev yek bê haya wan çê bûye û ewê di heqê berpirsiyaran da tiştê pêwîst bikin.
Cîgirê Bînalî Yildirim û berpirsiayrê karên hilbijartinan Ahmet Sorgun got ”tu têkiliya pankartên Şêx Seîd bi AKPê tuneye ” û wan di heqê kesên berpirsiyar da jî lêkolîn dane destpêkrirn.
Di nivîsa xwe ya do da min got ” yên ev pankart nivîsîne ne AKP û tirk in, hebe tunebe hin namerd û cahşên kurd in…”
Texmîna min rast derket. Wa ye haya Akpê jê tuneye û hemû pankart rakirine. Yanî derket ortê ev karê hin şelaf û namerdên kurdin, ji bo berjewendiyên şexsî navê Şêx Seîd îstîsmar dikin.
Lê baş bû wa ye tirkan red kir. Çimkî Yildirim û Erdogan bi çavê neyar, bi kîn û nefreteke mezin li Şêx Seîd dinêrin. Û tu carî jî tiştekî eksê vê negotine. Rezîl û xwefiroşên me li ser navê Akpê ev sextekarî kirin…
2017-03-24

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE