22 mars 2017

Erdogan ji ber kurdan gefan li Ewrûpayê dixwe



Min şîfreya gefên Erdogan yên li Ewrûpayê ji hev derxist…
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, do Ewrûpa bi van gotinên jêr tehdît kir:
”Ez ji Ewrûpayê ra dibêjim. Heger hûn wiha dom bikin, sibe yek ewrûpî jî, yek Xerbî jî li tu dereke dinyayê ewê nikanibe bi huzûr û bi ewlehî gava xwe bavêje kuçeyan.”
Ajansa Reuterê û hemû medyaya Ewrûpayê bi firehî cî dan van gotinên Erdogan. Yanî mesaja wî pir cidî girtin.
Ev gotin û tehdîda Erdgoan şîfrekirî ye.
Lê min şîfreya van gotinên Erdogan ji hev derxist.
Erdogan bi van gotinên xwe yên şîfrekirî ji Ewrûpayê ra got:
-Heger hûn dev ji alîkariya kurdan bernedin û wek em dixwazin dijminatiya kurdn nekin û hemû kurdên em ji we dixwazin teslîmî me nekin, emê kuçe û kolanên Ewrûpayê li we heram bikin.
Yanî sebebê vê gefa Erdogan kurd in, alîkariya Ewrûpayê ya bi kurdan ra ye.
Erdgon û Tirkiye ji alîkariya li Sûriyê û li Îraqê Emerîka û Ewrûpa bi kurdan ra dikin pir û pir aciz in.
Bi vê axaftina xwe Erdogan ji Emerîka û Ewrûpayê ra got:
”Ya hûnê piştgiriya xwe ji ser kurdên rojava, PYDê û YPGê û kurdên başûr û pêşmerge qut bikin ya jî emê zarokên xwe yên cîhatçî derbasî hereketê bikin…. Tercîh ya we…”
Min bi xwe ji gotinên Erdogan ev fêm kir…
Gelo min şaş fêm kiriye?


XXX
Erdogan îcar pir vekirî bi terorê gef li Ewrûpayê xwar , got heger hûn wek min nekin, ezê dinyayê li we bikim zindan, hûnê nikanibin ji malên xwe derkevin kuçe û kolanan…
Erdogan:
” Ez ji Ewrûpayê ra dibêjim. Heger hûn wiha dom bikin, sibey yek ewrûpî jî, yek Xerbî jî li tu dereke dinyayê ewê nikanibe bi huzûr û ewlehî gava xwe bavêje kuçe û kolanan. Heger hûn vê riya bi xeter vekin herî bêtir hûnê zirarê bibînin…”
Bi baweriya min dibê ewrûpî van gotnên Erdogan di ser guhên xwe ra navêjin îmkan û kapasîteya Erdogan heye li Ewrûpayê terorê bide dest pê kirin û gurrtir bike...
Bi hezaran çete û terorîstên cîhatçî di bin destên wî da ne, kînga bixwaze kane wan têxe hereketê...
Bi îhtîmaleke mezin ewê piştî referandûmê bike.
Ji xwe di axfatina xwe da gotiye, "hela bira 16ê nîsanê derbas bibe..."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE