30 mars 2017

Erdogan dibêje ya hûnê teslîm bibin ya jî ji vî welatî herin

Erdogan îro li Mêrdînê ji PKKê ra gotiye, ”Ya ewê teslîm bibin ya jî ewê ji van erdan herin…”
Hela hûn bala xwe bidin vî mahcirê kes nizane bezê guhê wî ji ku ye, kurdan ji welatê wan diqewitîne…
Mêrik eşkre kurdan bi tehcîrê, bi jenosîdî tehdît dike…
Binavkirina PKKê filan û bîvan demagojîye, Erdogan viya ji hemû kurdên azadîxwaz ra dibêje. Ji her kurdê ne xulamê tirkan ra dibêje.
Ev ne cara pêşî ye Erdogan ji kurdan ra dibêje ya hûnê bindestî û xulamtiya tirkan qebûl bikin, ya jî hûnê van erdan biterikînin…
Mêrik wek mahcirekî gurcî me ji welatê me diqewitîne…
Aşûnî/gewî bûne, ermenî qir kirin ji wan ra ma, yûnan qir kirin û dest danîn ser welat û mal û milkên wan, ji wan ra ma.
Nuha jî dora kurda ye, îcar kurdan bi tehcîr û jenosîdî tehdît dikin…
PKK ne tu partî ye, heger PKK partiyeke xwedî îdeolojî û siyaseteke millî bûya ewê dev ji ”demokratîk cumhûrîyetê” û ”welatê mişterek” berda û bigota ji nuha û pê da hedefa me serxwebûn e.
Lê heta çepên tirk û elewîyên çep rêvebirên PKKê bin, PKK dev ji ”demokratîk cumhûrîyetê” bernade û nabe partiyeke kurd û Kurdistanî…



XXX
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov gotiye, “Kurd, beşekî krîza Sûriyê yê herî muhîm in. Heta kurd jî beşdar nebin girtina biryarên bicîanîna wan mimkûn pir zor e.”
Ji bo dîtina vê rastiyê ne hewceye meriv alîkarê wezîr be, her kesê haya wî ji gelşa Sûriyê heye vê rastiyê zane û dibîne.
Tenê Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya antî-kurd naxwaze kurd jî wek aliyekî beşdarî hevdîtinan bibin.
Lê Tirkiye çi bike jî, xwe biçirîne jî dawiay dawî kurdê beşdar bibin û hemû mafên xwe jî bigrin.
Jimkî kurd li ser axa xwe ne û li welatê xwe xwedî hêz in. Tu hêz nikane kurdan ji nedîve were. Were jî vala ye, kurdê welatê xwe dîsa teslîmî kesî nekin...
Cin carê ji ş ûş ê derketiye, tu kes êdî nikane kurdan wek berê îdare bike. Ew dem çû. Dibê tirk wê demê ji bîr bikin.
Hemû padîş ahên Osmaniyan ji gorrên xwe rabin û werin alîkariya Erdogan û Bahçelî jî bêfayde ye, kurd ewê zincîrên bindestiyê biş kînin û li Kurdistana Rojava bigihîjin azadiay xwe....
Yanî dawa(mesela) Îraqê û Sûriyê qediya ye, nuha dora Tirkiyê û Îranê ye.
Ewrûpiyan Kurdistan çawa perçe kirin û kurd çawa kirin bindestê ereb û tirkan, wisa jî dibê ş aş iay xwe serrast bikin.
Ev deynekî îngilîzan, fransiyan, mereîkiyan û rûsan yê li hemberî kurda ye..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE