05 mars 2017

Erdogan Almanya bi nazîzmê îtham kir

Recep Tayyip Erdogan, ji Almanyayê ra got: ”Tu ferqa we ji nazîyan tuneye !”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber ku li hin bajarên Almanyayê destûr nedan civînên wezîrên tirk, Almanya bi ”nazîzmê” îtham kiriye û gotiye:
”Ey Almanya!, ji dûr û nêzîk tu têkiliya we bi demokrasiyê tuneye. Kirinên(tetbîqatên) we yên nuha ji yên berê nazîyan dikirin ne cihê ye. Me digot belkî Almanyayê dev ji nazîzmê berdeya, em şaş bûne.Di hemû civînên navnetewî da emê vanan bibêjin. Emê we li dinyayê rezîl û riswa bikin…”
Min ji vê beyana Erdogan, bavê miletê tirk yê nuh pir hez kir, ez hêvî dikim beyanên wiha bidomîne û tiştên wiha ji hemû welatên Ewrûpayê ra bibêje.
Û ewê bibêje jî.
Çimkî irqçî û sûtalekî totikvala ye.
Ji ber ku Holanday û Awistûryayê jî gotine ewê destûrê nedin propagandeyên wezîrên AKPê.
Ewrûpî merivên bi kultur û sergiran in, zû bi zû xwe bi ber teqala merivên cahil naxin.
Lê birêz Recep Tayyip Erdogan ewê ewrûpiyan mecbûr bike bi zimanê ew jê fêm dike, bi wî ra û bi tirkan ra bipeyivin. Ya na Erdogan ewê pir pêş da here, ewê serê Ewrûpayê gelkî biêşîne.
Dîktator ji zimanê dîplomatîk fêm nakin, zimanê ew jê fêm dikin zor e, tirs e, dibê bitirsin.
Gelşa civînên AKPê ewê li seranserê Ewrûpayê mezin bibe. Erdogan ewê gavê paş da navêje.
Û di netîceyê da ewrûpî jî ewê ji mecbûrî bi zimanê Erdogan û tirk jê fêm dikin bersîvê bidin wan...
Gava mirina bizinê tê nanê şivên dixwe…
Xwedê kir hemû neyarên me ne biaqil in.
Lê kêmaqilên me jî ji yên wan ne kêmtir in

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE