07 mars 2017

Emerîka û Rûsya li hemberî şûrê tirkan ji me ra bûne mertal


Tirkiye wek gurekî har diranê xwe disû û bi bêsebriyeke mezin dixwaz êrîşî kurdên rojava, hêzên YPGê bike.
Tirkiyê di mesela êrîşa ser Minbicê û hemû bajar û kantonên kurdan da biryara xwe daye.
Û di vê yekê da cidî ye.
Dibê em viya baş bizanibin…
Lê Emerîka û Rûsya ketine nabênê, xwe ji kurdan û YPGê ra kirine mertal û nahêlin, rê li ber Tirkiyê girtine, dixwazin Tirkiyê, vî gurê har yê devbixwîn rawestînin.
Ji bo vê yekê îro serfermandarê Rûsyayê Orgeneral Valery Vasilyeviç GERASIMOV û serfermandarê Emerîkayê Orgeneral Joseph Francis DUNFORD bi serfermandarê Tirkiyê Hulusî Akar ra li Antalyayê civiyan.
Li gorî medyaya cîhanê dinivîse Emerîka û Rûstyayê ji bo ku rê li ber êrîşa Tirkiyê ya ser YPGê û kurdan bigrin li hev kirine û ji bo wê jî herdu welatan leşkerên xwe di nava Minbicê û der û dora wê bi cî kirine.
Piştî şerê Cîhanê yê Duyem ev cara pêşî ye ku leşkerên Emerîka û Rûsyayê tifaqeke bi vî rengî çê dikin û tên ba hev.
Ji bo kurdan ev tiştekî pir û pir mezin e.
Heta mehek berê jî meriv nikanîbû pêşketineke wiha xeyal bikira.
Di tarîxê da Rûsyayê û Emerîkayê tu carî  hewqasî muhamîtiya kurdan nekirine, hela bi hev ra qet û qet nekirine.
Ev cara pêşî ye Rûsya û Emerîka, ji bo ku serê me ji şûrê tirkan biparêzin xwe ji me ra dikin mertal.
Dibê PYD, PKK, PDK û hemû partî û hêzên Kurdistana rojava, başûr û bakur qîmeta vê mertalê, vê piştgiriya rûsan û emerîkiyan baş bizanibin.
Dibê partiyên kurd yên xwedî hêz(PKK, PYD, PDK) vê îmkan û fersenda tarîxî û bêemsal bi şer û teşxeleyên nabêna xwe ji destê xwe nerevînin.
Bi taybetî PKK û PYD dibê li Kurdisttana rojava û başûr ji dêlî teşxele û şerekî bi hêzên din ra, bi PDKê ra û bi kurdên din ra siyaseteke aqilane, nerm, xweşbîn û netewî bimeşînin. Îro li başûr beşekî axa Kurdistanê yê rizgarkirî heye, baş xerab desthilateke kurdan ya meşrû heye û ji alî hemû dinyayê ve tê qebûlkirin. Dibê PKK ebeden êrîşî vê hukûmeta kurdan ya meşrû neke. Gelş çi be jî êrîşî ser desthilata başûr û girtina Şengalê tiştekî pir şaş e û xizmetê dîrekt ji dijminên me ra dike.
Di demeke wiha da dibê li Kurdisana rojava û başûr hevakrî û yekîtiya kurdan hebe, ne ku di demeke wiha tarîxî û krîtîk da şerê hev bikin û bi yekê jî dostên xwe ji xwe sar bikin û dûr xin.
Tiştekî wiha întîxar e.
Dibê meriv mezin bifikire, li rismê mezin binêre, wex û eneriya xwe nede teşxele û tiştên hizbî yên biçûk.
Kî çi argumentê dide pêş û çi dike hincet bira bike vir e û demagojî ye, di demeke wiha da şer û teşxeleya li rojava û li başûr feydeyê dide Tirkiyê û Îranê û zirarê dide hemû kuran, hemû partiyan.,
Şerê nabêna kurdan xeyal û planeke Tirkiyê û Îranê ye, dibê partiyên kurd vê hêviya wan di dilê wan da biqurçimînin.
Tarîxê fersendeke wer mezin daye me kurdan tiştekî dûrî aqilan e, bifikire Emerîka û Rûsya ji bo tirk me qetil nekin bi hev ra ketine nabêna me.
Tirkiye û Emerîka, du welatên NATOyê ji bo kurdan hatine hemberî hev.
Tiştekî wiha meriv nikane wek sanaroyaya fîlmekî, wek romaneke xeyalî jî bifikire.
Serxwebûnê Kurdisynê êdî ne xal e, di destê me da ye, heger siyasetmedarên me jîr bin û berjewendiyên şexsî û hizbî di ser berjewndiyên netewî ra, di ser azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê ra negirin, dibê em şerê hev nekin û ev fersenda ji bo me peyda bûye wek çûkekê ji dest xwe nerevînin….
Heger ev îmkan û fersenda îro ji bo me peyda bûye ji dest me here, bi Xwedê em hew kanin pişta xwe rast kin û belkî jî em heta û heta bindest û koleyên ecem, ereb û tikan bimînin û dû ra jî wek milet ji qada dîrokê wenda bibin.
Hinêkên me ewê bibin ereb û hinekên me jî ewê bibin ecem û û tirk…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE