16 mars 2017

Dijayetîya şexsan û partiyan dibê nebe dijayetiya Kurdistana başûr

Li ser çarçewa şêl û siyaseteke netewî dibê çawa be Lezgînê Çalî gotiye:
”Li seranserî Cîhanê tenê yek desthilata kurdî heye ko statûyeka navneteweyî heye, ew jî Herêma Kurdistanê ye. Dibê bihêt parastin. CHPyî û MHPyî û AKPyî ji hevdu hez nekin jî, şerrê TCyê(Cumhûrîyeta Tirkiyê) nakin.
Kurd jî dikarin ji PDKyê hez nekin, lê nabe şerrê Hukmeta Herêma Kurdistanê bikin.”

Bi baweriya min ev şêleke netewî ye û rast e. Heger meriv kurdperwer be dibê meriv wiha bifikire.
Meriv kane li dijî partiyan û siyasetmedaran be, kane li dijî PDKê û Mezûd Barzanî be û ji wan qet hez neke. Lê dibê Kurdistana Federe biparêze, dibê bi tu hawî dijminatiya Kurdistana Fedre neke.
Çimkî tu kesê nemir tuneye, Barzanî jî îro heye, sibe tuneye. Gelek tiştên Barzanî ez jî li dij im û rexne jî dikim. Siyaseta wî ya bi Tirkiyê ra û ya yekîtiyê rast nabînim û rexne dikim. Lê ji bo ku Barzanî îro serok e ez dijminatiya Kurdistana Federe nakim. Ez wê, vê desthilta kurdan wek roniya çavê xwe diparêzim
Bira Kurdistan çê bibe kî çê dike bira çêke, kî dibe serok bira bibe, ewê jî rojekê bimre...
Ewrûpa jî ji van qonaxan derbas bû...

XXX
Komela dostaniya Swêdî-Kurdan îro li Stockholmê li Muzeya Etnografîya şeveke kulturî çêkirin. Şeveke bi xwarin, vexwarin, axaftin û muzîk bû.
Min û xanimê me li bajêr hev û du dît û piştî bîstek ger, em çûn Muzeya Etnohrafîya. Şeveke xweş bû. Me xwar, vexwar û li muzîkê guhdarî kir.
Bi vê minasebetê ez ji hundur derketim.
Em berê çûn ciyeykî nuh vebûye, dereke piçekî luks bû. Serwîsa wan pir baş bû.
Me qahwe lê vexwar.
Dû ra em bi otobozê çûn Muzeyê, ciyê şevê.
Sosyolog Osman Aytar bi fîlmê dîa bi kurtî qala dîroka kurdan, îşxala Kurdistanê û liberxwedanên kurdan kir. Li ser herçar perçên Kurdistanê û rewşa nuha hin agahiyên konkret da.
Çalakiyên wiha ji kurdan bêtir ji bo swêdiyan e, zêde ne qelebalix bû, lê dîsa jî baş bû, gelek swêdî hatibûn. Ez bwer dikim heger dawiya heftê bûya ewê qelebalixtir bibûya.

Inga kommentarer: