03 mars 2017

Dibê meriv nakokiyên nabêna hêzan pîj neke

Ji bo hemû xwendevan, dost û hevalan !
Ez dixwazim li vir ji hemû nas, dost, heval û xwendevanan ra tiştekî bibêjim.
Welatê me di rewşeke pir krîtîk da ye, ez naxwazim bi vê platforma xwe vê rewşa krîtîk xerabtir bikim, di nabêna xwendevanan da bibi sebebê minaqeşeyên ne xweş.
Lema jî ez qebûl nakim li vir dijminatiya tu hêzê were kirin...
Nivîsên êrîşkar, yên heqaretê li partiyekê, li hêzekê dikin ezê rakim.
Îro ne roja kurd ji hev ra xeberan bidin û neyartiya hev bikin.
Kî bike jî ez di malpera xwe da nakim.
Rexne, beyankirina fikir ser seran, ser çavan, lê êrîş, heqaret, îthamên ne xweş na, ez qebûl nakim.
Ez naxwazim bibim platformeke dijminatiyê dixe nabêna kurdan û têkiliyên kurdan xera dike.
Dibê di rexneyên xwe da em maqûl û siyasî bin, zimanekî dostane bi kar bînin û heqaretê li tu hêzê nekin.
Bi hêviya hûn min fêm bikin...



XXX
Erdogan piştî 6 sal piştgiriya bi hêzên cîhadçîyên îslamî û Daîşê ra li Sûriyê bi ser neket, nuha jî dixwaze gelşekê, herbekê bi Almanyayê ra derxe.
Çimkî Erdogan bêyî aksiyon nikane bijî, dibê tim şer û teşxele hebe, tim hin dijminên wî hebin. Tim bi hinekan ra di nava şer da be.
Ancax bi vî hawî kane propagandeya pan-turkîzmê bike, ancax bi vî hawî kane tirkên kêmaqil bixapîne…
Mêrik gotiye dibê Almanya ji ber hevalbendî û piştgiriya bi terorê û terorîstan ra were mahkimekirin.
Bi Xwedê mêrik ji şûrê xwe tûjtir e, serokê terorîstên îslamî yê li pişt perdê, Almanyayê bi hevalbendiya terorîstan îtham dike, dibêje gerek Almanya were mahkimekirin.
Terorîst jî kurd in, kurdên li Almanya dijîn, ji ber ku Almanya her kurdê Erdogan dixwaze nade, Almanya dibe hevalbendê terorîsta.
Lê sûcê ewrûpiyan e, heta ku ewrûpî ev ewrûpî bin, Erdogan ewê tim xwe li wan rakişîne û heqaretê li wan bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE