02 mars 2017

Dibê medyaya kurd kurdî zimanekî naylon bi kar neyne

Rûdaw dezgeheke medyayê ya muhîm e, bi giştî xizmeteke baş dike.
Li ser siyaseta wê ya weşanê meriv kane gelek tiştan bibêje û di hin warn da weşana wê krtîk bike.
Min jî çend caran Rûdaw krîtîk kirye.
 Ev mijareke din e.
Ez bi xwe ji zimanê Rûdawê zêde ne memnûn im. Bi baweriya min dibê Rûdaw bêtir balê bide zimanê weşana xwe, zimanê xeberan/nûçeyan.
Zimanê kurmanciya xeberên Rûdawê hin caran zimanekî pir giran e û kurmanciyeke sûnî, sentetîk e, ne li gorî sentaksa kurmancî ye. Lema jî piraniya kurdan ne jê fêm dikin û ne jî jê hez dikin.
Carnan bi rengekî bêmesûliyet gotinan jî çê dikin. Wek gotina ”ajeldar”!
Ez bi xwe nizanim ”ajeldar” tê çi maneyê?
Gelo çiqasê kurdan zanin ”ajeldar” çi ye ?
Ev gelkî muhîm e.
Dibê Rûdaw jî fêmbûnê muhîm bibîne.
Ez texmîn dikim têkiliya ”ajeldar” bi pez, terş heywîn heye. Meriv gotinên di nava gel da hene, yên gel jê fêm dikin bi kar bîne baştir e.
Meriv bibêje şivan, gavan, gundî, cotkarî, xwedî pez, xwedî terş, cambaz, têcirên pez û dewêr, têcirên heywîn û hwd.
Belkî di nav agel da gelek navên din hebin. Dibê meriv ji serhediyan bipirse. Dibê meriv ji soran û kirmancan(zazan) bipirse.
Gava di xeberê da gotinek, navek neyê fêmkirin dibe sebebê kurd xeberê nexwînin û ji kurmancî sar bibin.
Nuha ji bo me kurdan ya muhîm ne çêkirina gotinan e û ev yek ne kar û mafê her kesî ye jî.
Ya muhîm tiştê em dinivîsin, xebera em belav dikin were fêm kirin.
Yanî karê Rûdawê ne çêkirina gotinên sentetîk e, bi zimanekî were fêmkirin belavkirina înformasyonê ye.
Gava tiştê meriv belav dike ji ber giraniya zimên neyê fêmkirin heyf e, guneh e.


Lê helbet ne Rûdaw tenê ye, ajans û malperên din jî kêm zêde wek Rûdawê ne. Tew TRTxeberê kurmancî rezîl kiriye.
Li alî din medyaya kurdî ya partiyan e. Xwezî medyayeke serbixwe hebûya.
Lê li gel hemû kêmasiyên wê jî Rûdawê roleke baş lîstiye û weşaneke ji yên berî xwe baştir dike..
Sputnîk nuha baş e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE