03 mars 2017

Dibê em wek milet li dijî şerê birakujiyê rabin ser nigan !



Tiştê Erdogan xeyal dikir û plan kiribû wa ye dikeve pratêkê, li nahiya Sinûnê di nabêna hêzên pêşmerge û gerîlayên PKKê da şer derketiye.
Li gorî Rûdaw dinivîse li Xanesora Şingalê jî di nabêna pêşmergeyên Roj û hêzên YBŞê da şer derketiye.
Ev ne heneke û ne jî lîstik e, dibê em wek milet li dijî şerê birakujiyê rabin ser nigan. Heger em bêdeng bimînin ev şer kane mezintir bibe…
Tirk ji kêfa difirin…
Şerê gerîla û pêşmerge ji bo miletê kurd ev felaketeke mezin e, dibê hemû kurd, hemû partiyên kurdan di zûtirîn wext da, hîn şer mezin nebûya li dijî prova şerê birakujiyê, vî şerê kurd û kurdan derkevin.
Kî emrê şerê birakujiyê, şerê kurdan xwe bi xwe bide dibê meriv naletê lê bibarîne…
Tu pêşmerge û gerîla dibê tifinga xwe nekin sînga hev û guleyan bera hev nedin û emrekî wiha qebûl nekin …
Kî tiştekî wiha bike û birayê xwe yê kurd bikuje îxanet e !
Di şerê birakujiyê da yê bi heq tuneye, gelşên nabêna kurdan çi bin jî dibê bi riya diyalogê werin çareserkirin, ne bi kuştinê.
Şerê birakujiyê malwêraniya hemû hêzan e, felaketa miletê kurd e. Û planeke dijmin e.
Sebeb çi dibe bira bibe, ji şerê birakujiyê ra na !


Di dîroka me ya nêz da kurdan çend caran şer wek metodekî çareseriya gelşên nabêna xwe ceribandin.
Û her car jî dawiya wê bû poşmanî û malwêranî.
Lema jî serokên kurdan bi hev ra sond xwarin û gotin birakujî li kurdan heram e, gotin kurd êdî ewê tu carî tivinga xwe neke sînga birayê xwe.
Di vî warî da sond xwarin û soz dan gelê xwe…
Şerê nabêna PKKê û PDKê li başûr û rojava têkçûna her kesî ye, felaketeke ez naxwazim bifikrim…
Sibe eynî tişt kane di nabêna YNKê û PDKê da jî dest pê bike. Û ji xwe wa ye hin îşaretên ne xweş jî hene.
Şerekî nabêna PDKê û PKKê ne şerê çend kesan e, ewê ji bo kurdan bibe felaketeke netewî, Kurdistana Federe jî kane têk biçe…
Dijminên me pir in û hemûyan jî dora me girtine. Ancax bi yekîtiyê, bi aqilekî selîm em kanin xwe li hemberî van gurên har biparêzin.
Şerekî birakujiyê ewê îmkanên mezin bidin van gurên har û piştgirî û semapatiya îro ji me ra çêbûye ewê nemîne.
Lema jî dibê meriv ji şerê nabêna hêzên kurd ra, kîjan hêz dibin bira bibin, tu carî li çepikan nexe û nebêje çare şer e û zor e.
Na, şer û zor tu carî, lê belê tu carî ne rast e…
Halê Sûriye û Îraqê li ber çava ye…
Dibê em ibretê ji van dewletan bigrin…
Dibê em îbretê ji dîroka xwe bigrin…






XXX
Gaveke pir xeter !

Li gorî BasNew dinivîse hin pêşmergeyên YNKê li Kerkûkê dest danîne ser du sê bîrên petrolê.
Berdevkê hukûmetê Sefîn Dizayî nerazîbûn nîşan daye û gotiye girtina bîrên petrolê bêqanûnî ye.
Ev îşareteke pir tahlûke ye.
Gelş îro bi Bexdayê ra xuy dike, lê sibe PDK jî kane tevê bibe. Lema jî yekîtiya kurdan muhîm e.
Gava gelşên heyî neyên çareserkirin û yekîtî tunebe netîce ev e. Hela ka em binêrin bersîva Bexdayê û PDKê ewê çi be?
Çimkî berpirsê YNKê yê Kerkûkê gotiye Bexda peymanê bi cî nayne û para gelê Kerkûkê nade. û Wan hefteyek molet dana Bexdayê.
Heger PDK biaqilane hereket neke û gelşên xwe yên bi partiyên din ra tavilê çareser neke rewş pir tahlûke ye.,
Tiştê miletê kurd li hêviyê ye ne ev e, kurd dixwazin PDK, YNK û Goran wek bira rûnin gelşên nabêna xwe zû çareser bikin, meclîsê bekin. û Li hemberî Bexdayê jî yekdeng bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE