04 mars 2017

Dibê em tu carî zirara şerê PDKê û YNKê da kurdan ji bîr nekin

Medyayeke kurd ya serbixwe tuneye, medya heyî ya partiyan e, medyake terefgîr e.
Lema jî di xeber û şiroveyên xwe da ne objektîf û bêterf in, her yek weşaneke li gorî berjewendiyên partiya xwe dike.
Dibê haya meriv ji yekê hebe.
Yanî her tiştê meriv di medyaya PKKê û PDKê û alîgirên wan da dixwîne her tim ne xeberên objektîf in.
Di xeberên li ser şerê Şengalê da kî nexwaze şer rawest e, fêsadiya gurrkirina şer bike, kî bibêje ”ev ne birakujî ye”, kî bibêje ”ev şerê xayinan û welatprêzan” e, dibê meriv bizane ew kes ya cahil e ya jî xêrnexwazekî miletê kurd e.
Gava gelşek derdikeve helbet aliyek bi heq û aliyek neheq e, ya jî aliyek zêde neheq e.
Ev rast e.
Lê dibê meriv aliyê neheq ne bi şer û bi kuştinê, bi diyalogê, bi danûstendênê bîne rê. Hinekî wextê bigre jî dibê meriv bînfireh be û ecele neke.
Şertên îro viya li ser kurdan ferz dike…
Li Şengalê dibê PDK, hukûmeta Kurdistanê siyaseteke bînfireh, diyalogê bimeşîne, ne ya şer û zorê.
Çimkî riya zorê, şer û kuştinê malwêranî ye, riyeke pir şaş e û tenê zirarê dide kurdan.
Ev yek ji bo PKKê jî wiha ye, dibê PKK jî dev ji derxistina gelşan berde û li gorî berjewendiyên netewî hereket bike, nebe sebebê şer û rijandina xwîna kurdan.
Û dawiya şer jî dîsa diyalog û mase ye…
Ji bo kurdan îro ne roja şer e, roja hevkarî yekîtiyê ye, miletê kurd ji herdu aliyan jî viya dixwaze.
Kurdekî welatparêz gotiye, ”pêçiya kangren bûye neyê jêkirin ewê dest û pî were jêkirin. Car car cerahî  dibe ferz…”
Dibê meriv gelşên siyasî tu carî wekî nexweşiyên tibî nebîne û bi wî çavî lê nenêre.
Çimkî gelşên siyasî, civakî ne nexweşîyên tibî, gelşên sosyolojîk in. Lema jî ne bi mudaxaleyên cerahî, bi siyasetê tên çareserkirin.
Ne cerah, siyastmedar hel dikin...
Ji sebebên kurd heta nuha nebûne xwedî dewlet yek jî, kurdan wek te, çareserî tim di jêkirina tiliyê da dîne…
Hemû riyên siyasî baş neceribabndine, zû serî li zorê dane.
Û vê yekê jî bira çareserî li wir bimîne, di dilê kurdan da birînên kûr vekirine, bûye sebebê bêtifaqiyê û kurd herin xwe bavêjin dexlê dijmin…
Şerê PDKê û YNKê bîne bîra xwe.
Netîce ci bû?
Sebebê ku îro PDK hewqasî ketiye binê tesîra Tirkiyê û YNK jî bin ya Îranê ew şerê birakujiyê ye.
Sebebê ku îro li 10-12 herêmên Kurdistana başûr bi hezaran leşkerên tirk hene, ew şer e. Di wî şerî da Tirkiye ket nabêna wan û herdu aliyan jî qebûl kirin dijminekî wek Tirkiye têkeva nabêna wan û Tirkiye welatê wan îşxal bike…
Xwedê neke heger şerê PDKê û PKKê jî gurr bibe, netîce eynî ye, dîsa yê li karê derkevin Tirkiye û Îran e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE