13 mars 2017

Di siyaseta herêma me da hêza dînî

Rindê Çaçan xanimê di quncikê xwe yê Nefelê da li ser gelşên herê û rol û tesîra dînî nivîseke pir xweş nivîsîye.  Nivîsa wê ya bi navê ”Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata nêvê da” nivîseke dibê meriv li ser minaqaşe bike.


Di demeke wiha da dibê kurd di vê çarçewê da li bûyerên li herêmê diqewimin binêrin.
Rast e, siwarê hespê xelkê tim peya ye.
Ewrûpiyên Sovyet û Sîstema Sosyalîst hulşandin, zû dereng ewê piştê li îslama siyasî jî bişkînin.
Mecbûr in vi ya bikin.
Çimkî îslama siyasî him bi îdolojiya xwe û him jî bi terora xwe ji bo Emerîka û Ewrûpiyan bûye tevgereke ji komunîzmê pir xetertir.
Îslama siyasî ji hînterlanda xwe derketiye û êdî Emerîkayê, Ewrûpayê, dinayayê nerehet û tehdîd dike.
Lema jî tiştê anîn serê Soevyeyê û Sîstema Sosyalîst ewê bînin serê îslama siyasî jî.
Lê bîna Ewrûpiyan fire ye, ecele nakin, ewê hinekî wextê bigre. Ecelekirin kana meselê bêtir aloz bike…
Ya muhîm gerek em kurd di vir da hesabekî rast bikin û vê carê jî neyên xapandin û vê carê jî nebin hevalên hêzên şaş…
Ya emê dîsa yekîtiya xwe çênekin û bibin zilam û şûrkên xelkê ya jî emê bibin lehengên azadîya xwe û serxwebûna Kurdistanê…



XXX
Yekîtiya Ewrûpayê(YE) hêviya xwe ji Tirkiyê birrî û 4 milyar û 450 milyon ewuroyê ewê wek alîkarî bida Tirkiye rawestand. YEyê Heta nuha tenê 167 milyon 300 hezar euro daye Tirkiyê. Çimkî Tirkiye dersa xwe çênake, sozên dide nayne cî.
Endamê komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Johannes Hahan gotiye ” Çi heyf van rojan Tirkiye di rêya Ewrûpa da nameşe, belavocî wê ji Ewrûpayê dûr dikve.”
Rast e, Erdogan nuha xwe nêzî Rûsyayê dike. Lê ev çerxkirin û muhebeta bi Pûtîn ra ewê li ser Erdogan buha rûne.
Tiştê Erdogan kane bike û Ewrûpayê pê biêşîne mersela koçbera ye. Tirkiye kane 2-3 milyon koçber bişîne ser Ewrûpayê. Lê ev jî rîskeke pir mezin e, ewê bibe sebebê têkçûna wî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE