09 mars 2017

Di referandûmê da "erê" jî derkeve, "na" jî derkeve ji bo kurdan ferq nake

Di referandûma 16ê nîsanê da ”erê” jî derkeve, ”na” jî derkeve sîstem naguhere, cepheya ”na” bi ser keve jî sîstem eynî sîstem e, serok eynî serok in, partî eynî partî ne, îdeolojî eynî îdeolojî ye.
Û qanûna esasî eynî qanûn e…
Yanî ji bo kurdan tiştek nuguhere.
Ma nuha sîstema serokatiyê heye?
Ma nuha destûr hatiye guhertin?
Lê halê me yê perîşan li ber çava ye.
Kurdan 80 parlamenter şandin meclîsa tirk.
Li Kurdistanê bi sedan belediye girtin.
Hemû belediyên me ji me stendin.
Ka li fêzê çi heye?
Parlamenter û reîsên me hilbijartin hinek di zindanê da ne, hinek mahkûm in û yên li derve jî giraniya wan bi qasî ya bekçiyekî tirk jî tuneye.
Yanî di referandûmê da ”erê” jî, ”na” jî derkeve zulma li ser me ewê kêm nebe, ewê dom bike.
Heta sîstem neguhere, heta kurd di qanûnan da nebin xwedî maf û desthilat halê kurdan kêm zêde ewê tim ev hal be.
15 sal berê kurdan bi hêviyeke pir mezin piştgirî dan AKPê û Erdogan, eynî kurd îro dixwazin ji Erdogan xelas bibin.
Bi baweriya min dibê em ne bibin hevalên îslamîstan û ne jî yê kemalîstan, herdu alî jî bi qasî hev li dijî kurdan in.
Gerek em bibin terefê sisiyan, em destûrên herdu aliyan jî red bikin û nebin hevalê yekî jî.
Heger li Kurdistanê ji sedî 30-40ê kurdan neçin ser sindoqê, referandûmê ”Boykot” bikin, ve tê maneya em li dijî herdu destûran in û em kurd êdî vê bindestiyê qebûl nakin.
Ji bo me ewê bibe destpêka siyaseteke nuh.
Lê bi raya ”na” yê nêta me çi be jî em destûra berê diparêzin, wekî din tu mesajekê jî nadin kesî.
Bi raya ”na”, em tenê dijayetiya xwe y ali hemberî Erdogan nîşan didin, ne li hemberî sîstemê.
Nêta me ne ev be jî netîce ev e…
Ji xwe ev 90 sal in em eynî tiştî dikin, em dibêjin viya ji yê din baştir e, ev partî û ev serok ji yê din baştir e.
15 sal berê me got AKP û Erdogan ji Çîller, Erbekan û Ecevît û Demirel baştir e û me piştgiriya Erdogan kir.
Û îro jî em dibêjin Erdogan xerab e…
Bi baweriya min dawiya vê siyasetê nayê, dibê em îcar tiştekî nuh biceribînin…
Lê mimkûn e ez şaş bim, bes baweriya min ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE