16 mars 2017

Dayê bîna sêvan tê !


Komkujiya Helebçê birîna dilê hemû kurdan…
Îro 16ê Adarê ye, roja rejîma Seddam Husên li bajarê Helebçê jahrî, gaza xerdelê bi ser kurdan da barand û bajarek kuşt !
Di dîroka miletê kurd da 16ê Adara 1988a rojeke pir xembar, rojeke pir reş û bi êş e…
Di 16ê Adara 1988a da rejîma Saddamê dîktator bi ser bajarê Helebçeyê da jahr barand, bajarê Helebçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.
Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar însan jî birîndar bûn û seqet man.
Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da 5-6 hezar însan dihatin kuştin.
Ji ber ev êrîşa hovane li hember miletekî bêpişt û bêxwedî, yanî li hemberî kurdan hatibû kirin dinyayê di destpê da xwe kerr û lal kir, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dewleteke din li hemberî vê jenosîda mezina tiştek nekir.
Ji xwe heger ne xêra sûretên çend rojnamevanan bûya kesî ev qetlîama mezin nedibhîst.
Qetlîama Helebçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helebçeyê tu carî ji bîr nekin.
Di 29 saliya qetlîamê da ez hemû şehîdên Helebçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemeû şehîdan ditewînim.
Ji bo kurdan şert û îhtîmalên Helebçeyên nuh hîn ji ortê ranabûye
Herçiqas îro li başûrê Kurdistanê statuyeke kurdan heye lê dîsa jî îhtîmalên Helebçeyan ji bin da ji ortê ranebûye.
Û heta kurd li her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin û nebin xwediyên welatên xwe, tehlûkeyên dubarebûna Helebçeyên nuh ewê û tim û tim hebin...
Ji bo kurd careke din Helebçeyan û qetlîamên wiha nebînin dibê li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadîya xwe, bibin xwedî dewlet…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE