28 mars 2017

Dadgeha Diyarbekrê ji doza KCKê ceza li kurdan barand


Îro li Diyarbekrê mahkima KCKê(Koma Civakên Kurdistanê)bû. Ev 8 sal in dewleta tirk di bin navê "doza KCKê" zulmeke pir mezin li kurdan dike.
Wa ye îro dawî dane vê tiyatroya xwe.
Xwedê heye ”mahkima” tirk di mahkûmkirina kurdan da qet texsîr nekir. Tenê îdam û muebet neda.
Lê hewqas jî nedibû, heger bibûya ewê çend muebet û çend îdam jî bidana…
Mahkima faşîst û  tiroviro û antî-kurd, hevserokê BDPê Kamûran Yuksek, Hatîp Dîcle û Ahmet Turk jî di nav da tam li 107 kesan ceza barand…
Tiştê îro li Diyarbekrê li hemberî kurdan kirin teror e, irqçîtiyeke dûrî aqilan e û jenosîdeke siyasî ye…
Di vê tiyatroya bi navê ”Doza KCK”ê da ev 8 sal in bi sedan kurd belasûc û belasebeb di zindanan da zirandin.
Ji xwe KCK bi xwe rêxistineke tarî ye. Bi îhtîmaleke mezin bi teşwîq û haya hukûmetê hat avakirin û lema jî ji destpêkê da gelek merivên xwe xistin nav, li însanan guhdarî kirin, provakator bi kar anînin, provaksyon kirin.
Û dû ra jî giş torp kirin û kirin delî û sûc…
Lê di esasê xwe da li ortê tu sûc mûc tuneye, hemû vir û sanaryoya dewletê ye.
Ji bo ku kanibin bi sedan siyasetmedar û kadirên kurd yên fedekar û welatparêz ji jo ortê rakin û di zindanan da birizînin KCK li hev ragirtin.
Musebîbê vê trajediya mezin jî PKK ye, hat lîstika hukûmeta AKPê û bi sedan kurdên fedekar û welatparêz xist kemîna vê dewleta faşîst..
Û him jî pir erzan, ji bo tiştekî berradayî. Ji ber endametiya KCKê !
PKK hebû, BDP hebû, bi dehana rêxistinên din hebûn, lê ji nişkava rabûn KCK ava kirin.
Çima, ji bo çi kes nizane…
Ji ber endametiya rêxistineke îllegal 21 sal ceza!
Sînorê bêbextiyê û çavsoriyê tuneye, ev dewlet dewleteke faşîst û antî kurd e, kane her namerdiyê bike.
Li hemberî vê zulmê meriv lal dibe…
Çend nav ji kesên cezayên giran girtie ev in:
 Li gorî biryara dagehê, ji bo hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek 21 sal, Gulcihan Şîmşek 6 sal û 3 meh, Salih Akdogan 21 sal, Zahîde Besî 9 sal, Zohre Bozacî 21 sal, Çîmen Işik 21 sal, Ahmet Turk 1 sal û 3 meh, Hatîp Dîcle 9 sal, Leyla Guven 6 sal û 3 meh, Firat Anli 6 sal, Ferhan Turk 6 sal û 3 meh, Selîm Sadak 6 sal 3 meh cezaya girtîgehê hate dayîn.
Û 47 kes jî berat kirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE