25 mars 2017

Cîgirê serokê AKPê: Ji bo em rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin me operasyona Mertala Ferêt da destpêkirin

Cîgirê serokê AKPê Mehmet Alî Şahîn gotiye, ”Ji bo em rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin me operasyon Mertala Ferêt  da destpêkirin. Dixwazin ji bo kurdên Îranê, Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê, Kurdistaneke xwe bigihîne Derya Spî ava bikin, projeyeke wan ya bi vî rengî heye. Xerîteyên hazir kirine derketin ortê. Hûn zanin me wek dewlet û hukûmet operasyona Mertala Ferêt ji bo çi da destpêkirin? Ji bo em rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin.”
Ev gotinên Mehmet Alî Şahîn tu înformasyoneke nuh nadin min, ew bibêje, nebêje ez zanim ew li dû çi ne û dixwazin çi bi bikin.
Û ev tiştê Şahîn nuha îtîraf kiriye heta nuha min belkî sed carî gotiye. Ji xwe ne ez tenê, her kurdê ne hevalê dewleta tir vê hedefa Tirkiyê dibîne.
Lê gelek cahil û xayin hene naxwazin vê hedefa Tirkiyê bibînin.
Ez van gotinên Mehmet Alî Şahîn diyarî van kurdên AKPê û hemû kurdên neyarên PYDê dikim. Ew cahşên hîn jî bi AKPê ra ne, li Sûriyê hîn jî li hemberî PYDê piştgiriyê didin îşxala Tirkiyê, diyarî wan dikim.
Bi qasî dewleta tirk û hukûmeta AKPê ew jî dixwazin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin.
Her kurdê îro bi AKPê ra ye, di telewîzyona dewletê da kurdan dixapîne piştgiriyê dide vê plana AKPê û dewlta tirk.
Tirk ji nuha da tedbîra xwe ya 100 sal şûn da dgirin. Dibêjin Kurdistane mezin îro nebe 100 salên din kane çê bibe. Lema jî ji nuha da rê li ber digrin.
Mehmet Alî Şahîn ev rastî pir vekirî gotiye...
Spas, dijminekî rastgot ye...
Ji bo kurdên tirkînezan jî kanibin beyana Mahmet Alî Şahîn bixwînin min qismê axaftina wî ya li ser îşxala Kurdistana rojava kir kurdî.



 ”100 sal berê, di dema dawî ya împartoriya Osmanî da emperyalîstên rojavayî sînor bi cetwelê kişandin. Iraq, Sûriye, Urdun wan çêkirin. Ji bo berjewendiyên xwe wiha kirin. Lê belê nikanîbûn bigihîjin du hedefên xwe. Ji vana yek Kurdistana mezin bû, yek jî Ermenîstana mezin bû. Piştî 100 sal, dixwazin ji nuh ve ji bo kurdên Îranê, Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê, Kurdistaneke xwe bigihîne Derya Spî ava bikin, projeyeke wan ya bi vî rengî heye. Xerîteyên hazir kirine derketin ortê. Hûn zanin me wek dewlet û hukûmet operasyona Mertala Ferêt ji bo çi da destpêkirin? Ji bo em rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin me operasyon da destpêkirin.
Ji bo ku derbasî rojavayê Ferêt nebin me ev tiş hemû kirin. Ya na çavê me di axa Sûriyê da tuneye. Di yek buhost erdê Sûriyê da çavê me tuneye. Lê belê parastina Sûriyê ji El Babê dest pê dike. Ji ber wê leşkerên me li wir e. Ji bo wê me nêzî 70 leşker şehîd dan. Ji ber vê jî dibê li Tirkiyê îdareyeke xurt hebe, hewcedarî ji îdareyeke bi îstîkrar heye. Em bi geleşa beka Tirkiyê(hebûn û tunebûn, ebedîyet)Tirkiyê ra rû bi rû ne. Me jî ev got, Devlet Bahçeliyê xwedêjêrazî jî ev tişt got. Nuha ne wexta meriv li mefaetên partiyan bifikire. Rîsk û tahlûkeyeke pir cidî li pêş Tirkiyê ye. Wê çaxê dibê miheqeq em îdareyeke pir xurt bînin ser hukim, dibê em sîstemê biguherin.”
(DHA)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE